Hosteyê hostan: Qere Hecî (Ali Güçlü)

Ew endezyarekî bê destûrname (dîploma) bû. Avakirina xanî çekirinê ji bo wî ne zahmet bû. Plan û proje her dem di serî wî da amede bûn. Xwendin û nivisandina wî tûne bû. Lê, hesabê wî gelekî baş bû. Wî dizanî ku çiqes malzeme (ambûr, hacet) pêvîst in, her tişt di serê xwe da amade dikir û pêk tîna. Ew cotkarekî gelek baş bû. Ji wî re Qere Hecî (Ali Güçlü) dihate gotin anjî Hecîyê reş.

Ew nehat jibirkirin û hîn jî nayê jibirkirin. Ew afrinerekî mezin bû. Ji ber ku tişten wî avakirine (xanî, fêrgeh (mektep û mizgeft) hîn li ser pîyan in Dema mirov avahîyên wî dibîne, ew bi mirovan re dikenin.

Jîyana wî

Hostayê me di sala 1339an (rastbûna xwe ne zelal e -1920) de li gundê Kirkpinarê-Celikan(giredayî navçeya Kulu-Konyayê) ji dayik bûye. Navê bavê wî Îbrahîm navê dayika wî jî Zelîha ye. Dema ew du sali bû bavê wî çû ser dilowanîya xwe. Dema bavê wî mir, apê xwe Omer ew kir bin baskên xwe û hata 11 salîyê li cem apê xwe ma. Dema jê dihat pirsîn ka ew çawa bû hoste, hosteyê wî kî bû, kê ew ferî  hostetîyê kiribû?  wî digot;

hoste1

Qere Hecî li ser kar

– Dema ez emele bûm min tiştek ne dizanî, min ji Hesî Mûsê dipirsî û wî jî ji min re eşkere dikir, bersiva min dida.

Gor nerîna me hunera wî ji dayikbûna de hebû. Ew  wek hoste (afriner) ji dayik bûbû. Di rihê wî da hostetî hebû. Ew hin 11-12 salî bû dest bi hostetîya karên mezin kiribû. Destpekê de harim çêdikirin û gelek tecrûbe ji harim çêkirinê girtin. Dema ew 15-16 salî bû edî tiştên herî mezin çêdikirin. Kadîn, gom, aşxane û xanî avakirin karê wî bûn. Demekê şûnda  dixwest malekê ji xwe ra jî çêke. Mala wî ji  xwelîyê bû. Dema mala xwe çêkir heval û cîrana dîtin ku bi rastî ew edî hosteyekî baş e. Edi her kesî dixwast mala xwe bi Hecî bide çêkirin. Qere Hecî  17-18 salî bû edî ji xwe baver û jêhatî bû. Berdar (Üretken) bû gelek kesan dixwastin keçikên xwe bidin Qere Hecî.

Zewaca Qere Hecî ya bi dayîka Şerîfe re

Dema wî ya zawacê hatibû. Dile xwe ketibû dayika Şerîfe! Şerîfe keçika axayê gund bû. Ji wî re digotin,  Omî Qere Millo. Tirsa wi ya herî mezin ji ber ku sewîyê, keçika nedin wî. Gelek kes an Şerîfe  dixwestin. Qere Hecî ditirsîya ku Şerîfê nedin wî. Digot;  “ya baştir malbata min kê ji min re minasib bibînê, ezê bi we ra bizewicim. Rokê gundîyêkî ji Omî Qere Millo dipirse.

-Qere Hecî keçika te bixwaza te bidî? Omî Qere Millo nav û dengên Qere Hecî bihisti bû û dibê;

– Eger xwedê kiribe qeder, çima nedim.

-Tu axa yî û dewlemendî te çawa keçika xwe bidi wî xizanî? Ew nikare qelingê keçika te bide! Omî Qere Millo bersiveka baş dide gundîyê xwe.

– Kesên jêhati re xizantî ne pirsgirêk e. Eger ji bo xizantîyê nexwazin, min da çû!

Malbata Qere Hecî dibihize û şa dibin û wê evarê diçin xwazginîya  Şerîfê û wan dergistî dikin. Haziriya daweta xwe dikin û dizewicin.

Piştî çend mehan şûnda Qere Hecî û birayê wî bange eskerîyê dikin. Qere Hecî hîn 17 salî, birayê xwe jî 20 salî bû, çûyina herdu bira bi gelek kesan giran dihat ji wan yek ji Êma Hemê bû. Şareya mezin û dengbêjeka jinan bû. Li ser her du bira ew stran gotibû.

Mala Mehmedî süsli (Celika-Kirkpinar)

Mala Mehmedî süsli (Celika-Kirkpinar)

Dile min Hesik, Heci yê

Her du bira bi hev ra kirin topçîyê

Gundo va çi heybet e

Hîn î nizanê bi tirkîyê

Yaziciyek hatiyê ji vê dewletê

Yazmîşdikê eyaletê

Sêwîyê Zexê min herdu avêtine xetê

Anik qûrban Qere Hecî nizane bi tirkîyê

Ji askerê hat bi şûnda hostetîya wî hîn zêde bû, gelek xwedî tecrûbe bû. Edî dixwest karên herî mezin çêbike. Yekemîn mala cîranê xwe mala Süslü û piştra jî mala Meçkî Şarê çêkir.

Di sala1940 de Mizgefta gundî Celikan-Kirkpinarê çêkir. Nav û dengên wi gelek gundan bihîstin. Edî walabûn ji wî ra tûne bû. Ji gundên derûdor jê ra peşnîyar dihatin. Edî dema wî ji bo cotkarîyê nema bû. Nedikanî cotkarîyê bike. Ji bo karê cotkarîyê kesek girtibû, karê wî êdi tene avadanî bû.

Karê wî yê herî mezin yê bi amadekirin û pêşnûma (proje) li gundê Celikan-Kirkpinarê avakirina dibistanê bû. Dewletê di sala 1949an de li gundê Kirkpinarê biryara mektep çêkirinê derxist. Ev tiştekî resmî bû. Dewletê  cîh û projeya mektebê û hemû pevîstî eşkere kirin û proje dan Qere Hecî. Wî ji  dil û can qabûl kir, Fevzî  û Hüseyîn Yildiz, Halîl Taşdelen ve dest bi kar kirin.

Destpêkê de proje xist destên xwe û lê nihêrî,  xwendin û nivisandina wi tune bû. Lê disa jî ji proje baş fehmkir û dest bi çêkirina mektebe kir. Ji kesekî  xwendayî baştir bêkemasî bingeh ava kir. Piştî bingeha mektebe xilasbû endezyer (muhendis) hat gund û avahîya mektebe kontrol kir. Endezyar li avahîyê nihêrî û got;

– Qere Hecî bêkemasî çêkirîye. Endezyar Qere Heci û hevalên wî piroz dike.

Dema min nivisa xwe amade dikir ji hevalekî xwe yê endezyar (ji încowê birêz Osman Kara) pirs kir;

– Kesekî xwendin û nivisa xwe tûne be çawa dikare ew projeyan pek bina? Bi rastî mirov dikara proje çêbike? Hevalê min bersiva min da;

– Kesên bi feraset (zeki) dikarin çêbikin. Ji ber ku zimane mîmarîye xet in (çizgî), gelek kesên bêxwendin û nivisandin ew tiştana pek tînin. Mînak; Stranbêj İbrahim Tatlises jî bêxwendin û bênivisandin bû û wî jî karê avadanîyê yê hesin rexistinê dikir. Tenê li projê dinerî û gor we hesin dibirî, ew jî hesinkar bû.

Avakirina mektebê berdevam dibe. Qere Hecî û hevalên xwe bi dilûcan karê xwe dikin. Qaymeqam te kontrolê û lê dinerê û dibêje;

– Hecî ew mozaîk ne saxlam in, ê bixelin!

– Na Qaymeqam beg! 50 sal jî here dîsa naxelin. Eger bixelin ez dîsa li vir im, çêdikim, hûne bibinin.

Niha sal 2018 in û hin jî ew mektep 69 sal in li ser pîya ye. Di we fêrgehe de bi hezaran xwendevana xwandina xwe xelas kirin, xwedî kar û karbend bûn.

Rojekê Qere Hecî ji gundekî Cîhanbeylîyê projeyek xanîya girtibû. Endezyar, proje dîna ber Qere Hecî. Ew pir bi kelecan bû. Nedinazî ku çi bike. Qere Hecî ji wî ra got; Tu li şûna xwe rûne, ez vê projeya te çêbikim. Xwast ku li ser projê bi endezyar re biaxive lê wî jî wek pir kesan bi tirkî deng kirin baş nedizanî. Ji bo li ser projê deng bike kelîmeyên teknîkê qet nedizanîn. Qere Hecî li ser axê, bi heben kirpîtê proje nexş kir. Endezyar lê mêze dikir pê bawer  bû û derket çû Enqerê. Çend rojan bişûnda endezyar hat û dît ku Qere Hecî projeya wî rind çêkirîyê û pir kefxweş bû.

Xanîye Qereqol

Qere Hecî roj bi roj, sal bi sal pêşve diçû. Him ji alîyê hostatîyê da him jî ji alîyê aborîyê da rewşa wî gelek baş bû. Edî dixwest ji bo xwe jî xanîyekî herî baş çêke. Kevirên baş û giran ji ocaxê keviran ji xwe ra anîn. Bi gotina wî her kevirek nezikî 2 tona bûn. Qere Hecî pêşaroj baş didît. Gorê hezkirin û dilê xwe di hûndirî salekê da xanîyek ji xwe re çêkir. Dem hat edî dixwest barê mala xwe ke.

hoste3

Mala Eso (Tunç)

Xeberek ji gund re hat, hat gotin ku qereqol dayîne gund. Hinekan dixwest qereqol hebe hinekan jî nedixwest. Her kesî şorek dikir. Hinekan digot;

– Ji bo pirsên resmî ku va herin, li gundê me jî gereg e.

– Qereqol tiştekî baş e,

– Bila li gundê me jî qereqol hebe.

Biryar hat sandin û qereqol hat qebûlkirin. Heyetek hat gund û ji bo qereqol şûnê (cih) amade bikin. Dema cîh digerin mala Qere Hecî dibînin û dibêjin ew mala geleki baş e ji bo qereqol. Diçin cem Qere Hecî û ji wî diprisin, Em mala te ji bo qereqol dixwezin! Qere Hecî hîn di mala xwe de bi dilê xwe rûneniştî bû û mêvan û dost xêrhatî nekiribûn, xizanî tene, rojekê di mala xwe da raneketibû.

Plana mala Qere Hecî ya ji bo xwe çekirî (Xaniyê Qereqol)

Plana mala Qere Hecî ya ji bo xwe çekirî (Xaniyê Qereqol)

Xanîyê xwe teslimî dewletê kir. Hefteyek şûnda 10 leşker (jenderme) hatin û di mala Qere Hecî de xwe bi cîhkirin. Mala wî edî bûbû qaraqol. Ode kirin xewxane (qawîş) û buro, xanîyê qatix-aşxanê jî kirin nezeretxane. 11 sala qereqol di vir de karê xwe meşand. Qurişek pere jî ji dewletê nestandin. Piştî 11 salan dewletê qereqol betal kir. Qere Hecî ket xanîyê xwe. Çend salan bi şûnda jî xanî hat xelandin.  Heta we rojê jî gundîya ji mala Qere Hecî re digotin qereqol. Rojekê hevalekî lavê Qere Hecî, Cewo tê mala wan û ji birayê wî yê biçûk dipirse;

– Cewo li ku ye? Birayê xwe dibêje;

– Di nezeretxane de raketiyê. Hevalê xwe dibêje;

– Na looo! kîngê ket nezeretxane?

– Evarê ketê. Hevala xwe tengê ditirse û çex be here, Cewo derdikeve û dibeje, Lo! ezî va me!

Her dem peşniyar ji Qere Hecî re dihatin. Cimata Kuluyê di sala 1954 de dixwastin li Yenî Mehellê mizgeftekê çêkin. Ji Qere Hecî pirsîn, got; erê lê ez dixwazim kevirên xwe bixwe bînim. Hat qabûl kirin. Piştra jî peşnîyara çêkirina Yeşil Camîyê (mizgefta kesk) hat, Hecî ew jî qebûl kir. Dema havînê ji wî re sekinandin tûnebû. Rojên wi wala derbas nedibûn.

Li ser mizgefta Qozanliyê (Kozanlı Merkez Camii) gotinên Ali Karpuz;

– Mizgefta me Qere Hecî û Halil Taşdelen bi hev ra çêkirin. Xwedê ji wan razibe bêkemasî û bêhile çêkirin. Piştî 20 salan şûnda ji Hecî dipirsin.

Mizgefta kesk (Kulu)

Mizgefta kesk (Kulu)

– Hecî pevîst e em hînek beton bavêjin ser mizgeftê barî xwe yê giran be an na?

Qere Hecî dibêje;

– Ew hin tiştên giran jî dikare li xwe ne, ew saxlam e hûn dikarin zêde jî lêbikin.

Destpêka salên 1970î de edî Qere Hecî dev ji ocaxê keviran berda, ji ber ku kevirên Nevşehirê di xanî avadayînê de dihatin bikar anîn. Ew kevira ji bo wî hîn rehet bû, hîn baş form didayê, hîn jî ji kevirên din siviktir bû. Qere Hecî kesekî bi disîplîn û xûdan prensîb bû. Qedr û qîmeta însana dizanî. Ji bo karê xwe jî serkeftî bû. Di bin destê wî de hacetên xwe her dem hebûn. Ji bo hacetên xwe biparêze hevalê xwe agahdar dikirin. Dema destpêka kar da hacetên xwe kontrol dikirin mûrç, qelem, şêyê kevira, metro, terazîya avê, çirpî, şakûl, mala, çakûç, kuling, balyoz, tevr, bêr, bêl. Dema hacet rast bûn, kêf dida.

Ji aliyê avadanîyê de berê çîmento tûnebû an jî bûha bû. Bi keviran xanî çêkirinê de herî (çamûr) çêdikirin. Qere Hecî dema herîyê amadebike ax, ka, qûm, kils bi avê tevhev dikir. Wek mîna çîmento saxlem dibû.

Carcaran kevirên taybet gereg bû ji bo ser derî û penceran, ev kevr bi şikleka taybetî çêdikirin. Ji bo geregbûna kevirên dirêj bixwe diçû ji ocaxê kevira ew amade dikirin. Di avakirina avahîyê de ji bo rêza ser pencere û derîya kevirekî dûz û bi dirêjîyê, carcaran jî bi teknîka şidandinê modela xwe amade dikir. Di mizgefta de jî pencere gilover çêdikirin. Bi van plankirinê ji alîyê derda avadanî xwaş xûya dikir.

Xaniyê Heskî Ereb-Hasan Pekmez-li gundê (Celika) Qere Hecî bi kevirên ji aliyê Nevşehirê anîn çêkirî

Xaniyê Heskî Ereb-Hasan Pekmez-li gundê (Celika) Qere Hecî bi kevirên ji aliyê Nevşehirê anîn çêkirî

Çend gotin li ser jiyana wi ya taybet

Karê Qere Hecî zedetir li havîna bû. Zivistanê karê xani çekirinê qet tûnebû. Wek hobî zivistanê diçû nêçîrê. Ji neçîrvanîyê gelekî hez dikir û neçîrvanekî baş bû. Rojekê li neçîrê agirê wî tunebûyê ku cixara xwe pê vêxe. Ji şivanakî ar dixwaze û heta evarê ji bo ku vê agir nemîne qet agirê cixara xwe sar nake (tiryakîyê levan bû). Ji çayê gelek hezdikir. Di rojekê de 2-3 caran ji jina xwe demkirina çayê daxwaz dikir û pê re cixare jî dikişand. Mevanhez bû. Kesên ji bo  deweta dihatin gund, diçûn mala Qere Hecî.

Ew gelekî  dixebitî. Geleki jehatibû û bi hêz bû. Rojekê karkerê li ber desta dixweza kevirekî bide ser îskelê lê kevir pê giran te nikare bide ser. Qere Hecî dibîne û kêvir hembêz dike û dide ser îskele.

Rojekê dema alîkarê xwe kevira yonî dikin li nav wan tere-tê. Yek ji wan jî Mehmet hoste bû. Ji welatê kal-pîrê xwe ji İslahîya-Entabê anîbû li ba xwe kar didayê. Kesekî  zîrek bû. Carcaran ji cimaatê re kilamê welatî jêr yê destana digotin. Hecî bi karê Mehmet gelek memnûn bû. Mehmet zivistanê vedigerî diçû İslahîyê. Qere Hecî dibejê;

– Mehmet, te kevirê di destê xwe de xwar çêkiriyê, kevirê tu li ser kar dikî çap e. Hostê li kevirê ber xwe meze dike û dibêje;

– Na! Kevirê min ne xwar e. Dema te kevir da ser dîwarê xwe û kevirê min çap derket ez yoma xwe ji te nastînim. Radibin kêvir didin ser dîwar Mehmet hoste bixwe jî fahm dike ku kevir xwar bûyê. Qere Hecî li çavên wî meze dike û dibêje;

– Hoste metirse ez riziqê zarokên te naxwazim…

Mizgeft, dibistan û xanîyên wî çêkirî navê wî didin jiyandin. Bi gotina wî, qesî 20 mizgeft (camii), dibistan û nezî 600 jî xanî di nav gundên Anatolîya Navîn de çêkirîne.

Xaniyê Mevlüt Sarıbayır -li gundê Celika-Kirkpinarê

Xaniyê Mevlüt Sarıbayır -li gundê Celika-Kirkpinarê

Çend berhemên wî yên taybet jî ev in:

  1- Mizgefta Kirkpinar (Celikan),

  2-Dibistana Kirkpinar (Celikan),

  3- Mizgefta Damlacixê,

  4- Mizgefta Kesk (Kulu yesil cami),

  5-Mizgefta Serçesarayê,

  6-Kozanli mizgefta merkezê,

  7- Mizgefta nû (Kulu yeni cami),

  8- Mizgefta Gundê Bulduk,

  9- Mizgefta gundê Şavliya,

10-Mizgefta gundê Mihîna (Yaziçayir),

11-Li gundê Celebê konaxa Sami Celepli,

12-Dibistana gundê Kelhesen,

13- Mizgefta gundê Balçikhesarê.

14- Mizgefta Celikan(Yeşilyurt) ya kevn.

Xwedê rehma xwe pê de. Mirov dimirin, nav û dengên wan dimên.

Hizir Akbina-Birnebun.com

Tebenî: Ji gundê me birêz Halil Doğan ji bo ez nivisa xwe amede bikim agahdarî dan min, li vir spasiya wî dikim.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply