Hewar û Ronahî

Kovara Kurdî : Hawar

Ne hewce ye ku mirov pesnê Hawarê bide. Hemû kurdên xwendevan yên ku bi Kurdî dixwînin û dinivîsînin kovara Hawarê bafl nas dikin. Kovara kurdî Hawar bi naveroka xwe ve, bi xebat û berhemên xwe ve ekolêk di nav rewflenbirên(ronakbirên) kurd de cîh girtîye.

Hawar di hêla çand, ziman û edebîyatê de, bi naveroka xwe pirr dewlemend bû. Gelek ronakbirên kurd, hunermendî û zanîna xwe ji Hawarê girtin. Rewflenbir û nivîskarên kurd ji Hawarê gelek tiflt fêr bûn û hîn jî li ser rêça wê dimeflin. Qedr û qîmet û rûmeta Hawarê hêj jî tê jîyandin.

Wek tê zanîn kovara kurdî Hawar, 57 hejmar hatibû weflandin. Jimara wê ya yekem di sala 1932, û ya dawî jî di sala 1943ê de derçûbû. Ezê di vê nivîsê de li ser neh(9) hejmarên wê yên pêflî bisekinim û ji hejmar yek(1) hetanî hejmar neh(9) bi kurtayî bidim danasînê. Ev neh hejmar ji alî Mihemed Bekir ve ji nû ve di yek cîldêk de hatîye weflandinê. Mihemed Bekir nivîsên ku bi alfabeya erebî–farisî hatibûne nivîsandinê Transcrîptîonê alfabeya Latînî kirîye. Wî çend nivîsên ku bi erebî, farisî û tirkî hatine nivîsandinê jî wergerandîye kurdî.

HAWAR
DENGÊ ZANÎN Û XWE NASÎNÊ

Mihemed Bekir, pêflgotinek 21 rûpel nivîsandîye. Ew di pêflgotina xwe de li ser gelek babetan disekinê. Di pêflgotinê de li ser zanîn û xwe nasînê, li ser ziman û milet(Netewe), alfabe, rêziman, ferheng, edebîyat û folklor, klasîkên kurdî, Hawar û xwendevan, û li ser kitêbxana (pirtûkxana) Hawarê disekinê.

Di van hemû babetan de, kovara kurdî Hawar pêflîya xwendevanê xwe ronahî dike. Li gor vê zanebûna ku Hawar fêrê me dike; A yekem:

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. ”

Dîtina Hawarê li ser zimên: “Ziman flerta heyînê a pêflîn e. ”

Ji bo alfabeyê; Mirov bi dilflahî dikare bibêje ku kovara Hawarê hîmê elfabeyeke latînî–kurdî danî. Bi vê alfabeyê xwendin û nivîsandina kurdî hîn hêsan û zelal bû. Rastnivîsîn bê rêziman nabe. Hawarê bingeha “Bingehên Gramera Kurdmancî” danî. Ji bo sazkirina ferhengek bi zimanê kurdî, ferhengoka Hawarê bingehîne. Di hêla edebîyat û folklora kurdî de, kovara kurdî Hawarê gelek xebatê hêja kirîye. Ev xebat xebatek pirr girîng e. Îro jî xebatên ku di vê hêlê de têne kirin gelek girîng in. Di dema me da jî, di hêla huner, çand, edebîyat û ziman de li Ewropa, kovara Nûdem, Roja nû, Armanc, Hêvî û her wkd. Li Stenbolê jî kovara Nûbihar, Serketin, Rewflen, Welat, Stêrka Rizgarî, Govend û her wkd. gelek xebatên hêja dikin, wezîfên girîng tînin cîh.

Kovara Hawarê bi weflandina berhemên klasîkên kurd va, wan berheman ji nûh ve vejand. Girîngîya xebatên li ser berhemên klasîk, di her demî de pêwîst e. Kovara Hawarê li gor îmkanên xwe vê xebatê meflandîye. Di warê wergerandinê de jî, Hawarê gelek nivîsarên hêja ji zimanên bîyanî wergerandîye kurdî.

Kovara Hawarê qîmetek gelek giranbiha daye xwendevanê xwe. Rûpelên kovarê her tim ji xwendevanan re vekirî bûye. Gelek nivîskarên nûgehîfltî bi saya Hawarê zanebûn û nivîskarîya xwe pêflte birine. Kitêbxana (pirtûkxana) Hawarê jî gelek dewlemend bûye. 17 pirtûkên hêja ji alî weflanxaneya Hawarê ve hatîye çapkirin.

Nûha em bên ser neh (9) hejmarên kovara Hawarê.

Wek ku min li jor jî got, Mihemed Bekir van 9 hejmaran di cîldêk de ji nûh ve weflandîye. Lê, qasî ku ez pê dizamin belavbûna vê cîlda neh hejmaran bafl nebûye. Gelek xwendevan wê nedîtîne, an neketîye destê wan, nexwendine. Xwendevanên kurd yên ku li Tirkîyê û Kurdistanê dijîn –gelek jiwan– ji vê cîlda Hawarê hayîdar nîn in. Ev cîld li Stenbolê (kovar, rojname û pirtûkên kurdan hemû li bajara Stenbolê têne weflandinê) heta nûha nehatîye weflandinê. Loma (lewma) jî min hewcedarî dît ku ez vê neh (9) hejmarên kovara kurdî Hawarê bi xwendevanan bidim danasînê.

HAWAR – Hejmar : 1 – 15 Gulan 1932

Di hejmar yek, rûpela yekem de bi navê sernivîsara “Armanç, awayê xebatê û nivîsandina Hawarê” nivîsek dest pê dike, hetanî rûpela çarem ev nivîs berdewam dike. Di vê nivîsê de li ser awayê xebatê û awayê nivîsandinê disekinê. Ev sernivîs bi van gotinên girîng dest pê dike.

“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîne.
Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweflîyê vedike.
Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berê her tifltî heyîna zimanê me dê bide nas kirin.
Lewma ku ziman flerta heyînê a pêflîn e. ”

Di rûpela çaran û ya pênçê de alfabeya kurdî heye. Di dawîya nivîsa li ser alfabeya kurdî de, dibêjê dûmahîk heye. Di rûpela çar û pêncê de stûna feqehan û ya zarowan heye. Evan nivîsan bê îmze ne.

Dr. Kamiran Alî Bedîr–Xan, li ser “Edebîyata Welatî” nivîsandîye. Dr. Kamiran di nivîsa xwe de li ser girîngîya edebîyatê disekinê. Qedrîcan, ji bona birayê xwe Osman Sebrî nivîsêk bi sernavê “Hawar hebe, Gazî li du ye” serpêhatîyêk û helbestêk nivîsandîye.

Di vê hejmara Hawarê a yekem de, ji bona alfabêya kurdî, bangêk ji xwendevanan re heye. Kovara Hawarê, hêvî ji xwendevanan dike ku, alfabeya kurdî ku belav kirine, “xwenda û zanayên Kurdan, rûpelên alfabê yek bi yek, xêz bi xêz, pirs bi pirs, bixwînin, qenc bala xwe bidin û her çi kêmanîyan bibînin, binivîsînin, da ku ew wan kêmanîyan rast bikin.

Di rûpela dawî ya vê hejmara yekem de ferhengok heye. Di ferhengokê de maneya “Armanç, Bendewar, Erdnîgarî, Bingeh, Ciyok, Dehker, Dîrok, Jînenigarî, Pronivîs, ferhengok, û zimanzanîn” hatîye nivîsandin.

HAWAR – Hejmar : 2 – 1 Hizêran 1932

Di vê hejmarê de sernivîs “Civata alîkarîyê ji bona kurdên belengaz” e. Di stuna zarowan de helbestêk bi navê “Tola Welêt” heye. Di stûna feqehan de Dr. Ehmed Nafîz, li ser “Ta, Tawî û Tabir” nivîsek dirêj nivîsandîye. ( Ez di vê nivîsa xwe ya danasîna kovara Hawarê de li ser naveroka nivîsên kovarê nasekinim. Ku ez li ser naveroka nivîsan bisekinim, dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Divir de mabest danasîne, ne rexne an pesindayîn e. )

Dr. Kamiran Alî Bedir–Xan, li ser Ahmadê Xanî yê nemir helbestêk nivîsandîye. Alfabêya kurdî befla duyem berdewam dike, û hêj dumahîka wê heye. Dr. Kamiran Alî Bedir–Xan li ser “Du egîd” ku çû bûne flerê welêt û dîl(êsîr) ketine, nivîsandîye. Osman Sebrî ji Qedrîcan re bi navê “Berdêlk” helbestêk nivîsandîye. Qedrîcan jî li ser “Gundê Nû ava” nivîsandîye. Ferhengoka hejmara duyem gelek dewlemend e.

HAWAR – Hejmar : 3 – 15 Hizêran 1932

Di hejmara sisê de, Dr. Kamiran Alî Bedir–Xan bi navê “Di dora hevxistina zimanan de” nivîsek dirêj nivîsandîye. Celadet Alî Bedir–Xan jî, di stûna zarowan de helbestêk ji bo zarokan nivîsandîye. Dr. Ehmed Nafîz di kuncika Bijîflkî de li ser “Nexweflî û Dermankirin”ê nivîsek îlmî (tib î, zanîstî) nivîsandîye. Alfabeya kurdî befla sisê berdewam dike. Di herdu beflên çûyî ya alfabêya kurdî de îmze tunebû. Di befla sisîyan de di dawîya nivîsê de îmza Celadet Alî Bedir–Xan heye û dumahîka nivîsê hêj heye. Qedrîcan, li ser jîyan û têkoflîna Silêman Beg Bedir–Xan nivîsandîye. Di vê hejmarê de çar (4) helbest–fliîr– jî hene. Ferhengok jî berdewam dike.

HAWAR – Hejmar : 4 – 3 Tirmeh 1932

Di vê hejmarê de Celadet Alî Bedir–Xan, li ser girîngîya xwendin û zanînê nivîsek dirêj nivîsandîye. Dr. Kamiran Alî Bedir–Xan ji li ser “Yekbûn û yekîtîya kurdî” helbestêk nivîsandîye. Di ev hejmarê de pirr hendik (nîv rûpel) cîh dane alfabêya kurdî, lê hêj dûmahîka nivîsê heye. Di hejmara çaran de cara yekem e ku helbestêk Cegerxwîn hatîye weflandinê. Navê helbestê “Gotina Welat”e. Cegerxwîn vê helbestê di 11ê Hizêran a sala 1932an de nivîsandîye. Helbestêk Hacî Qadîr Koyî û kurte jîyana wî jî di vê hejmarê de heye.

