Pêncşem , 22 Cotmeh 2020

Hopo

Hebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Şivanekî ku navê wî Hopo bû hebû. Li cem mirovekî maldar şivantî dikir. Xwediyê pez nehaqî û zilm li Hopo dikir. Di karê giran de Hopo dida xebitandin. Her cure karê malê, karê şivantiye û karê zêviya bi Hopo didan kirin. Hopo wek însanekî ne raza û ne rabû ticarî.

Rojekê Hopo nimej kir. Piştî nimejê destê xwe rakirin û ji Xwedê re dia kir. Got:

– Ya Rabbî ê ku bêje min Hopo tu bihêle ku tirkê bike.

Duvre radizê. Hopo dikeve xeweke giran. Ji bo vena serê sibehê zû şiyarnabe. Jina xwediyê malê dibîne ku hê pez û dewar li hewşêne. Bi hêrs diçe oda şivan û dibêje:

– Hopo şiyar bibe.

Dema ku jina xwediye malê got Hopo, tirek kir. Vê carê jinikê bi dengekî nizm bangî şivan kir. Dema ku jina xwediye malê ku Hopo dîsa tirkir. Ji şerma jinik hat ba mêrê xwe. Giliyê şivan ji mêrê xwe re kir. Mêrik bi awayekî dijwar dibêje:

– Hopo Hopo.

Mêrik du tira dike. Mêrik vê carê bi nerm dibake Hopo. Mêrik dîsa tirekê dike. Merik tê ba pîreka xwe. Ji pîreka xwe re dibêje:

– Hurmet hera ba mêla da nîviştekê ji şivanê me re çêbike.

Jina xwediye malê berê xwe dide mala mela. Tê ji mela nîviştekê dixwaze. Mela diraje kaxez û pênusê. Ji pîrekê navê şivan dipirse. Pîrek şerm dike. Mela bi hêrs dîsa pirsa navê şivan dike. Pîrek bi dengekî nerm dibêjê:

– Hopo.

Dema ku dibêje Hopo tirekê dike. Mela ji pîrekê re dibêje:

– Xanim kaxez û pênûs hevdû nagirin. Qewata min nagihêje vê meselê.

Û jinikê dişiyêne mala we. Ji wê rojê pêve jin û mêrê wê Hopo li ser desta digirin. Ji xeynî şivantiyê ti karên giran pênekirin. Û ji bo ku tira nekin ji Hopa re digotin kurê me.

Çîroka me li diyaran,

Rehmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [7+] Ji bo zarokên 7 salî û berjortir de.

Derbar Dilazad ART

Dilazad ART
Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Dikarê vê jî bixwênê

Li Rûsistanê Perwerdeya Taybet

Ji bo ku meriv li ser perwerdeya Rûsistanê biaxive, divê meriv şert û mercên Sovyeta …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.