Hîva Çardeşevî

Heçî dinya ava bûye;çavê gur li mihê bûye.

Gotina pêşiyan

 

Hemû neteweyên cihanê bi cihêwaziya xwe, bi folklora xwe ya taybet û bi reng û dengê xwe yê munferîd dihêtên nasînê.Lêbelê meriv nikare bibêje geşedanî û pêşketina çanda hemû milletan wek hev seyr kiriye; hinek qels in û qels mane hin jê jî dewlemend in û dewlemendtir bûne. Ev jî bi saya mekanîzmaya pergaliyê an go dewletê pêk hatiye.

 

Her kî bûye xwedî dewlet karûbarên sîyasî û xebatên kulturî bi hevdû ra kişandine;çimkî di qada dinê da ji bo parastina heyîna xwe bikî şerd û şirûden sereke ew e ku cudabûn û dewlemendiya kultura xwe pêşkeşî neteweyên dîtir bikî.Piştî ku çandak te ya resen tune be tenê konjoktura sîyasî têrî hebûna navneteweyî nake.

 

Çi dewlet dibe bila bibe wextê avakirina xwe da dibinê hîmaya wan da çiqasî netewe an gel hebin bêşert û merc ji kultur û folklor û dewlemendiya wan sûdê wergirtine, tevlî xwe kirine û bi vanan kultura xwe dewlemendtir kirine. Qaîdeyên dinê qet neguheriye; hertim serdest ji malê bindestan têr xwarine, bi xêra wan xwe pêşda xistine. Aya çi bikî…Her wekî dibêjin;

 

xwedêgiravî malê bindestan ji serdastan re helal e.

 

Misêwa nasnameyên jorîn (rêveber) nasnameyên jêrîn pelçiqandin e û serda jî ticarî mîna zanavek xweser nedîtine. Ji bo wan entegreyî xwe bikin tevekî rê û rêçikan dane ber xwe lê tiştekî ji bîr kirine; eger neteweyên serdest ji eva bindest dewlemendtir be bi rehetî dikare biqurtîne lê eva bindest ji neteweya serdest dewlemendtir be nikare bigihîjên miradên xwe.Belê, belam ku neteweya kurd jî ji hêla folklora xwe,kultura û kelepûra xwe dewlemend e, her çiqas deforme bûbe jî,  pirr nehatiye pişaftin.

 

Hercarî milletên dinê ji kaniya kurdî têr vexwarine û serda jî xwestine ku kaniya jê vexwarine bimiçiqînin.Qenebxêr be timîn, nezikî sedan sal, kurdan bi nezanîna ilm û îrfanê û bi tênegihîştina zanist û teknolojiyê tawanbar kirine.Ev helbet ji alî zikreşanda dihête hevdesazkirin daku kurdayetiye li hemberî çavan reş bikin û bi hêsanî tevlî hizr û ramanên xwe bikin.

 

Gelo birahîn jî wisa ye, gelê kurd ji zanistê ya jî ji ilmê fehm nakin ?

 

Nexêr, de kerem bikin…

 

1)     Hîva çardeşevî (tr.dolunay): çima bi navê hîva çardeşevî di zimên de bi cî bûye?

Çimkî hîv(heyv), piştî hîvanû çarde roj şûnda tam tije dibe;loma jê ra  “hîva çardeşevî “dihêt gotinê. 

 

Wekî ku di vê mînakê da jî dixuye haya xelkê ji zemanên berê da  ji ilmê stêrknasiyê hebûye. Tew ev rasteqîniyek gurr û geş e, çi heyf, di nava milletê me da kêmaniya xwendinê pirr xwe daye der;helbet ev nayê wê menayê ku tevekî  ji xwendin û dîtinê bêpar in.Di dewr û dewranên kevin da ji nava me jî pîspor û zana û şarezayê fezanasînê derketine (Mînak: Ebû Henîfe Dînewerî,Îsmaîl Îbnî Rezzaz El Cezerî)

 

  1. a)    Pirsek:Gelo milletekî ku ji zanistê fehm neke dê ji ku bizanibe heyva çardeşevî pîştî hîvanû çarde roj şunda tije dibe ?

 

2) wekheviya şev û rojê ( ekinoks,gece gündüz eşitliği): 

 

” Adar û newroz e 

Wekhev e şev û roj e “ (çîvanokek gelêrî)

 

21 ê adarê newroz e.Tevî newrozê li çar aliyê dinyayê ji alî demê da şev û roj yeksan dibe. Loma jî çîvanokek wiha bi vî rengî di devê xelkê da hatiye gerînê.

 

  1. b)     Pirsekgelo kesên ku bi ilmê re ne têkildar bin dê ji ku bizanibin di  21ê adarê da şev û roj wek heve ?

 

3) rojhilat û rojava (doğu-batı,şark-garp)

 

Her wekî ku dihête zanînê welatê me ji çar perçeyan pêk tê. Perçê rojhilat îranê dihewînê,perçê rojava jî suriye dihewîne; ji ber ku camê cîhanûma ji milê rojava ber bi milê rojhilatê gerîna xwe ya 24 seatan pêk tîne roj/tav ji rojhilat dertê û ji rojava jî ava dibe. Loma jî ciyê ku tav jê hiltê re dibejin rojhilat;ciyê ku ava dibe jî rojava tê gotinê.

 

  1. c)      PirsekGer ku  ji ilm û îrfanê ji zanist û teknolojiyê bêpar bûna dê ji ku bizanibûna aliyê rojhilat û rojava li ku re?

 

Di van xalan da jî tê xwanêkirin ku gelê  kurd ji berê da bi ilm û zanistê hemhal e.Her kî berevajiyê wî bilêv dike  ne bi zimandirêjiyê bila van xalan ji kerema xwe re bibersivîne.

 

Ciwandil Çeleng-Çandname

ciwandilceleng@gmail.com

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply