Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin

Hinek kurmancên me qaydeyên sîstemîk yên kurmancî xira dikin. Mesela, Rênas Jiyanî gotiye “Xwedê û wext xelet hatiYe xitimkirin.”

Li gorî qeydeyên kurmancî (zazakî jî her wisa) fiîl li gorî xisûsîyeta obje yan subjeya ku lê tesîr dike tê kişandin. Bo nimûne, kurmanc dibêjin “Ga hatiYe dizîn. Bizin hatiYe dizîn.” Lê eger ji yekî zêde bin, hingê dibêjin “Ga û bizin hatiNe dizîn.”Ev qeydeyeka bingehîn e, yanî sîstema zimên bi xwe wisa emir dike.

Azadî jî gotiye “[…] me […] bi hev re demÊN xweş […] derbas kiriYE”. Di vir de eger “dem” yekhejmar be, divê fiîl jî yekhejmar bihê kişandin. Yanî wek “Me bi hev ra demeka xweş derbas kiriYe.” Lê ji ber ku “dem” pirhejmar e, hingê divê “Me bi hev ra demÊN xweş derbas kiriNE” be.

Îcar Lalî tam tersê wan nivîsîye, dibêje “Her teyr bi refên xwe re difirIN.”
Ev gotina pêşîyan e, gelek meşhûr e, di nav hemî kurdan de tê zanîn û dibêjin “Her teyr bi refê xwe re difirE.” Ji Qersê bigrin heta Hewlêrê, ji Efrînê bigrin heta Urmîyê, tu kes nabêje “Her teyr bi refê xwe re difirIN”. Çimkî “her teyr” jixwe bi tena serê xwe teyrek e, yanî “hemî teyr” nînin.

Ev her sê kes jî wekî helbestavan/nivîskar/redaktor têne zanîn. Ji ber ku ev heval qeydeyên zimên wisa xira dikin, hingê ciwanên ku wan bo xwe mînak dibînin û di rojname û malperan de metnên nûçeyan dinivîsin jî van xeletîyan tekrar dikin.

Di hemî zimanan de peyv tim di halê hereketê de ne; winda dibin, dihên jibîrkirin yan diguherin, yên nuh dihên îcadkirin yan çêkirin, ji zimanên din dihên girtin. Lêbelê sîstema zimên, yanî qayde divê gelek bi hesasî bihên parastin.

Rojan Lezgin

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply