Hokerên dariştî

Hokerên dariştî dikarin bi alîkariya pêşgir an paşgiran bên sazkirin. Ew herwiha dikarin bi rêya dubarekirinê jî peyda bibin.

 

Bi pêşgirên ”bi” û ”bê”

 

Awayê herî berbelav ê çêkirina hokeran di kurdî de bi alîkariya navdêran li gel peyvika “bi” ye:

 

  • bi roj (daily), bi şev (at night), bi xweşî (joyfully), bi şadî (happily), bi rehetî (calmly, in a calm manner), bi xirabî (badly), bi mêranî (bravely)…

Ew hem dikarin hokerên demî bin (wek “bi roj, bi şev”) û hem jî hokerên çawaniyê bin (bo nimûne “bi mêranî, bi xirabî”).

Wek ku tê dîtin, hin ji van peyvên bingehîn di eslê xwe de pêşî ji rengdêriyê bûne navdêr û paşî jî bi alîkariya “bi” bûne hoker:

 

rengdêr à navdêr à hoker
xweş xweşî bi xweşî
şad şadî bi şadî
rehet4 rehetî bi rehetî
xirab5 xirabî bi xirabî
mêr6 mêranî bi mêranî

 

Hêjayî gotinê ye ku cudahiya hokerên bi pêşgirên ”bi” û ”bê” sazkirî ji navdêrên bi daçek ew e ku ev hoker nayên çemandin lê komikên daçekî tên çemandin. Bo nimûne:

  • bi roj (= hoker)
  • bi rojê (= komika/fraza daçekî)

 

Mirov dikare van herdu awayên ji hev cuda di hevokên wiha de bibîne:

 

  • Bi roj em şiyar in. (bi roj = hoker)
  • Bi rojê (bi alîkariya roja li esmanan) dinya germ dibe. (bi rojê = komika daçekî)

 

4 ”Rehet” û ”xirab” a li dûv wê ji erebî ne û bi eslê xwe di erebî de navdêr in lê di kurdî de ew wek rengdêr tên bikaranîn. Formên wan ên navdêr ”rehetî, xirabî” ne.

5 Binêrin têbîniya pêştir.

6 Bi eslê xwe peyva ”mêr” navdêr e lê li vê derê bi guhastinê bi maneya ”wêrek, bicesaret, bisteh” wek rengdêr hatiye bikaranîn û forma wê ya navdêr wek ”mêranî” hatiye çêkirin.

 

Peyvika “bi” herwiha bi ketina nav peyveke dubarekirî jî hokeran çêdike:

 

  • roj bi roj
  • sal bi sal
  • cih bi cih
  • ser bi ser

 

Bi pêşgira “î-“ û varyantên wê

 

Pêşgira “î-“ çend hokerên demî çêdike:

 

  • îro (< îroj)
  • îşev
  • îsal
  • îcar (> îca, îjar, îja…)

 

Li vê derê pêşgira “î-“ wateya “vê, ev” dide peyvên “ro(j), şev, sal, car” yên bi eslê xwe navdêr û wan dike hoker. Li gor devokan varyantên pêşgira “î-“ wiha ne:

  • bi kurmancî: i-, hi-, hî- (bo nimûne “iro, hiro, hîro” anku “îro”)
  • bi soranî: em-, îm- (emro, îmro = îro)

 

Di kurmanciya rojhilatî de bikaranîna pêşgira “î-“ yan nadir e (carinan varyanta wê di peyva “iro, iroke” de tê bikaranîn lê formên serdest “evro, evroke” ne) yan jî qet peyda nabe (formên wek “îşev, îsal, îcar” nayên bikaranîn û li cihê wan gotinên wek “ev şeve, ev sale, vê carê” li kar in).

 

Bi pêşgira “her-“

Peyva her bo pêkanîna hin hokeran dibe pêşgir û wan wiha saz dike:

  • herdem (daîmen)
  • hergav (daîmen)
  • hero / herro < heroj / herroj (her roj)

Bi paşgirên ”-ka, -ke”

Paşgira ”-ka” çend hokeran ji çend rengdêran saz dike:

  • dûr > dûrka
  • hêdî > hêdîka
  • zû > zûka

 

Paşgira ”-ka” û varyanta wê tarîxiyen herwiha peyvên wek ”nika” ya kurmanciya rojavayî û zazakî”, ”noke, nuke” yên kurmanciya rojhilatî û ”henûke” ya soraniya mukriyanî jî çêkirine ku hemû maneya ”niha, vê gavê” didin. Heman paşgira ”-ke” herwiha peyvên ”evroke, iroke” yên kurmanciya rojhilatî de jî hene ku alternatîvên formên ”evro, iro” yên bi wateya ”îro, vê rojê” ne.

Lê paşgirên ”-ka, -ke” êdî di peyvsaziyê de ne çalak in û hokerên nû saz nakin.

Cudahiya peyvika “bi” di çêkirina hokeran de ji “bi” ya daçek ew e ku peyva serekî li pey daçekê diçeme lê di hokersaziyê de naçeme:

  • “bi” wek daçek: bi + hêz à bi hêz-ê (by force, with power)
  • “bi” di hokersaziyê de: bi + hêz à bi hêz (forcibly, powerfully) Carinan herdu form jî mimkin in:
  • bi zor (hemû komik / fraz bi hev re = hoker)
  • bi zorê (bi = daçek, zor = navdêr )

 

Cuhdahiya “bi” di hokersaziyê de ji “bi” di rengdêrsaziyê de ew e ku di hokersaziyê de ew ji peyva serekî cuda tê nivîsîn lê di rengdêrsaziyê de ew bi peyva pey xwe ve dizeliqe:

  • rengdêr: bi + hêz à bihêz: Ew kesekî bihêz e. (ew xurt e, ew qewî ye)
  • hoker: bi + hêz à bi hêz: Ew bi hêz şer dike. (bi xurtî)

Bi paşpirtika “-ane”

 

Vê dawiyê paşpirtika –ane bi rêya soranî ji farisî ketiye kurmancî jî û xaseten di zimanê nivîskî de pir tê bikaranîn bo çêkirina hin peyvan ji navdêran. Gelek ji wan peyvan hem wek hoker, hem wek hoker û hem navdêr tên bikaranîn:

 

  • mehane:
    • rengdêr: kovara mehane (ya ku her mehê carekê derdikeve, monthly)
    • navdêr: mehaneya wî 3 000 dolar e (meaş, muçe, pareyê ku her mehê ji ber karkirina xwe werdigire, monthly salary)
    • hoker: em mehane hev dibînin (her mehê, her mehê carekê, di mehê de carekê, every month)

Tevî ku ev paşpirtik heta van dehsalên dawiyê di kurmancî de tine bû jî, ew niha di zimanê nivîskî de bi awayekî pir aktîv tê bikaranîn û bikaranîna wî roj bi roj zêdetir dibe.

 

Paşpirtika “-kî”

Paşpirtika –kî hin hokeran bi taybetî ji navên gel an deveran çêdike:

  • erebkî (wek ereban, mîna ereban)
  • ermenkî (wek ermenan, mîna ermenan)

 

Paşpirtika –kî herwiha dikeve pey peyveke dubarekirî jî û wisa hokeran çêdike:

 

  • paşpaşkî, pêşpêşkî

 

Bi paşpirtikên “-î” û “-ê”

 

Hin rendgêr di kurmanciya navendî de dikarin bi paşpirtika –î bibin hoker. Di kurmanciya rojhilatî de li cihê wê paşpirtika –ê tê bikaranîn. Di herdu komdevokan de jî mimkin e ku ew heman rengdêr bêyî ti paşpirtikê bi guhastinê wek hoker bên bikaranîn:

 

rengdêr à hoker bi –î hoker bi –ê hoker bi guhastinê
gelek gel(e)kî gelekê gelek
hin(d)ek hin(e)kî hindekê hin(d)ek
piçek piç(e)kî piçekê piçek

 

Paşpirtikên –î û –ê di çêkirina hokeran ji rengdêran de êdî ne berhemdar û çalak in. Mirov nikare ji bilî van nimûneyên li jor (û belkî du-sê libên din) zêdetir hokeran pê ji rengdêran çêke.

 

 

Paşpirtika “-en”

 

Ev paşpirtika bi eslê xwe erebî ye û bi piranî tenê li gel peyvên ji erebî wergirtî heye. Ew hokeran hem ji rengdêran û hem jî ji navdêran saz dike:

  • heqîqet à heqîqeten
  • ihtimal à ihtimalen
  • qetî, qet’î à qetiyen
  • waqi’ à waqi’en, waqiyen
  • tarîxî à tarîxiyen

 

Carinan rengdêr bi xwe di kurdî de cih negirtiye yan pir kêm li kar e lê hokera jêçêkirî peyda dibe û berbelav e. Bo nimûne:

  • teqrîb-en

 

Hin caran ev hem paşpirtik li peyvên ne-esil-erebî jî tê barkirin:

 

  • dîrokî à dîrokiyen7 (wek wergera “tarîxiyen”)

 

Bi navgîna “û”?

Di gotina “hetaûheta” yan “heta û heta” de wisa dixuye heçku peyvika “û” hatibe bikaranîn. Ji aliyê etîmolojî ve eslê peyvê “heta bi heta” bûye wek “roj bi roj” lê di bilêvkirina sivik de B bûye W û taliyê wek “heta û heta” hatiye texmînkirin.

 

Husein Muhammed

Kovara Kanîzar, Hejmar:15

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply