Hinara Bextiyar Elî ya dawî bi Zaravayê Kurmancî derdikeve

Nivîskar û wergêrê Kurd Besam Mistefa Kurmancîkirina romana Hinara Dawî ya Dinyayê ya helbestvan û romannivîsê navdar ê Başûrê Kurdistanê Bextiyar Elî xilas kir. Biryar e ev roman di mehên li pêş de ji aliyê Weşanxaneya Avestaê ve li Stenbolê bê çapkirin.

Li ser Kurmancîkirina romana xwe, Bextiyar Elî ji wergêr Besam Mistefa re ragihand ku, romana Hinara Dawî ya Dinyayê berê ji bo zimanê almanî hatiye wergerandin û heta niha 4 caran hatiye çapkirin, lê guhastina wê ji zaravaya Soranî bo Kurmanciya Latînî li ba min ji wergerandina wê bo zimanê ingilîzî û almanî girîngtir e, çimkî Kurmancîkirina vê romanê nefeseke wêjeyî ya germ û bicoş dide geşbûna zaravayên zimanê kurdî û ez pir kêfxweş im ku ev romana min bi Kurmancî derdikeve.”

Besam Mistefa ku romana Hinara Dawî ya Dinyayê guhastiye ser zaravaya Kurmancî, ji Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji xebatkarên Tora Medyayî ya Rûdawê ye û ji bilî karê xwe wek rojnamevan, heta niha bêhtirî 10 berhemên wêjeyî ji zaravaya Soranî guhastiye ser zaravaya Kurmancî, wek berhemên: Eta Nehayî, Mihemed Mukirî, Ferhad Pîrbal û Şêrzad Hesen.

Berî romana Hinara Dawî ya Dinyayê, Mistefa sê romanên Betiyar Elî yên din bi navê Êvara Perwaneyê, Apê Min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir û Qesra Balindeyên Xemgîn kirine Kurmancî ku ev roman bi Kurmancî bi taybetî li Bakurê Kurdistanê rastî pêşwaziyeke pir germ ji aliyê xwîneran ve hatin.

Li ser Kurmancîkirina romana Hinara Dawî ya Dinyayê, Besam Mistefa ji (Edeb û Kultûra) Rûdawê re got: “Kurmancîkirina vê romanê di çarçoveya projeyeke min de tê ku ez dixwazim hemû berhemên Bextiyar Elî ji zaravaya Soranî biguhêzim ser zaravaya Kurmncî, çimkî bi baweriya min Bextiyar Elî ne kêmî edîbên cîhanê yên naskirî ye.”

Mistefa axaftina xwe wiha qedand: “Bi rastî xebînet e ku berhemên Bextiyar Elî tenê di çarçoveya zaravayeke zimanê kuudî de asê bimînin û divê Kurdên parçe û zaravayên din jî ji wan bêpar nemînin.”

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply