Li gor gotinan wextekî ji wextên Xwedê de mêrikek hebûye. Ew[1] jî weka te agirê kelepaçeyê (Ser û pê) girtiye nava wî, nava wî ji kelepaçeyê re şewitiye. Çûye bajêr, gotiye, ez ê herim kelepaçeyek ji xwe re bînim û werim.
Kelepaçeyê aniye û hatiye malê, jina wê jî biriye kelepaçê kizrandiye, şûştiye û çêkiriye, daniye ser agir, sexmika[2] jî daye binê tifikê. Axirî jinikê wê rojê kelepaçe petiye û aniye ser sifrê.
Tu nabêjî hezar pitrûk jî diçe sêniya merê wî. Çaxê mêr difekire ku sergîn nav hezar pitrûkê wî de dertê, merik radibe jina xwe re dibeje:
“Te kelepaçeya sergîn daniye li ber min, bi her sê telaq ez ê te berdim!”
Mêrik dev jê berdide, jinê dişîne mala bavê wî. Xwedê giravî îcar diçe hebeka dî tîne.
***
Şalil û bilbil dibêjin ku mêrikê sedema nav hezar pitrûkê wî de sergîn derketiye sê cara jinê xwe berdaye.
Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (diya min)
Amedekar: Qesîm Etmanekî
Têbinî: