Çarşem , 25 Sermawêz 2020

“Hin çîrokên nivîskî ên modern ên kurdî hene ku mirov dikare wan û çîrokên cîhanê bide ber hev.”

Nivîskarê ku di pê xebata 20 salan re, ji tûrikê danehev û berhevkirina xwe 18 hezar biwêj deranîn û di ferhengekê de civandin. Belku cara pêşîn e ku di nava civata nivîskarên neteweyê kurd de nivîskarekî ev hejmara mezin ji bêwijan berhev kiribe û ew bi awayekî akademîk di pirtûkekê de rêz kiribin. Nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq ku di sala 1965’an de li Farqîna Amedê ji dêya xwe bûye, di nîva salên 90’an de derbasî qada nivîskariyê bûye. Yekem berhevoka wî ya kurteçîrokan (Kakil) di sala 2002’yan de çap bûye. Ji xebatên berhevkirinê û nivîsîna bi zimanê kurdî wêdetir, Zeraq edîtoriya rojname û kovaran jî kiriye, her wiha çend berhem ji tirkî li kurdî wergerandine.

Beşa pêşîn ji vê hevpeyvîna ku Bûyerpressê bi nivîskar Dilawer Zeraq re kiriye, der barê danasîna biwêjan û veqetandina wan ji parçeyên din ên zargotinê de ye. Di beşa duyan de Zeraq rewşa kurteçîroka kurdî ya modern û hin babetên girêdayî wê dinirxîne. Ji ber ku Dilawer Zeraq teza xwe li jêr navnîşana “Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De” amade kiriye û weşandiye, me beşa sêyan a vê hevpeyvînê ji bo babetên Hawarê û rewşa kurdiyê di wê serdemê de veqetand.

– Em ê ji dergehê biwêjan derbasî hevpeyvîna xwe bibin. Ji ber ku ji her kurdekî zêdetir, tu yê bêhtir karibî ji pirsên evê hêmanê re bibî bersiv, dixwazim bipirsim: Tu çawa biwêjan pênase dikî?

Biwêj, ew qalibên gotinan in ku hêman û dînamîkên herî girîng û bibandor ên zimanekî ne. Ji bo diyarkirin û têgihiştandina têgihan, bi mantiq û qalibên arizî yên wî zimanî hatine dîtin û afirandin. Her biwêjek, li gorî qalib û bikaranîna xwe xwedî çîrok, serpêhatî û qewamekê ye. Her wiha, biwêj, ji aliyê wate, dirûv, wesf û çawaniyê ve xweserî xwe ne; zêdetir ne di wateya ku pêşî tê fêmkirin, di wateyeke din, -wateya duyemîn a mecazî- de tên bikaranîn.

– Ji tevahiya parçeyên zargotinê, dibe ku herî zêde di navbera biwêj û gotinên pêşiyan de nêzîkbûnek hebe. Gelo mirov çawa dikare biwêj û gotinên pêşiyan (pend) ji hev cuda bike û bizane kîjan biwêj e û kîjan gotin e? 

Rast e. Biwêj û gotinên pêşiyan ji gelek aliyan ve nêzî hev in. Lê belê, hin hêman û taybetî hene ku mirov dikare kêm zêde, yan jî bi rêjeyeke heta ji sedî not jî wan ji hev derxe û cihê bike. Bi çend mînakan:

a- Gotinên pêşiyan pend û şîret tê de hene, lê biwêjan ev taybetî nînin. b- Gotinên pêşiyan gelek jê ji hevokên temamkirî pêk tên, lê biwêj dibe ku hevokek nîvçe be, hevoka şikestî be, yan jî ji du peyvan pêk hatibe û qet ne hevok be jî.

c-Gotinên pêşiyan xwedî hikmekî ne û nêrîn û darazê rasterast û aşkera dihewînin, lê belê biwêj, bi temamî li ser mecazê hatine danîn. Her wiha mecaz di hin gotinên pêşiyan de jî peyde dibe, lê hevokbûna wan an jî daraza aşkera û zelal dibe sedem ku ew nebin biwêj.

– Ta çi radeyê pêwîstî bi bikaranîna biwêjan di nivîsên wêjeyî yên nûjen de heye?

Pêwîstiya bikaranîna biwêjan, ne li ser nivîsên wêjeyî ye. Biwêj, di bikaranîna zimên bi xwe de pêwîstiyek e. Çi nivîsên wêjeyî, çi rojnamegerî, çi zanistî û çi jî cureyekî dîtir, her yekî di warekî de, di dîsîplînekê de pêwîstî bi ravekirinekê heye û ev ravekirina taybet jî pêwîstî bi biwêjan heye. Loma jî, heke em bi awayekî giştî bala xwe bidinê, biwêj, ziman bi xwe ye; her wiha hemû rê û awa û cureyên vegêran û vegotinên zimanî, di xwe de biwêjan dihewînin. Herçî nivîsên wêjeyî ne, ew jî bi heman awayî ne, yanî her wekî cure û dîsîplînên cihê, li gorî mijar, vegêran û divêtiya nivîsê pêwîstî bi bikaranîna biwêjan dibîne. Loma jî mirov nikare vê pêwîstiyê bi ast û derece û radeyan diyar bike.

– Ji tevahiya parçeyên zargotinê, te biwêj berhev kirin. Sedemên hiblijartina te ji daneheva biwêjan re çi bûn û mekanîzma amadekirina “Ferhenga Biwêjan” bi çi awayî bû?

Biwêjan, hema di destpêka nivîskariya min de giraniya xwe da nîşan. Di warê derbirînê de pêwîstiya min bi bikaranîna hin biwêjan çêdibû, an jî di vegêranê bi xwe de hin biwêjan xwe li min ferz dikirin da ku wan bi kar bînim. Û ji ber ku min dixwest zimanê vegêrana wêjeyî bi awayekî berfireh daynim, min pêwîstî bi awayekî dîtir ê vegotin (vegêran) û derbiranê didît. Yanî dikarim bêjim, serê pêşîn bo min pêwîstiyek bû ku ez gencîneya xwe ya biwêjan pirtir û zengîntir bikim. Ji ber vê hindê, min berhevkariya destpêkî bo xwe kir. Lê piştre, hay jê bûm ku biwêjên ku min berhev kirine, wekî hejmar û wekî naverok, gihiştine qewareya ferhengan. Loma jî, êdî min berhevkirina biwêjan, bo xwe kir xebateke dîtir a nivîskarî û ferhengsaziya xwe. Û wekî xebata dawî, min ferhenga biwêjan a zaravaya kurmanciya jorîn amade kir ku hejdeh hezar (18.000) biwêj tê de cî digirin.

– Em ê ji biwêjan bibihurin û berê xwe bidin kurteçîrokê, lê em ê careke din xwe bisipêrin gencîneya zargotinê. Li gel hebûna mîrateke dewlemend ji çîrok û serpêhatiyên kurdî, kurteçîroka nûjen (modern) a kurdî gaveke ku layiqê evê mîratê be, avêtiye?

Pirs du alî ye. Ji ber ku mîrata dewlemend a çîroka gelêrî digihîje hezar salan û mîrata çîroka modern -nivîskî- hêj sedsalî ye. Her wiha, heke em ji aliyê bingehbûna çîroka gelêrî ve bala xwe bidinê, em dikarin bêjin, belê ev bingehbûn têra xwe pêk hatiye. Ev bingehbûn, ji aliyê sazkirina zimanê çîrokê ve bes dibe sedem ku çîroknûsek, bêyî ku li ser gramera hişk bisekine û qaydeyên wê li xwe bike rêç û rêbaz, heke hay ji zimanê vegotinê (vegêranê) hebe, dikare li ser vî zimanê vegêranê çîrokan binivîse. Her wiha, çîroka modern qonaxeke dîtir e ku sazkarî û honaksaziyeke taybet jê re divê. Ev honaksazî ne wekî honakên çîroka gelêrî ye. Loma jî, ji gelek aliyan ve, qonaxa çîroka modern a kurdî ji mîrata çîroka gelêrî cuda ye û jê azad e. Têkiliya çîroka gelêrî û çîroka modern, bi giştî li ser ziman û çandê ye ku her ku diçe, bi saya jiyana bajarvanî a bilez ev têkilî jî ji hev dûr dibe û her yek li aliyekî dimîne. Û çîroka gelêrî dimîne bes wekî mîratekê. Heke pirs gavavêtina çîroka modern a bo layiqiya mîrata çîroka gelêrî ye, ez dikarim bêjim, ne hewce ye em li ser vê pirsê demê ji xwe bibin. Ji ber ku, êdî mesîleke dîtir a çîrokê heye ku wekî çîroka modern tê binavkirin, gelekî taybet e û ji gelek aliyan ve jî ji çîroka gelêrî û mîrata wê dûr e. Em dikarin bêjin, êdî her yek qedeke cuda û taybet e. Loma jî, heke pirs ev be; gelo çîroka modern a kurdî gaveke xurt bo pêşdeçûnê daye? Ez bo vê pirsê dikarim bêjim, bi qasî ku mirov karibe behsa gavên xurt bike, gavên avêtî hene û her wiha hin çîrokên nivîskî ên modern ên kurdî hene ku mirov dikare wan û çîrokên cîhanê bide ber hev (berawirdî hev bike).

Gelek kesên ku helbestan dinivîsin, ne helbestkar in, lê helbestnûs in.

– Piraniya nivîskarên kurd ji berhevkirina folklor û zargotinê yan jî ji helbestê dest pê dikin, lê tu ji dergehê kurteçîrokê derbasî cîhana wêjeyê bûyî. Ji ber çi kurteçîrok?

Bêyî ku ez kesekî têxim ber sûcdarî yan jî gunehkariyê, dikarim vê bêjim; gelek kesên ku helbestan dinivîsin û bi wê dest bi nivîskariyê dikin, dibêjin qey helbest bes ji nivîsîn û derbirana hestan pêk tê. Lê na, ne wisan e. Ev zanîneke şaş e. Belê hest di helbestê de hene, serwer in, lê belê ne bingeh in. Helbestkarî, hinekî jî avakarî ye. Her wekî nivîskariyê. Û bi ya min helbestkarî hinekî jî ji zikmakî ye (yanî ji jidayîkbûnê ye), jê pêvtir, gelek kesên ku helbestan dinivîsin, ne helbestkar in, lê helbestnûs in. Ji ber hindê jî, ez ne helbestkar bûm ku min bi helbestê dest bi nivîsê bikira. Û digel wê jî, min hez dikir û dixwest hest û ramanên xwe, çîrokên ku jiyanê bi min û bi mirovên dîtir re ava dikin, bi awayekî berfireh, bi hevokên aşkera û neguvaştî derbibirim. Û ji ber van her du sedemên sereke, gava min nivîsî, min bi çîrokê yan jî bi kurteçîrokê dest pê kir.

 

Ez Hawarê bi taybetî ji bo kurmanciya jorîn û ji bo Kurdistana Bakur wekî destpêka wêjeya modern didim nasîn û qebûl dikim.

– Di dabeşandina serdemên wêjeya kurdî de, tu Kovara Hawarê wekî destpêka wêjeya modern didî nasîn. Hawarê ev nûjenî afirand, an jî hebû û Hawarê geş kir û weşand?

Min divê ez bêjim, ez Hawarê bi taybetî ji bo kurmanciya jorîn û ji bo Kurdistana Bakur wekî destpêka wêjeya modern didim nasîn û qebûl dikim. Belê, hin liv û parçeyên nûjenbûna wêjeya kurdî berî qonaxa Hawarê xuya dikin. Ew parçe û nîşane, di weşanên ku di serdema osmaniyan de û li Stenbolê derçûne, xuya dikin bi me ve. Di weşanên wekî Rojnameya Terakkî Teavûn a Kurd, Kovara Rojî Kurd, Kovara Hetawî Kurd, Kovara Jîn de. Wekî hewleke nûxwazî hin nivîs hene û bi taybetî çîroka nîvçe ya Fu’adê Temo û nivîsên nivîskarên wekî Xelîl Xeyalî, Kemal Fewzî û yên din. Lê belê ev hewildan nebûne armanc ku bibin gav û pêngaveke xurt. Bes wekî hewlidanekê mane. Loma jî mirov nikare van hewildanên qels û nekartêk ên vê qonaxê wekî hebûnekê qebûl bike û bêje moderniya Hawarê li ser vê hebûnê ava bû. Herçî qonaxa Hawarê ye, bi taybetî ji aliyê helbest û çîrokê de, armanc nûxwazî û nûjenkirin e. Wekî mînak, helbesta Celadet Bedirxan a bi navê Bilûra Min, helbestên Qedrîcan, Cegerxwîn, çîroka Celadet a bi navê Gazinda Xencera Min û çîrokên Osman Sebrî û Kamûran Bedirxan, bi temamî li ser vê armancê hatine nivîsîn. Û ev ne lêrasthatin û qewimîneke bêhemdî xwe ye. Ev berhem bi hişyarî, bi zanebûn, bi helwest û bi sekneke nûxwazî hatine nivîsîn. Loma jî hêman û sedema ku Hawarê dike destpêka qonaxa modern, ne tenê berhemên ku wek şikl, teşe, dirûv û naverokê modern in; nexêr. Sedema sereke û esasî ew e ku nivîskarên wê kovarê û wê qonaxê wekî sekn û helwesta modern û nûxwazî ev yek pêk anîne. Yanî jixwe armanca wan ew bûye û wan bi xwe ji hêlekê ve jî jiyan bi vê nûxwaziyê qebûl kiriye. Û heke em ji hêla dîtir ve jî bala xwe bidinê; em dikarin bi xweşikî bibînin ku Hawarê wêje û nivîskariya kurdî -bi taybetî kurmanciya jorîn- ji bandora dîn dûr kiriye û taybetiyeke sekuler dayê. Ev yek bi tena serê xwe, sedem û nîşaneya nûjeniyê ye.

– Eger em li edîtorî û sernivîskariya Hawarê binihêrin, ji sererastkirina şaşiyên rêziman û rastnivîsînê wêdetir, xweş diyar e ku rengê Mîr Celadet di tevahiya nivîsên nivîskaran de serdest e. Tu vê xalê çawa dinirxînî?

Ev rewş gelekî normal e. Ji ber ku wekî destpêk wî kovar daniye, amade kiriye û belav kiriye. Helbet wekî hemû mirovan, ezezî û jixwerazîtiyek pê re jî hebûye. Îcar ku tu ji malbata torin bî û neviyê mîrektiyekê bî, ev yek heta tu bêjî bes normaliya xwe ava dike; ji ber ku ew dem û qonax vê yekê hildigire. Lê belê, ji aliyekî ve jî, di heman demê de wek malbata torin, malbatên Cemîlzadeyên Amedî hene ku em ji awayê nivîs û ji xwendina bîranînan hay jê dibin ku qayîşkêşanek di navbera wan de pêk hatiye. Her wiha, zanîna şeş zimanan a Celadet jî bûye sedem ku rengê wî bide ser nivîsên nivîskarên dîtir. Ev rewş bi ya min, wekî mijareke dîrokî û soyolojiya wêjeyê hêjayî lêkolînê ye, lê belê wek dem û qonax û wek rewş û zanîna wê demê, normaliyekê jî di xwe de dihewîne.

– Eger Xweyîbûn nebûya, Hawar dê hebûya?

Kurt û kurmancî, na. Wekî çawan dastana Memê Alan nebûya dê Mem û Zîna Xanî tunebûya. Wekî çawan Nalî nebûya dê Koyî tunebûya. Ev yek wekî zincîreyeke diyalektîk bi hev ve ye û ne hewceyî gengeşeyê ye ku mirov li ser raweste.

Geşkirina zimanekî, bi hevkariya qada siyasî û qada nivîskarî û pê re jî ya xwendewariyê pêk tê.

– Xwedîderkirtina kurdan li kurdiyê û geşbûna wê, girêdayî egerên siyasî û rewşê ye yan jî rêyine din ji bo vekirina evê girêkê (girêka paşguhkirinê) hene?

Xwedîtîlêkirin û geşkirin, xwedî egerên cihê ne. Gava li dinyayê bes kesek bimîne ku bi zimanê kurdî diaxive û dinivîse, ew kes dîsan dikare heta mirina xwe xwedîtiyê li zimên bike; bi xwe bi xwe re be jî bi kurdî biaxive û ji bo xwe be jî bi kurdî binivîse. Xwedîtîlêkirin di bingeha xwe de armanc û daxwaza parastina bo xwe jî dihewîne. Lê belê geşbûn û geşkirin, girêdayî gelek kesan e. Geşbûn an jî geşkirin, kar û xebateke kolektîf û hevkariyê ye. Geşkirina zimanekî, bi hevkariya qada siyasî û qada nivîskarî û pê re jî ya xwendewariyê pêk tê. Loma jî, egera sereke ya geşkirinê, perwerdehiya bi zimanekî ye. Tu zimanek bes bi axaftinê geş nabe. Pêaxaftin mirina wî zimanî hinekî din jî dereng dixe. Lê wî zimanî rizgar û geş nake. Lê pênivîsîn û perwerdehiya bi zimanekî û pê re jî bikaranîna wî zimanî ya di qada medya û ragihandinê de, digel serdestiya siyasî, egerên sereke ne bo geşbûn û geşkirina zimanekî.

Bi yek hevokê:

– Tu ji bo çi dinivîsî?

– Bo birçîhiştina ruhê xwe yî zimanî.

– Di geşta nivîskariya xwe de, tu li tiştekê poşman bûyî?

– Na.

– Gotina herî xweş ji bo te?

– Xweş.

– A herî ne xweş?

– Nexweş.

– Qehermanê te kî ye?

– Tune.

– Bi hevokekê xwe bibêje, tu kî yî?

– Mirovekî xwedî dil.

– Careke din sipas dikim. Gotina dawî?

– Sipas bo te jî. Kurd mirovên xweşik in.

 

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

Ev hevpeyvîn di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01

Jêderk: buyerpress.com

 

About ziman

Avatar

Check Also

Momo û Dizên Demê

Pirsgirêka  herî mezin ya mirovê modern ‘dem/wext’ e. Nikare bi wextê re serî bikişîne. Di …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.