Hoker Di Zimanê Kurdî De

MIJAR Û PEYVNASIYA WÊ

Hoker anku hevalkar (bi inglîzî adverb)1 ew peyv in ku wek ravekerên lêkeran (karan, fiilan, verban) tên bikaranîn. Hoker adeten çawaniyê, demê, cihî, sebebî yan awayê kirina yan qewimîna tiştekî diyar dikin.

Navên ku di rêzimanê de li van peyvan hatine kirin çawaniya wan peyvan diyar dikin. Bo nimûne, ”hoker” ji hi peyva ”ho” (hosa, usa, wisa, wiha, bi vî/wî awayî) û ji ”-ker” (kirin) hatiye çêkirin. Peyva ”hevalkar” (ku bi piranî di rêzimanên Başûrê Kurdistanê de tê bikaranîn – bi soranî bi awayê ”awelkar”) ji peyva ”heval” û ”kar” (lêker, fiil, verb) hatiye çêkirin ji ber ku hoker/hevalkar bi piranî li gel lêkeran tên bikaranîn û wan şirove û rave dikin.2

Hoker dikarin bersiva pirsên wiha didin:

  • çawa?
  • kengî?

Bo nimûne (hoker di nimûneyan de hatine xwehrkirin):

  • hat (çawa hat?)
  • îro dît (kengî dît?)

Ew herwiha dikarin bikevin pêşiya frazên lêkerî. Bo nimûne:

  • xweş stranan dibêje

 

1  Bi tirkî zarf, erebî ظرف û farisî قید

2 Bidin ber ”hevalnav” anku ”rengdêr” ku navdêran (navan) rave dikin.

 

Tevî ku hoker bi piranî wek ravekerên lêkeran tên nasîn. Lê hoker dikarin ji bilî lêkeran herwiha bi taybetî bo xurtkirina an sistkirina rengdêran jî tên bikaranîn:

  • zêde xweş
  • gelek hêja

Hoker herwiha dikarin wek ravekerên hev jî bên xebitandin:

  • pir bihêz neajo! (hem ”pir” û hem jî ”bihêz”) di vê hevokê de hoker )

HOKER JI ALIYÊ WATENASÎ Û BIKARANÎNÊ VE

 

Ji aliyê watenasî û bikaranînê ve hoker dikarin li ser çend beşên cuda bên parvekirin:

  • hokerên demî
  • hokerên cihî
  • hokerên çawaniyê
  • hokerên çendaniyê
  • hokerên misogeriyê
  • hokerên neyînîkirinê
  • hokerên mixabiniyê
  • hokerên dubarekirinê

Hokerên demî

Bi alîkariya hokerên demî wextê kirina an qewimîna tiştekî tê diyarkirin. Mirov dikare hokerên demî li ser çend beşan parve bike û nimûneyan jê bide:

  • nuqteyên demî yên diyar: bo nimûne ”îro, sibê, îşev, duhî, pêr, petrapêrar, hingê…”
  • dubarebûnên diyar: bo nimûne ”hero / herroj, salane, her hefte…”
  • dubarekirinên nediyar: bo nimûne ”roj bi roj, heta û heta, carinan, daîmen, hergav, ticar / çucar, qet, qetiyen…”

 

Hokerên demî bi piranî peyvên dariştî ne, bo nimûne:

 

  • ”îşev” ji ”î-şev”
  • ”rojane” ji ”roj-ane”
  • ”herdem” ji ”her” û ”dem”

 

Lê hin peyv jî li gor zimanê niha wek peyvên xwerû tên hesibandin, bo nimûne ”duh(î), pêr, hingê” lê di rastiyê de ew jî tarîxiyen peyvên pêkhatî ne.3

 

Hokerên çawaniyê

 

Bi alîkariya hokerên çawaniyê (hokerên awayî), mirov awayê kirin an qewimîna tiştekî diyar dike. Hokerên çawaniyê gelek caran rengdêr in ku wek hoker tên bikaranîn:

  • zû herin
  • xweş diaxivin

Awayê din yê berbelav yê çêkirina hokerên çawaniyê ew e ku rengdêr pêşî bi paşgirekê (adeten –î) tên navdêrkirin û paşî bi pêşgira ”bi” dibin hoker. Bo nimûne:

  • azad (rengdêr) à azadî (navdêr) à bi azadî (hoker)

Hokerên çawaniyê dikarin paşgiran jî ji rengdêran bên çêkirin (bo nimûne bi paşgirên –ane, -ka – li jêrtir binêrin.)

 

Hokerên cihî

 

Bi alîkariya hokerên cihî mirov der û devera qewimîna yan kirina tiştekî diyar dike. Hin nimûne ji hokerên cihî ev in:

3 Bo etîmolojiya van peyvan, binêrin: Rehnas – ferhenga etîmolojî ya kurdî: https://zimannas.wordpress.com/2016/11/02/3073/

 

  • vir
  • wir
  • hindir
  • jêr
  • jor
  • pêş
  • paş
  • hindir

 

Hokerên cihî dikarin an serbixwe yan jî li gel daçekên wek ”ji, li, bi …ve” û hwd. din bên xebitandin.

 

Hokerên çendaniyê

 

Hokerên çendaniyê miqdara anku qiyasa tiştan diyar dikin. Hinek ji nimûneyên hokerên çendaniyê ev in:

  • gelek, pirr, zehf, zêde, kêm, hindik…

 

Hokerên çendaniyê adeten rengdêr in ku bêyî ti pêşgir an paşgiran wek hoker tên bikaranîn. Hokerên çendaniyê dikarin hem bikevin pêş lêkeran û hem jî pêş rengdêran:

  • pirr xweş
  • pirr xwar

 

Misogeriyê

 

Hokerên misogeriyê pileya anku dereceya misogeriyê yan piştrastiyê (yan jî nemisogerî anku nepiştrastiyê diyar dikin. Hinek ji wan ev in:

  • belê, erê
  • belkî
  • illeh, bivê-nevê
  • helbet, bê guman

 

Hokerên neyînîkirinê

 

Hinek ji hokerên neyînîkirinê ev in:

 

  • na, ne, nexêr, no…
  • hîç, qet, qetiyen, qeten

Hokerên mixabiniyê

 

Hinek ji hokerên mixabiniyê ev in:

 

  • mixabin
  • heyf (wek ”heyf ku ew nehat”)
  • malesef, me’el esef
  • bi dax ve, be daxewe

 

Hokerên dubarekirinê

 

Hinek ji hokerên dubarekirinê jî ev in:

 

  • dîsa, dîsan
  • dubare, ducarî
  • cardin

 

HOKERÊN BIWÊJÎ

 

Hinek ji hokeran ji çend peyvan çêbûne lê ew bi awayekî mecazî tên bikaranîn û maneya wan nikare bi awayekî konkret ji peyvên ku ew jê pêk tê were fehmkirin.

  • serê sibê (hê zû li destpêka rojê)
  • destê êvarê (berê êvarê, teqrîben êvarê)

 

PEYDABÛNA HOKERAN

 

Di zimanê kurdî de hoker dikarin peyvên xwerû yan dariştî bin. Mebest ji ”peyvên xwerû” li vê derê ew e ku ew peyv ne ji du yan çend peyvên din û ne jî ji peyvekê û yek yan çend gireyan (pêşgiran an paşgiran) peyda bûne.

 

Hokerên xwerû

 

Bo nimûne, peyvên wek ”hêdî, kêm, pirr, zêde, xweş, zû” hokerên xwerû ne ji ber ku mirov nikare wan êdî parve bike ser çend beşan.

Hokerên xwerû yên çawaniyê bi eslê xwe rengdêr in lê li gor bikaranîna wan di hevokê de ew carinan rengdêr in û carinan jî navdêr in. Bo nimûne:

  • ew straneke xweş e (”xweş” li vê derê rengdêr anku sifet e)
  • ew xweş diaxive (”xweş” li vir hoker e)

 

Cudahiya hokeran ji rengdêran di kurdî de ew e ku rengdêr dikevin dûv navdêrên ku rengdêr şirove dikin lê hoker dikevin pêş peyvên ku rave dikin:

  • straneke xweş (”xweş” li vir rengdêr e)
  • xweş diaxive (”xweş” li vê derê hoker e)

 

Hokerên xwerû di kurdî de dikarin bi eslê xwe peyvên xwemalî bin (ji nimûneyên li jor ”kêm, pirr, xweş, zû) yan jî bi eslê xwe biyanî bin (ji nimûneyên li jor ”hêdî, zêde” ku bi eslê xwe ji erebî hatine.)

 

Husein Muhammed-Kovara Kanîzar, hejmar; 15

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply