Hey lo dilo

Zarokên birçî
Di nav kezeba min de jan didin

Peyvên bişaftî
Li ser zimanê min lal dibin.

Kal û pîrên bêhêvî
Di nav ruhê min de sar dibin

Keç û xortên kuştî
Di nav laşê min de can didin

Bajarên rûxandî
Di nav dilê min de wêran dibin.

Hey lo dilo
Dilê wêran…

Receb Dildar

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply