Hosteyên Keristanê

Li welatê Keristanê kurtançêkerek navdar hebû. Kurtanên ku vî hosteyî çêdikir, li pişta kera ne dixist û pişta kera ne diêşand. Navê vî hosteyî Hoste Recik bû. Hoste Recik ji keran pur hez dikir, bona vê yekê kurtanên nerm û xweşik ji keran re çêdikir. Her çiqey Hoste Recik ji keran hez bike jî, belê hinekan qet ji Hoste Recik hez ne dikirin. Zen dikirin ku Hoste Recik nebe, wê Keristan bimêne bê hoste. Û kesek kurtana li pişta wan wê neke û tevê kerên ku hene wê azad bimênin.
Bona Hoste Recik zû bimre her şev hinekan berê nimêja sibehê radibûn û tev bihevra nifîn û beddua li Hoste Recik dikirin. Paş demekê Hoste Recik nexweş dikeve û êdî nema bikare kurtana çêke.
Xebera nexweşiya Hoste Recik li Keristanê zû belav dibe. Kerên Keristanê teva bi twêt, fêsbok, baylok û bi medya civvakî li ser internetê xeber didine hev û bi kêfxweşî li kolan û cadeyên Keristanê bi zire zir dimeşin û li meydana Keristanê tev kom dibin.
Li Keristanê pîrekerekî rêsipî û dinyadîtî hebû. Ji lawê xwe dipirse, dibê “lawê min eva xêre îro çi bûye ji van kera ewqa dikine zire zir”? Lawê wî dibê “bavo ma te ne bihîstîye çi bûye”? Pîreker dibê na, ma çi bûye lawê min? Law dibê bavo Hoste Recik li ber mirinêye, bona vê yekê em ewqa kêfxweşin. Pîreker, bîstkî mitale dike û dibê lawê min! Kêfxweşiya keran bona nexweşiya Hoste Recik e? Law dibê belê bavo.
Pîreker dibê lawê min de were em jî herin meydana Keristanê. Da em zanibin pirsgirêk çiye û çareserî wê çibe.
Li meydanê zire zira kera ne, tev dibên “j-ke ra re…a za dî” “j-ke ra re…a za dî”
Bi vî dengî zimme zimm ji her derê Keristanê bilind dibê û yek dengê ê dinê nabihîse…
Pîreker, hêdî hêdî derdikeve li ser platformê, radihêle mikrofonê û du sê caran uhte uht dike, gewriya xwe paqij dike. Kerên li meydanê kom bûne, hêdî hêdî dengê xwe dibirin û gohdarî pîrekerî dikin…
Pîreker, mikrofon li destade rast û çep dinêre û hêdî hêdî mikrofonê nêzî devê xwe dike… Cardin deng ji meydanê bilind dibe. Her bi jî… Pî re ker… Her bi jî… Pî re ker…
Hêdî hêdî deng kêm dibe û Pîreker dest bi gotina xwe dike…
Gelî hevalno! Îro civîna me li vê derê civîneke dirokîye. Belê ez naxwazim wextê we zêde bigirim. Ê di nav we de herî rêsipî û serpêhatî ezim. Ez dinêrim iro hûn tev bi nexweşbûna Hoste Recik pur kêfxweş in… Cardin deng ji meydanê bilind dibe. “Bimmm re… Hos te Re cik” “bimmm re… Hos te Re cik”…
Gelî hevalno: çewa ku hûn dizanin berê niha Hoste Silik û Hoste Reşik hebûn. Ez bawerim pur kes ji we ev herdu hoste dîbûn. Hun jî dizanin ev herdu hoste ocaxkor û bê zuriyet bûn. Bona vê yekê merhemet çiye ne dizanîn. Ji xwe ez behsê ji ên berya wana nakim. Lewra ew dewr dewrekî pirr xedar û tarî bû. Wê çaxê bê kurtan bar li pişta me dikirin. Pişta me tev dibûn birîn û sax nedibûn. Ger hun bawerî naynin werin li pişta min jî binêrin.
Çaxê hoste reşik dest bi kar dike em kerên keristanê pirr kêfxweş bûn. Pirê keran navê hoste Reşik li zarên xwe danîn. Belê paş demekî kin hate fêhmê ku hoste Reşik ji bonî me ne çareserî ye.
Hoste Silik, ji xwe ne hoste bû. Şivan bû. Belê weke gurê postê berxê li xwe ke, xwe dixiste her şiklî. Bivî awayî heft carî çûye û cardin hatîye. Dewra Hoste Reşik û Hoste Silik jî pur bi tengasi derbaz bû. Kurtanên wan çêdikir pişta me diêşand û tev dikire birîn. Sibê heta êvarê em dixebitîn, êvarê jî alifê ku me têr bike ne didane ber me. Em tev bi zikê birçî sibê cardin diçona ser kar û diketine li bin bar.
Paş Hoste Reşik û Hoste Silik, Hoste Kinik dest bi kar dike. Hoste Kinik ji hosteyên berîya xwe çêtir bû. Kurtanên çêdikir pişta me ne diêşand. Êvarê jî alif didane ber me, em birçî jî ne diman. Belê tenê alifê me bê ceh bû. Lewra ceh alifê kerên mezin bûn.
Bona Hoste Kinik jî, wê çaxê hinek hevalên me nerazibûna xwe didan nîşandan. Belê paş mirina Hoste Kinik halê me nexeştir bû. Hosteyên piştê Hoste Kinik ne hosteyên baş bûn. Cardin alifê me kêm kirin û em birçî dihiştin. Ji xwe kurtanên li pişta me dikirin pişta me diêşand.
Gelî hevalno, ev gotinên ha tev bi serê min de hatine. Jixwe zor û zehmetiyên li serê bab û kalên de mede hatî ez nikarim bêjim.
Carcarna kalê min digo lawê min tiştên ku liserê me de hatî li serê gorê çiya de neyên. Digo lawê min, Keristan welatekî xweş bû. Çi hate serê me, li dewra Hoste Şînik de hate serê me. Hoste Şînik li xerbistanê bûbû hoste. Tiştekî ku ne li gor xerbistanê, tev şewitand. Keristan talan kir. Avahiyên ne li gora xerbistanê ava bûbûn, tev xera kirin. Axur jî nemabûn ku kes lê bisekine. Bona vê yekê mizgeft kirine axur. Belê di mizgefta de jî ne dihiştin kesek berê xwe bidine qiblê. Çiko qible ne li hêla xerbistanê bû. Hoste Şînik dixwest herkes berê xwe bide xerbistanê û bona vê yekê jî ji dil şer kir.
Belê çend Şêr ji çiyayên şerqistanê deng didin û li hember Hoste Şînik bi mêranî radibine pîya. Bivî awayî Şêr bixwe haydar dibin û li herderê serî hildidin. Belê mixabin xiyanet ruyê xwe yê reş cardin nîşan dide û bi hevaltiya gur û çeqela, Şêr tev ji hevûdû belawela dibin û nema êdî bi Şêranî derkevine pêş. Paş hingê kurtan û bar li pişta Şêran jî dikin û weka kera wana jî bê deng dihêlin. Carcarna hinek Şêr serê xwe hilde û bêje ma em kerin, eva çi kurtane li pişta me? Gur û çeqel, bi tevê xayîna, li Şêr têne hev û wî ji halê radikin. Lewra gur ,çeqel û xayîn qet ji Şêran hez nakin. Dizanin cihê ku Şêr lê dijîn, cihê jiyanê ji wanare namêne.
Bivî awayî dengê Şêra hercar tê birîn û herkes bi kerîtîyê razî dibe. Ji xwe lewra navê welat bûye Keristan. Evana jî siloganên keristsnê ne.
“Her kerekê keristanê bedel dinyakîye”
“Xwezik liwî ê bêje ez kerim”
“Keristan welatê kerane”
Her çiqey em ne kerbin jî belê ji xeyn kera mafê kesekî tine li keristanê bijî. Bona em bikaribin li keristanê bijîn, bivênevê me jî xwe dixiste rengê kera. Belê gor kerên keristanê rengê me hinekê reş dima. Jiber vê yekê alif jî ne didane ber me, alif didane ber kerên boz tenê. Ji bonî vê yekê hinek hevalên me yên çavbel hebûn, linav tozê digevizîn, xwe bi tozê boz dikirin û digotin emjî kerên bozin, lazime alifê bidine ber me jî.
Kalê min digot her roj zor û zehmetî zêde dibûn. Jiber vê yekê li her derê Keristanê serhildan çêdibûn. Hoste Şînik bona van serhildana bitemisîne û bieciqîne, li şona xwe de şagirtê xwe Hoste Kerrik datêne. Kalê min çi demî behsa dewra Hoste Kerrik dikir, rodinişt digirî.
Digot, “wê çaxê ez, çar/pênc salî bûm, li ber çavê min, bi sedan Şêr xistine axurekî û agir bi axurê xistin. Babê min, şeş heb mamên min, yazdeh heb birayên min, çar heb xalên min, li ber çavê min şewitandin, hê jî qêrînên wan li ber gohê mine”. Li herderê Keristanê ev deng bilind dibû. Belê hoste Kerrik ne dibihist. Çiko ji herdu gohên xwe kerr bû. Paş Hoste Kerrik Hoste Edik hosyetîyê dike. Dewra Hoste Edik hinek firehî çedibe, carcarna alif didane ber me. Belê Host Edik jî ji teref gur û çeqela ve tê xeniqandin.
Ji xwe paş hingê gur û çeqel hîn dibin, deh sala carekê ji hewingê derdikevine û dikevine nava gund û bajara… kesekî ku rengê Şêra lê dide, teva texine heps û zindana û her û daîm zindanên keristanê tije Şêr in û vala namînin.
Paş hingê kalê min bi van kul û derda serê xwe datîne û diçe ber dilovaniya Xwedê…
Gelî hevalno! Çewa ku hun dizanin di dîroka Keristan de, Keristan tu carî bê hoste nem
aye û wê bê hoste nemîne jî…
Eva çend sale Hoste Recik hostetiyê dike. Çewa tê zanîn Hoste Recik şagirtê Hoste Necik bû. Hoste Necik demekî kin hostetî dike belê mixabin hirç û gur li gel çeqela bûne yek Hoste Necik ji kar dûr xistin. Ev jî ji Hoste Recik re bû ders û bêhtir hay ji xwe ma. Eva îro dewra Hoste Recike. Çawa hun jî dibînin kurtanên Hoste Recik çêdike nerme li pişta me naxe û pişta me nake birîn û hefsarê me jî bi rengê kesk reng dike. Hem têr alifê dide ber me û hem hinek ceh jî li ser dike. Dibe ku carcarna barê giran lime bar bike jî, belê çaxê em ewan osteyên din bênine ber çava, em evê zêde nakine pirsgirêk. Lewra karê me barkêşandine.
Ji xwe gotinên mezinaye. Ger em ker bin, kesên bar li pişta me bikin wê her hebin.
Gelî hevalno! Ger hun guh bidin min, ezê evê jî ji wera bêjim.
Deka ez mikrofonê bigirim, bilanê kes dengê min nebihîse û hun jî ji kesekêre nebêjin, lewra bizanibin em ne kerin wê jiyanê lime tari bikin û wê keristanê lime bikine zindan û goristan.
Jixwe hetanê em kerîtiyê qebûl bikin, Keristan tu carê namîne bê hoste û em jî namênine bê kurtan û hefsar. Lazime em bawer bikin belê em ne kerin, em ji îro pêda li ser pişta xwe kurtanên tu hosteyan qebûl nekin û em ji tu kesîre kerîtiyê nekin, wê çaxê emê serfiraz û azad bimênin… çepik
Herekolî
Qum Îran 05/12/2016

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply