Heyat çi ye? Mahiyet û wezîfeya wê çi ye?

Heyat çi ye? Mahiyet û wezîfeya wê çi ye? Heyat, amanca herî girîng a vê kaînatê ye, hem encama wê ya tewrî mezin e, hem nûra wê ya herî rewneq e, hem havêna wê ya herî letîf e, hem puxteyeke wê ya gellek palandî ye, hem fêkiya wê ya tewrî têkûz e, hem kemala wê ya herî bilind e, hem xweşiktirîn cemala wê ye,

Heyat, amanca herî girîng a vê kaînatê ye,

hem encama wê ya tewrî mezin e,

hem nûra wê ya herî rewneq e,

hem havêna wê ya herî letîf e,

hem puxteyeke wê ya gellek palandî ye,

hem fêkiya wê ya tewrî têkûz e,

hem kemala wê ya herî bilind e,

hem xweşiktirîn cemala wê ye,

hem delaltirîn xemla wê ye,

hem raza wehdeta wê ye,

hem pêwendiya îttîhada wê ye,

hem cîderka kemilînên wê ye,

hem ruhbaberekî wê yê herî nuwaze ye ji aliyê sen’et û mahiyetê ve,

hem heqîqeteke wê ya mucîzekar e ku mexlûqekî herî piçûk dike mîna kaînatekê,

Hem tu dibê qey heyat dibe wesîle ku kaînat bikeve jîndarekî piçûk û tê de bicî bibe; herwiha digel ku awayekî ji awayan fihrîsteyeke kaînata gewre di wî jîndarî de nîşan dide mucîzeyeke qudretê ya herî nuwaze ye ku wî jîndarî bi piraniya mewcûdan re têkildar dike û dike ku ew jîndar bibe wekî kaînateke piçûk.

Hem sen’eteke Îlahî ya fewquladet û nuwaze ye ku heyat, cuz’eke piçûk –bi xêra heyatê- biqasî “kull”eke herî gewre, mezin dike; û ferdekî jî dike wekî alemeke kullî; û gerdûnê ji aliyê Rubûbiyetê ve, mîna “kull” û “kullî”yekê nîşan dide, ku tecezzî, şirîkahî û inqîsamê qebûl nake.

Hem burhanê herî rewneq, tewrîqet’î û herî mukemel e ji nav burhanên ku di nava esas û mahiyeta gerdûnê de ji wucûba wucûda Zatê Heyyê Qeyyum re û ji wehdeta wî û ji ehadiyeta wî re şahidiyê dikin.

Hem di nav sen’etên Îlahî de ya herî nepenî û herî penî, ya herî hêja û herî erzan, û herî pak û paqij e; û neqşeke sen’etê Rabbanî ya herî rewneq û herî manîdar e.

Hem cîlweyeke Rehmeta Rehmanî ya nazenîn, nazdar û nazik e ku mewcûdên dîtir ji xwe re dike xizmetkar.

Hem eyneyeke gellek  camî’ û hewîner a şu’ûnatê Îlahî ye.

Hem ecûbeyeke xîlqetê ya Rebbanî ye ku cîlweyên gellek Esmayên Husna yên wekî “Rehman, Rezzaq, Rehîm, Kerîm, Hekîm” dicivîne, dihewîne; û gellek heqîqetên mîna “riziq, hîkmet, înayet, rehmet”ê dike tabiyê xwe; û cîderk û madena hemû hestên wek “dîtin, bihîstin, hîskirin”ê ye.

Hem heyat, di dezgeha ezam a vê kaînatê de wisa makîneyeke îstîhaleyê ye ku misêwa li her aliyî tesfiye dike, paqij dike, teraqqiyê dide û binûr dike.. û laşê ku tu dibê qey hêlîna “heyat”ê ye ji wan qefleyên zerreyan re mêvanxaneyek e, mektebek e û qişlayek e –ji bo ku ew zerretê de wezîfeyên xwe bikin, binûr bibin, talîmatê bikin-. Wekî ku Zatê Heyy û Muhyî, bi wesîteya vê makîneya heyatê, vê alema dinyayê ku tarîdar, fanî, suflî û binpê ye, letîf dike, bi nûr dike û roniyê dide, awayek ji awayan beqayê dide û dike ku amade bibin bo çûyîna alemeke baqî.

Hem “du wechên heyatê”, yanî rûyên “mulk û melekût”ê rewneq in, bê qilêr in, bê kêmanî ne, bala û hêja ne. Lewma, jiyan mexlûqekî bijarte û bêhempa ye ku, mîna tiştên din, sebebên zahirî ji bo teserrûfa qudretê ya di heyatê de nehatine perdepoşkirin da ku bi aşkerayî bê nişandan ku heyat, bê perde, bê wesîte, rasterast ji destê qudreta Rebbanî derdikeve.

Hem heqîqeta heyatê li şeş ruknên îmanê dinihêre û wan ji aliyê manewî û remzî ve îsbat dike. Yanî: Heqîqeteke nûranî ye ku bi awayekî gellek qewîn hem li wucûba wucûda Wacîbu’lWucûd û heyata wî ya sermedî dimêzîne, hem li dara axîretê û heyata [li] wê ya baqî, hem li wucûda melekan, hem li riknên din ên îmanê dinihêre û wan pêwîst dike.

Hem heyat, çawa puxteyeke herî safî ya ku ji kaînatê palandî ye, wisa jî sirrekî ezam e ku “şukir, îbadet, hemd û muhebbet” ê encam dide, ku girîngtirîn meqsedên Îlahî yên di kaînatê de ne û muhîmtirîn encama xîlqeta alemê ne.

Vaye, van bîst û neh taybetmendiyên girîng û hêja yên heyatê û wezîfeyên wê yên mezin, bala û giştî yên navborî bide ber çavan. Dûre lê binihêre. Li paş navê Muhyî, ezameta navê Heyy bibîne. Û ji aliyê van taybetî û fêkiyên bi ezametên heyatê ve, bizane ka navê Heyy çawa îsmekî Ezam e.

Hem fam bike ku: Madem ev heyat, mezintirîn encama gerdûnê ye; û amanca herî bi ezamet a wê ye; û hêjatirîn fêkiya wê ye, helbet ji bo vê heyatê jî divê amanceke mezin a bi qasî gerdûnê, encameke bi ezamet a qasî kaînatê hebe. Lewra çawa encama darê fêkî ye wisa encama fêkiyê jî bi rê û xêra dendika wê, ew dar e ku dê jê derkeve.

Belê çawa meqsed û encama vê heyatê, heyata ebedî ye wisa fêkiyek e wê jî, li ber Zatê Heyy û Muhyî ku heyatê dide “şikir, îbadet, hemd û muhebbet” e ku ev “şikir, muhebbet û hemd û îbadet” jî hem encam û fêkiya heyatê ne hem xayeyên kaînatê ne. Û ji vê  fam bike; ew kesên ku dibêjin xayeya heyatê “jiyîna bi rehetî, çêj stendina bixeflet û nîmet dîtin û tehmdarbûna heweskarî” ye bi cahiliyeke gellek kirêt û munkîrane belkî jî kafirane “nîmeta heyatê, xelata şiûrê û îhsana aqil” ku gellek zêde hêja ne, binpê dikin û piçûk dixin; û herwiha kufraneke nîmetê ya bi dehşet dikin.

 

Kurmanciya wê: Remezan Çetin

Ji Lem’eya Sihî (Ji Rîsaleyên Nûr)

Çavkanî:Nûpelda

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply