Hinek Yekemînên Kurda

Hinek Yekemînên Kurda

Yekem mînaka nivîskî ya wêjeya kurdî ya berî islamê: Yekem helbesta kurdî ya naskirî B.Z. Di sala 330-an de ji hêla Baraboz ve hatiye nivîsandin.

• Yekem helbestvanê wêjeya Kurdî ya Klasîk (wextê îslamê) Baba Tahir Hemedanî (Uryan) û Alî Herîrî ye.

• Yekem dengbêjê navdar yê kurdan: Evdalê Zeynikê ye(Van – Mûks).

• Dengbêja yekem a jin: ku li sovyeta kevin jiyayî hûnermend Sûsika Simo ye

• Di aliyê pêxşanê de berhema yekem ku nivîsandiye, nivîskarê kurd Elî Dinewerî ye (di sala 820 – 895) Ev nivîskarê kurd, ku li ser babetên zanistî nivîsiye, xebata xwe bi zimanê erebî nivîsiye.

• Yekem nivîskarê edebiyata kurdî, İbn-î Xalîkanê Hewlêrî ye. (Ev li gor Enver Mayî ye)

• Mistîkvanê (Tasavvuf) yekemîn yê Kurd Melayê Cizîrî ye. (1570 – 1640)

• Helbestvanê yekem ku behsa mijara netewetî kirî Ehmed-i Xanî ye. (1651 – 1706)

• Yekem ferhengoka kurdî beşeka ji “Nubîhara Biçûkan” e. Ev jî hêla Ahmedê Xanî ve hatî nivîsandin.

• Pirtûka yekem a rêzimana kurdî Alî Teremoxî nivîsandiye (Sedsala 16-an)

• Bi helbestên xwe yên coş û kelecanî helbestvanê bi nav û deng bûyî Feqiyê Teyran e (1390 – 1660)

• Yekem mewlûda Kurdî ji hêla Melayê Batê ve hatiye nivîsandin. (1417 – 1491)

• “Hawar” kovara yekem e ku bi Alfabeya Latînî ji hêla Celadet Bedirxan ve hatiye çap kirin. (1930)

• Yekem nivîskarên jin ên kurd ku berhemên wan heta îro gihiştine Mah Şeref Erdelanî û Mihrîbana Berwarî ne. (1814 – 1865; texmîneke xurt e ev her du jin heman salan de jiyane)

• Yekem şanoya naskirî ya kurdî di dîrokê de “Ecel-i Kaza” e, ku di sala 1872-an de ji hêla Ebuzzîya Mehmed Tewfîq ve hatiye nivîsandin. Ebuzzîya Mehmed Tewfîq, nivîskarê pirtûka “Ecel-i Kaza”, ku tê wateya “qezaya bi mirinê ” an “mirina nebaş”, Ebuzzîya Mehmed Tewfîq ji kurdên Anatoliya Navîn e. (Çavkanî: Sedat Ulugana, şanoya kevnare ya Kurdan: “Ecel-i Kaza”)

• Yekemîn rojnameya kurdî: “Kurdistan” e , ji hêla Miqdad Mithad Bedirxan ve hatiye çap kirin, 22-ê Avrêl 1898, Qahîre – Misir.

• Komeleya yekem a kurdan: komeleya Azm-î Kavî ya Kurdistanê , 1900 Stenbol.
• Komeleya yekem a jinên Kurd: komeleya Teaî Nisvan e, 1919 Stenbol

• Komeleya yekem a xwendekarên Kurd: Komeleya xwendevanên Kurd ( Hêvî ) ye. 1912, stenbol

• “Memê Alan”, wekî yekem nivîsara şanoya nûjen a Kurdan tê hesibandin, lîstokeke ku ji hêla Abdurrahîm Rahmî Colemêrgî ve di sala 1918-an de hatiye nivîsandin.

• Piyesa yekem a kurdî: “Birîna Reş” (kara yara) – Di sala 1959 an de, Musa Anter di hucreya xwe de li Girtîgeha Leşkerî ya Harbiye nivîsiye

• Lîstika yekem ku karakterên Kurd di şano û sînemaya tirkî de hatî pêvajoy kirin: “Erdhej û Perîşanî” ye. di 1977an de.

• Yekemîn fîlimek kurdî ku ji bo Oscar bibe namzed: “Şîwenî Befir” e

• Klîba yekem bi kurdî li Tirkiyê “Ferhat Tunç” çêkiriye

• Fîlimê yekem ê Kurdan: Di sala 1926-an de, fîlimê “Zerê”, ku behsa rewşa jinên kurd dike.

• Romana şeytanokan(çîzgî roman) a yekem bi kurdî: “Mirina Jaro” (jaronun ölümü), ji hêla Mamê Elî ve hatiye nivîsin. Xêzker jî Levent Ozkan.

• Yekem qehremanê şeytanokê (kartonê) ya zarokên kurd: “Guldexwîn”, ji hêla îbrahîm Sedîyanî ve. Xêzker Zişan özeke. (21 Adar 2012 – Malpera Siirt’ten Öte Haber Kültür )

• Rojên yekem ên fîlimê Kurdî li bajarê Koln, Almanya pêk hat. 1.Rojên Fîlimên Kurdî yên Kolnê, ku bi hevkariya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û Baran Kültür Evi , di 30ê îlonê , 2006an çêbûye.

• Çapxaneya ku ketî sînorê Kurdistanê: çapxaneya ku li Erzeromê di sala 1856-an de di dema Osmanî de hatî avakirin, yekem çapxane li ser xaka Kurdistanê ye.

• Çapxaneya yekemîn a Kurdan: çapxaneya rojnameya Kurdistanê . 1998 Misir, Qahîre

• Yekem çapxana kurdan a nûjen: Huseyîn Huznî Mûkriyanî, 1915 Heleb.

• Yekemîn rojnameya kurdî ku bi zagonî hatî weşandin: Rojnameya Teâvun û Terakkî, 1908 – Stenbol.

• Weşana yekem a Kurdan: Bi weşandina rojnameya bi navê “Roja Teze” li Ermenistanê di sala 1921-an de.

• Koma yekem ya muzîka kurdan: Koma Wetan, 1970. (Koma Rockê ye)

• Enstîtuya yekem a Kurdan: Enstîtuya Kurdan ya Parîsê ye

• Xebata Yekemîn a li ser Kurdolojî: Maurizio Garzoni yê îtalyanî “Rêziman û Ferhenga Zimanê Kurdî”.

• Yekemîn zanîngeha ku zimanê akademîk bi kurdî hate bikar anîn Zanîngeha Sleymaniye ye, ku di sala 1968-an de hate damezrandin.

• Çîroka yekem a kurdî: Di 1840-an de, Mela Mehmûd Beyazidî çîrokek bi şêwazên “Mem û Zîn” nivîsand û yekem çîroka ku di wateya çîroka îro de hatî nivîsandin, nivîsand. Wekî din, çîrokên bi sernavê “Çîrok” ku ji hêla Fuat Temo ve di kovara “Roja Kurd” de hatî nivîsandin, mînakên herî pêşkeftî yên çîrokbêjiya kurdî ya nûjen in.

• Gotara pêşî ya akademîk a kurdî ya nûjen: Kovara “Mukkadime” ku ji hêla Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Artukluyê ve hatî çap kirin. Kovar 12 gotarên akademîk pêk tîne, yek jî bi Kurdî ye.

• Yekem helbestvanê kurd, ku xebatek nûjen çêkirî, Abdullah Goran e. (Helebçe, 1904 – 1962)

• Pirtûkxaneya yekem a kurdan: Kitabxanêya Kurd, Sweden – 10ê cotmehê 1997.

• Malpera yekem a jinên kurd: FeminKurd.net, 2012 Amed.

• Kemaçevanê yekem ku tê nasîn “Miradê Kinê ” ye. Miradê Kinê wek mîrê ribabê tê nasîn.

Berhevkar: Kurdologbeg

Çavkanî https://kurdologbeg.wordpress.com/2020/07/01/di-diroka-kurdan-de-tisten-yekemin/

Nîşe: min 2 heb vîdeo jî amade kirin. Di demeke nêz de. Wê li ser youtube werin parve kirin.

https://www.youtube.com/channel/UCeyhtgpnD-wg-rldjlLC1rA

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply