Bo jiyanek(e) xweştirîn
Gel mezin û biçûkan
Hezkirin e hezkirin
L-dar û ber û çivîkan
Reng û ava jiyanê
Kêfxweşiya cîhanê
Hezkirin e li canê
Û li rûyê zarokan
Em biçûk in lê hîsdar
Dihesînin her reftar
Dilê jar û dilê har
Dibe wek hev ti zeman
Ji biçûk û mezinan
Av û hewa niştiman
Dar û ber û her heywan
Hezkirin bo me zaran
Her demê şerd û ferz e
Ser û dilê min berz e
B-ev hezkirin û hez e
Dûrika me zarokan
Mustafa Rêzan
05.06.2017 AMED