HAWAR – Hejmar : 5 – 20 Tirmeh 1932

Ev hejmar bi her awayî ji hejmarên berê guherandîye. Di vê hejmarê de hem bi zaravayê soranî nivîs heye û hem jî birê wergerandî heye. Nivîskar Hevîndê Sorî bi soranî li ser “Edebîyata Kurdî” nivîsandîye. Celadet Alî Bedir–Xan ji Haco Axa re nivîsek pêflkêfl kirîye. Herekol Azîzan li ser “Alê Kurdan” helbest nivîsandîye. Alfabeya kurdî di vê hejmarê de jî berdewam dike.

HAWAR – Hejmar : 6 – 8 Tebax 1932

Ev hejmar, li gor yên berê gelek dewlemend e. Di vê hejmarê de hejmara nivîskaran gelek zêde bûye. Nivîsên duwanzdeh (12) nivîskaran di vê hejmarê de heye.

Nivîskar, Nemirê Miksî li ser Zozanê Tocî, Herekol Azîzan, jînenigarî ya Melayê Cizîrî, Qedrîcan Hêva Çardeflevî, û Cegerxwîn jî, ji bona Hawarê nivîsandîye.

HAWAR – Hejmar : 7 – 25 Tebax 1932

Cemîlê Haco, li ser “Qencî û Nezanî ya Kurdan” nivîsek gelek balkêfl nivîsandîye. Celadet Alî Bedir–Xan jî li ser Cemîlê Haco nivîsandîye û wî bi xwendevanên kovarê dide naskirinê. Celadet di nivîsa xwe de weha pirs dike:

— Gelo Cemîlê Haco kîye?.

Û weha bersîva pirsa xwe dide:

— Cemîlê Haco xortekî bîst û yek salî ye, ne ketîye tu dibîstanan, û ber destê tu kesî de ne bi salan ne bi mehan ne xwendîye, ji zimanê xwe pêve bi tu zimanan jî nizanît. Cemîlê Haco Kurdmancê pêflîne ku xwendin û nivîsandinê bi elfabêya zimanê xwe û bê alîkarîya zimanên din elimîye.
Di vê hejmarê de jî gelek helbestên kurdî û li ser edebîyata kurdî nivîs hene. Li ser kovareke kevn ku Mîrza Huznî Mukrîyanî wê di Riwandizê de derxistîye, nivîsek danasînê heye. Nivîs bi îmza kovara Hawar hatîye weflandin.
HAWAR – Hejmar : 8 – 12 Îlon 1932

Celadet Alî Bedir–Xan, flêrînî ya zimanê kurdî bi metodêk xwefl tînê ziman. Di vê hejmarê de li ser nûh weflandina rojnama “Rêya Teze” nivîsek danasînê heye. Kovara Hawarê, nûh derketina rojnama Rêya Teze pîroz dike, weha dibêje:

— Rojnameke Kurdmancî, bi herfên nû, bi Kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di fliklekî sipehî û çeleng de derdikeve. Vê paflîyê çend hejmarên wê gehîfltine destê me. Çavên me pê birunh bûn, dilê me fla û gefl bû. . . . “Rêya Teze” wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. . . . . . Kurdmancên Rewanê ji rojnamê pêve çend kitêb jî derxistine. . . . . . Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna

kulîlkên çîyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de flal- û – flepikê Kurdmancî, xencer û pifltxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

“Edebîyatî Kurdî” befla sêyem berdewam dike. Wecdî Cemîl Pafla, ji Celadet Alî Bedir–Xan re namêk flîyandîye. Nameyek gelek girîng û balkêfl e. Celadet vê nama Wecdî Cemîl Pafla di kovarê de weflandîye. Xwedîyê namê Wecdî Cemîl Pafla, kurdekî piçûk e. Sêzdeh (13) salî ye û xwendevanê kovara Hawarê ye. Dr. Kamiran Alî Bedir–Xan wek her kurdekî yên li derveyê welat, pirr bêrîya welatê xwe kirîye û bi navê “Bêrîya Welat” nivîsek nivîsandîye. Srtanvan ji strana (kilama) “Yelî Delal” nivîsandîye. Dengbêj vê stranê gelek xwefl dibêjin.

HAWAR – Hejmar : 9 – 30 Îlon 1932

Nivîsek gelek xwefl li ser “Welat, Welatînî û Al” heye. Celadet Alî Bedir–Xan nivîsandîye. Cemîlê Haco çîroka “Melayê Gulê” bi zimanekî edebî nivîsandîye. Di vê hejmarê de helbest gelek zêde ne. Di vê hejmarê de nameyên xwendevanan jî hene. Elî Seydo, xwendevanekî kovarê ye û nameyeke gelek balkêfl nivîsandîye û ji kovarê re şîyandîye.

Xwendevan Elîyê Seydo di nama xwe de weha dibêje:

— Wek pirranîya kurdên ku di welatên biyanîyan de radibin û ji bona xwendinê ji malên xwe dûr dikevin, min jî zimanê xwe rind nizanibû. Pifltê qedandina xwendina xwe nezanîya zimanê min li min ji berê girantir dihat. Min dil kir rind hînî zimanê xwe bibim. Hawar hat hawar û gazîya min, û ji min re bû mamoste.

Kovara Hawarê ji bo xwendevanên kurd hîn jî mamostetîya xwe berdewam dike. Yên ku bi kurdî dixwînin û dinivîsînin divê miheqeq hemû hejmarên(57 hejmar) kovara Hawarê bixwînin.

Ez, dê di nivîsek din de, li ser hejmarên Kovara Hawarê yên din jî bisekinim.

18 – 7/ 1994
——————————————————————————–

RONAHÎ
Kovara Kurdî – Kurdish Magazine

Kar, xebat û xizmetên malbata Bedir–Xaniyan ji alî gelê kurd ve qet nayê – û divê nê– jibîrkirin. Kovara Hawar, Ronahî, Stêr û Roja Nû û gelek pirtûkên wan hîn jî cîhên xwe yên giran digrin. Ev kovar, rojname û pirtûkên giranbiha rê nîflanê ronakbîr (rewflenbîr) û hemû xwendevanên kurd didin. Hemû nivîskarên kurd li ser rêça ekola wan dimeflin.

Ronahî kovarek mehanî bû. Ji alî Celadet Alî Bedir-Xan ve di sala 1942an hetanî sala 1944an hate weflandinê. Kovar hemû li ser hev 28 hejmar derket. Ronahî xwerû bi zimanê kurdî, bi zaravayê kurmancîya jorîn û bi tîpên Latînî bû. Kovara Ronahî di germîya flerê cîhanê yê duyem de hate weflandinê. Naveroka wê bi giranî li ser bûyerên fler e. Nûçeyên fler, çekên nû derketî, rewfla cepha fler, jîyana gelan, lehengîya leflkeran, qehremanîya fermandaran û hwd, hemû di nav rûpelên Ronahî’yê de cîh girtine. Kovara Ronahî li dij Faflîzm û Nazîzmê bû. Kovar bi her awayî pesnê flerê cepha demokrasîyê didan û li dij Faflîzmê radiwestîya. Kovara Ronahî bi nûçeyên fler, gotar, çîrok, flîrove û wêne’yên xwe ve kovarek magazîna nûçeyên fler bû. Loma jî pirranîya nûçe û wêneyên wê li ser fler bû. Lê, li gel van nûçeyên fler jî, di nav rûpelên kovara Ronahî de li ser folklor û edebîyata kurdî jî gelek nivîs hene.

28 hejmarên kovara Ronahî ji alî weflanxana Jîna Nû hatîye berhevkirinê û hemû hejmar li ser hev di ebata pirtûkek mezin de hatîye weflandinê. Çapxana Jîna Nû pêflgotinek li ser kovar û xwedîyê wê nivîsandîye û di pêflgotinê de gelek agahdarî didin xwendevanan. Pirtûka mezin a berhevkirina hemû hejmarên Ronahîyê li ser hev 584 rûpel e. Di nav rûpelên kovarê de gelek îmzayên hêja û navdar hene. Nivîskarên kurd, li ser jîyana kurdan, têkilîyên civakî di nav wan de, û li ser gelek tifltên din nivîsandine. Wan gelek çîrok, stran, serpêhatî û helbestên kurdî di nav rûpelên Ronahîyê de çap kirine.

Xwedî û berpirsîyarê kovarê Celadet Alî Bedir–Xan, Osman Sebrî, Hesen Hiflyar, Cigerxwîn, û her w. d. gelek nivîsên hêja nivîsandin e. Simaîlê Serhedî, Biflarê Segman û Melle Enwer jî gelek çîrok, lêkolîn, werger û helbest nivîsandine. Serokê serîhildana Sasonê Evdirehmanê Elîyê Ûnis û serokê serîhildana Agirî Îhsan Nurî jî di kovara Ronahîyê de nivîsandine û keda xwe xistine nav rûpelên Ronahîyê.

Kovara Ronahî jî wek kovara Hawar û rojnama Roja Nû, di warê edebî û ziman de xwedîyê rûmetêk bilind e. Çîrok û helbestên ku di nav rûpelên Ronahîyê de hatine weflandinê di nav edebîyata kurdî de cîyekî payebilind girtine.

Ezê bi kurtayî li ser hemû hejmarên Kovara Ronahî bisekinim û wan hejmaran bi xwendevanên ku kovara Ronahîyê nexwendine (ji bo ku kovar li Tirkîyê û Kurdistanê çap û belav nebûye, xwendevanên kurd yên welêt kovarê nexwendine) bidim danasînê.

RONAHÎ – Hejmar : 1 – Nîsan 1942

Ev hejmar 12 rûpel e û hemû nûçeyên wê li ser qada fler e. Di bergê kovarê de wêneyên Balafirên Îngilîzî heye. Balafiran vaporên Nazîyan dane ber bimbeyan. Li ser ger û xebata Qralîçe Elîsabet a li dijê flerê Nazîyan nivîsek heye. Di enîya Lîbye û enîya Uris de nûçeyên li ser rewfla fler hene. Li ser fler û zad û çandînîyê nivîsek dirêj heye. Wêneyêk xwefl a Govendê heye. Kurmancên deflta Hesînan govend digrin. Kurdên ku govend digirin bi çek û rext in. Li ser du generalên Fransiz du nivîsên nûçan heye. Di berga dawî a kovarê de wêneya tang û balafirên Îngilîzî ku êriflê Nazîyan dikin heye.

RONAHÎ – Hejmar : 2 – Gulan 1942

Wêneya bergê pêflîn ya general De Gol e. Ew ordîya (artêfla) Fransa a Azad teftîfl dike. Di vê hejmarê de gelek wêne û nûçeyên fler hene. Giranîya nûçeyan ji ordîya Fransayê û enîya fler a çolên Efrîqayê ye. Ev hejmar 16 rûpel e.

RONAHÎ – Hejmar : 3 – Hizêran 1942

Wêneya vê hejmarê a berga pêflîn, wêneya serokwezîrê Îngilîztanê Çorçîl e. Çorçîl li tangêkê nû temafle dike. Di vê hejmarê de Celadet Alî Bedir–Xan di nivîsa bi sernavê “Sînemxan û resmên Ronahîyê” xwendevanan agahdar dike ku rismên–wêneyên– kurdan ji bo ku li cem wan tune ye loma jî hemû wêneyên bîyanîyan diweflînin.

Li ser flerê Çîn’ê nûçeyêk û li ser rewfla fler bi navê “fier, mêranî û camerî” nivîsek balkêfl heye. Di vê nivîsê de van gotinên rast têt gotin; dibêjê ku:

« Di fler de mêranî flertê pêflîn e. Mirov dikare bi ser ve zêde bike û bibêje ku mêranî di her tifltî de flertê pêflîn e.»

Di vê hejmarê de li ser vapor û ehemîyeta vaporan, li ser petrol û barûtê, li ser çekên flerê – Tank, Top, Balafir – gelek nivîs û wêne hene. Ev hejmara Ronahîyê 20 rûpel e. Ev jî têt xuyakirin ku hemû hejmarên wê li gor rûpelan ne wekhev in.

RONAHÎ – Hejmar : 4 – Tirmeh 1942

Hejmara çaran jî, naveroka wê nûçe û flîroveyên li ser fler in. Wêneyên vê hejmarê jî hemû wêneyên askerî (leflkerî) ne. Li ser tank, top û balafiran nivîsên danasînê heye.

RONAHÎ – Hejmar : 5 – Tebax 1944

Di vê hejmarê de çîrçîrokêk bi navê “Dîk û Kîso” heye. Nivîsek jî li ser Bîsmark heye. Mamosteyê lêkolîna edebî Aladîn Secadî kovara Gelawêj dide danasînê. Li gor nivîsa A. Secadî, tê famkirin ku kovara Gelawêj ji ber sedemên aborî û ji ber nivîsaran ketîye tengasîyê. Li ser qirava Malte jî nivîsek flîrovekirina fler heye.

RONAHÎ – Hejmar : 6 – Îlon 1942

Di hejmara fleflan de çîrçîroka fiêr û Kêvroflk ê heye. Nivîsek li ser jinan, nivîsek jî li ser hêsîrîyê -dîlî- yê he ye. Nivîsek gelek balkêfl û bi zanîn li ser Faflîzma Hîtler hayîye nivîsandin. Navê nivîsê “Hîtler bi çi awayî dixwazê li dinyayê hikim bike” ye. Di rûpela dawî a Ronahîyê de mizgînîyek heye, dibêje; hejmara kovara Hawarê a 48an di 15ê Tirmehê de belav bûye, lê bigerin, bikirin, bixwînin.

RONAHÎ – Hejmar : 7 – çiriya pêflîn 1942

Di berga pêflîn de wêneya topeke mezin yên Ordîya Brîtanî heye. Bi navê “Daweta Kêzê” çîrvanokek heye. Li ser gera serokwezîrê Îngilîzan Mr. Çorçîl nûçeyek heye. Çorçîl, pêflî çûye Moskovayê û ji wê vegerîyaye Misirê. Di vê hejmarê de nivîsa herî balkêfl; ji bona ku bikaribe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibe, serpêhatîya xortekî kurd heye.

RONAHÎ – Hejmar : 8 – Çiriya paflîn 1942

Nivîsên vê hejmarê bi çîroka Mih û fler û gur dest pê dike. Li ser zad û sebze û fêkî nivîsek û çend wêne hene. Gelek nivîsên din li ser rewfla fler e û nûçeyên ji enîya fler e. Nivîsek jî li ser gera general De Gol a li Surîyê ye. Wêneyêk De Gol heye û di binê wênê de nivîsandine general De Gol di kuçeyên fiamê de. Di vê hejmarê de du stranên kurdmancî jî heye.

RONAHÎ – Hejmar : 9 – Kanûna Pêflîn 1942

Nivîsa yekem çîroka Ker û heft gur e. A duyem serpêhatîya zilamekî ye. Li ser Fas, Tunis û Cezayîrê nivîsek danasîna wan welatan heye. Li ser behra spî, dîroka wê û flerên ku tê de çêbûne nûçe û flîroveyêk heye. Li ser mêranîyê jî nivîsek heye.

RONAHÎ – Hejmar : 10 – Kanûna Paflîn 1943

Ev hejmara yekeme, a ku di sala 1943ê de derketîye. Neh (9) hejmarên Ronahîyê di sala 1942an de derçûye. Ev hejmar jî bi çîrokek dest pê dike. Navê çîrokê “Xezna sê kosan” e. Di vê hejmarê de jî gelek nûçeyên enîya fler hene. Li ser flerê Stalîngradê nivîsek dirêj û çend wêne hene.

RONAHÎ – Hejmar : 11 – Sibat 1943

Navê çîroka vê hejmarê jî “Dehbe û Nêçîrvan” e. Li ser Kelêdonya nû nivîsek heye. Nûçeyêk ji flerên giravên behra spî heye. Di vê hejmarê de bîranînên rojnamevanekî Swêdî ku di enîya flerê Ûris de buye heye. Rojnamevan qala serma ku canê mirov diflewitînê dike. Nûçeyêk balkêfl dîsa li ser flerê Ûris a li dijê Almanan e. Di nûçeyê de tê gotin ku li Sovyetê 160 hezar bijîjk -doktor- û pênç mîlyon jî birîndar hene. Di nûçeyê de weha jî tê gotin:

— Herwekî xwendevanên me dizanin êrifla zivistanê dest pê kirîye û Ûris di tevayîya enîyê de Elemanan bi flûn de vedigerînin. Li gora hawirên Rûsî yên Weflîngton’ê ji birîndarên Ûris 2 mîlyon peya pifltî ku birînên wan di nexweflxanan de sax bûne, vegerîyane enîyê û ji nû ve flerê dijminên xwe dikin. Ji milên din di nexweflxanan de 3 milyon birîndar hene.

RONAHÎ – Hejmar : 12 – Adar 1943

Wek ku di naverokên hejmarên çûyî yên kovara Ronahîyê de têt xuyakirin jî, Ronahî di serî de wek magazînek nûçeyên fler derketî ye. Lê, bi gavên hêdî hêdî rûpelên xwe ji nivîsandinên derheqê jîyana kurdan re vekirîye.

Ronahî hejmar 12 berga wê ya pêflîn wêneyên birek ji xortên kurdên baflûr (iraqê) ên xwenda heye. Di vê hejmarê de nivîsên gelek nivîskarên kurd –Osman Sebrî, Hesen Hiflyar, Ehmed Namî, Herekol Azîzan, Hesenê Mistê, Silêmanê Ferho û hwd. – hene. Çîrokbêj, çîroka Rovîyê fiêr û stranvanên ji strana Çetelê Axê nivîsandîye. Ehmed Namî, kovara edebî Gelawêj’ê daye danasînê. Osman Sebrî, helbestek bi navê “Gurê Pîr” nivîsandîye. Wî nivîsek din jî li ser welatê Çîn’ê nivîsandîye. Herekol Azîzan jî li ser du eflîrên kurdan disekinê. Li gor hejmarên çûyî, ev hejmar bi naveroka xwe gelek dewlemend e. Di rûpela dawî a kovarê de mizgînîyek heye, dibêje:

«Xwendevanên delal mizgînîya me li we. Pifltê Hawar û Ronahîyê hûnê bi rojnameke kurdî, Roja Nû jî fla û kefxwefl bibin. Hejmara vê rojnamê a pêflîn di van çend rojan de wê derkevê. Roja Nû wek Hawar û Ronahîyê ne bi tenê edebî û civakî ye. Lêbelê Roja Nû rojnameke sîyasî ye.”

Ezê di nivîsek din de rojnama Roja Nû jî bi xwendevanan –yên ku nexwendine, xwendevanên kurd yên welêt– bidim danasînê.

RONAHÎ – Hejmar : 13 – Nîsan 1943

Kilama Hesenê Mûsa gelek xwefl e. Di vê hejmarê de nivîsandina strana Hesenê Mûsa heye. Çîrokên Kurmancî her berdewam dikin. Çîroka di vê hejmarê de jî “Rovîyê qut” e. Smaîlê Serhedî li ser gofltê Berêz serpêhatîyêk nivîsandîye.

Dîlawer Çarpîne nûçeyêk li ser Almanên ku di flerê Stalîngradê de teslîm bûne nivîsandîye. Dîlawer ji bo flerê Stalîngradê dibêje:

— Dasîtana flerê Stalîngradê dûr û dirêj û ji flan û fleref û qehremanîyê tijî ye. . . . Mereflalê Almanan teslîm dibe û dibêje Ordîya Sor bi mêranî fler dike.

Di vê hejmarê de Hesen Hiflyar bangê Kurdan dike. Ew di banga xwe de dibêje:

— Gelî Kurdan, nemaze xortên xwendevan ez ji we hêvî dikim. . . . . . Kekino, birano, apino! Çavên xwe vekin û li dinyayê binêrin. . . . Belê ji xelkê re comerd, ji xwe re nemerd em in. Rojname û tertepelên bîyanîyan em bi sed kaxezî distînin. Lê em Hawar û Ronahîyê bi deh kaxezan nakirin. Birano, di bin çadira feleka refl de bi tenê em bindest û gerdanxwar mane. Çire, ji ber ku em nezan in; ji ber ku em li ber barên hev ranebin û xizmeta miletê xwe nakin.

Ev banga ku Hesen Hiflyar pênce sal berê kirîye, îro jî ji bo kurdan di cîh de ye, û rastîya xwe didomînê.

RONAHÎ – Hejmar : 14 – Gulan 1943

Di vê hejmarê de helbestek a Seydayê Cigerxwîn heye. Navê helbestê “Ew maldarên birçî” ye. Çîroka “Gur û Rovî” û strana “Lawik” di serî da ye. Osman Sebrî ji Nuredîn Zaza re helbestêk pêflkêfl kirîye. Osman Sebrî bi navê “Terflê fievê” serpêhatîyek jî nivîsandîye. Qedrî – Can jî çîroka “Sehên Zozanan” nivîsandîye û dibêjê «çîroka sehên zozanan ne derew û ne jî tifltekî xeyalîye. »

Qadîrê Ferman jî nûçeyêk li ser “Ordîya Swêdê” nivîsandîye. Hesenê Hiflyar gelek nivîsên balkêfl nivîsandin e. Wî di vê hejmarê de jî li ser “Cîvata Bêdeng” nivîsek zanyarî -îlmî- nivîsandîye.

Hesen Hiflyar di van salên nêzîk de çû ser heqîya xwe. Wexta ku ew çû rehmetê, min li ser jîyan û têkoflîna wî nivîsek nivîsand û ew nivîs di kovara Hêvî de hate weflandinê. Hesen Hiflyar bi eslê xwe ji gundê Serdê bû. Ev gund di nabeyna Licê û Hênê de ye.

RONAHÎ – Hejmar : 15 – Hizêran 1943

Di vê hejmarê de nûçeyên li ser qada enîya fler zêde ne. Çîrokek gelek kurt û cîsa stranek heye. Smaîlê Serhedî nivîsek li ser merivxwiran nivîsandîye. Cigerxwîn bi navê “Ey Keça Kurd” helbestêk gelek xwefl nivîsandîye. Cigerxwîn di helbesta xwe de ji bo keça Kurd weha dibêje:

«Ey keçê rabe bixwîne, da tu serbest her bijî
Zu ji xew tu ser hilîne bes bimîne bê mej
Rênebera hundir tu yî bes rind û jîr û zane ye
Bo te bêhtir her divêtin xwendevanî paqijî.
Wa hevalên te li her der serbilind in pêfl ve çûn
Rabe îro ey keça Kurd serbilind bimre tu jî»

Ev gotinên ku Cigerxwîn di helbesta xwe de tîne ziman îro li Kurdistanê buye realîtek. Keçên kurd hiflyar bune, zana bu ne û ji bo doza gelê xwe, ji bo rizgarîya welatê xwe têdikoflin, fler dikin û bi serbilindî dimirin, flehîd dikevin.

RONAHÎ – Hejmar : 16 – Tirmeh 1943

Di vê hejmarê de çîroka Gurên Çolê û strana lawikê Batmanê heye. Navê sernivîsara Hesen Hiflyar “Yên ku dizanin û yên ku nizanin ma weke hev dibin“ e. Qedrî – Can, li ser Gulçîn xanimê nivîsandîye. Qadirê Ferman qala di dinyayê de qanun û adetên ziwacê dike. Osman Sebrî nivîsek lêkolînî li ser dîroka jîna Napolyon nivîsandîye.

RONAHÎ – Hejmar : 17 – Tebax 1943

Di vê hejmarê de çîroka Ehmed Çelebî heye. Çîrokek dirêj e. Nûçe û wêneyên fler di van hejmarên dawî de kêmin.

Osman Sebrî nivîsek gelek dirêj li ser Nêçîr û Nêçîrvanîyê nivîsandîye. Ew di nivîsa xwe de li ser Nêçîra Hirçan, Keftaran, Pezkovîyan, Kevroflkan, Rovîyan, Masîyan, û Kewan disekine. Hesen Hiflyar li ser eflîra Zirikan, ku eflîrek gelek mezine, disekine. Nivîsa li ser dîroka Napolyon û malbata Bonapart di vê hejmarê de berdewam dike.

RONAHÎ – Hejmar : 18 – Îlon 1943

Di vê hejmarê de çîroka Sêro û Pîvazê gelek xwefl e. Osman Sebrî ji bo bîranîna Ehmedê Baravî nivîsek di dil êfl nivîsandîye. Biflarê Segman çîrokek tarîxî -dîrokî- bi navê “Rahîbe” nivîsandîye. Helbestêk Cigerxwîn jî di vê hejmarê de heye.

RONAHÎ – Hejmar : 19 – Çiriya Pêflîn1943

Çîrokbêj vêca çîroka xwe li ser jinan nivîsandîye. Seydayê Cigerxwîn jî du helbest li ser jinan “Xanim” û “Dîlber” nivîsandîye. Helbestêk gelek dirêj jî Osman Sebrî nivîsandîye. Bi navê «Kitêba Sînemxanê» danasîna pirtûkek ne çapkirî heye. Li ser Êzdî û ola wan jî nivîsek gelek dirêj heye. Evdil Ezîz Metwar çîrokek ji çîrokên kevin nivîsandîye. Navê çîrokê “Kirasê Bextîyarîyê” ye. Biflarê Segman ji edebîyata Denîmarkî çîroka “Keçika Kibrîtfirofl” wergerandîye Kurdî.

Di vê hejmarê de ji bo nûh derketina kovara kurdî Nifltîman mizgînîyek heye. Weha dibêje:

-«Mizgînîya me bo çapa kurdî, bi derketina kovara Nifltîmanê. Kovara Nifltîmanê kovareke kurdî ye, kovar li Kurdistana Îranê derdikeve. »

Kovara Ronahî, ji kovara Nifltîmanê re namek jî flîyandîye û wê pîroz dike.

RONAHÎ – Hejmar : 20 – Çiriya Paflîn 1943

Ronahî dinivîsîne ku li bej û li behrê fler herçend dom dike flerevanî jî li gora mehcetê çek û aletine nû saz dikin. Li ser peymana Îswîçrîyan nivîsek heye. Osman Sebrî ji bo zarokan helbestêk bi navê “Zozan” nivîsandîye. Sibhîyê Dîyarbekrî bi sernavê “Kes gerek wenda nebe” nivîsek gelek girîng nivîsandîye. Osman Sebrî li ser “Çend Gazind” a disekine.

RONAHÎ – Hejmar : 21 – Kanûna Pêflîn 1943

Çîrokek li ser Cihû û Kurê Tecîr heye. Helbesta Cigerxwîn li ser jinan e. Navê helbestê “Pesna Dîlberê” ye. Nivîsa li ser dîroka jîna Napolyon berdewam dike. Jandar Mîrzengo li ser Hirç û fiivan xebroflkek nivîsandîye.

Biflarê Segman hem di kovara Hawarê de û hem jî di kovara Ronahîyê de her tim çîrokên dîrokî dinivîsînê. Wî di vê hejmarê de jî çîroka dîrokî a “Keça Klêopatrê” nivîsandîye. Nivîsa li ser Êzdî û ola wan befla sêyem e. Nêrevan jî li ser bûyerên ku di Libnanê de çêbûne sekinîye.

RONAHÎ – Hejmar : 22 – Kanûna Paflîn 1943

Evdirehman Siltanof bi navê “Di vî flerî de xebata jinên Sovyetîstanê” nivîsek gelek xwefl û balkêfl nivîsandîye. Ji edebîyata farisî, ji Gulîstana fiadîyê fiîrazî û ji dîwana Hafizê fiîrazî nivîs hene. Li ser “Çîn û tarîxa medenîyeta wê” nivîsek lêkolînê heye.

RONAHÎ – Hejmar : 23 – Sibat-Adar 1944

Çîrçîrokêk li ser “Fenên Dêwê” û “Dîbaca Nêçîra Kewan” nivêsên rûpela duyemîn in. Li ser destana Mem û Zînê Evdilmesîh Wezîr nivîsandîye. Osman Sebrî, li gel dîroka jîna Napolyon, vêca dest bi dîroka jîna Selahedînê Eyûbî kirîye.

RONAHÎ – Hejmar : 24 – Nîsan 1944

Hisenê Emîn helbestêk ji bo Cigerxwîn pêflkêfl kirîye. Çîrokbêj çîroka “Quling û Rovî” yê nivîsandîye. Li ser fler çend nûçe hene. Nivîsa li ser dîroka jina Selehadîn befla duyem e. Osman Sebrî li ser “Ziman û Nivîsandina wî” nivîsek zanîstî nivîsandîye.

RONAHÎ – Hejmar : 25 – Gulan 1944

Çîrokbêj vêca çîrokek gelek dirêj nivîsandîye. Navê Çîrokê “Wezîrê Eqilmend” e. Evdirehman Elî Yunis, li ser “Nêçîra Kewan” nivîsandîye. Biflarê Segman çîroka dîrokî a Petroyê Sisêyan-Çarê Ûris- nivîsandîye. Bi îmza Ronahîyê li ser zêdehîya jinan nivîsek heye.

RONAHÎ – Hejmar : 26 – Hizêran 1944

Di vê hejmarê de çîrokek dirêj heye. Lê vêca çîrokê çîrokbêjê hergavî nenivîsandîye. Çîrokbêj dibêje ku : “Lev çîrok ji me re torina mala Eleedîn begê, keça Hecî Mûsa begê rehmetî, Qemer xanimê gotîye. ”

Cigerxwîn li ser Hisenê Emîn helbest nivîsandîye. Nivîsek dirêj li ser nêçîra Hirç û Pozkovîyan heye. Qadirê Ferman serpêhatîya “Mirovên ku pênç navê wî hebûn” nivîsandîye. Silêmanê Ferho, qala jinên esker-leflker- dike. Qedrî-Can helbest, Hesen Hiflyar jî kurteçîrok nivîsandîye.

RONAHÎ – Hejmar : 27 – Tebax – Îlon 1944

Di vê hejmarê de, çîroka Rovî û Gurî, zîyareta melikê Misrê, Keleha Xursê, û gelek nûçeyên fler hene.

RONAHÎ – Hejmar : 28 – Adar 1945

Ev hejmar hejmara dawî ye. Pifltê vê hejmarê hendî Ronahî derneket. Çima derneket? Sedemê wê ne dîyar e. Di hejmara 28an de tu agahdarî li ser rawestandina kovarê tûne ye.

Di hejmara 28an de, Cigerxwîn bi kurtî jîyana xwe wek helbest -an jî helbesta jîyana xwe- nivîsandîye. Ji bo pirtûka Cigerxwîn jî di vê hejmarê de mizgînek heye. Weha dibêje:

«Mizgîn, Dîwana Cegerxwîn kete çapê. Kitêbxana Hawarê, vê paflîyê dîwana flaîrê me ê milî Seyda Cegerxwîn xistîye çapê. Her çend çap bi xwe rûyê çapkeran spî nake jî dîwan bi xwe rûyê miletê kurd spî û rûmeta wî bilind dike. ”

Bijîflkê Mîran li ser perçeyê canê -laflê- mirovan, Qedrî-Can jî Nêçîra Berazan qal dike. Silêmanê Ferho ji çîrokên Casûsîyê, bi navê “Qewrafla General” çîrokek nivîsandîye. Osman sebrî, li ser dîroka jîna Selahedîn befla pêncan nivîsandîye. Çîroka împeratora Rûsyayê a bi nav û deng “Katêrîna” gelek dirêje û hêj dumahîka wê jî heye.

Serokê serîhildana Agirîyê Îhsan Nurî ji lawan re bangêk nivîsandîye. Ew li ser rewfla kurd û Kurdistanê disekinê, qala mêranîya kurdan dike, weha dibêje:

«Kurdan mêranîya xwe li defltên Xinûs, Xarpêt, Dîyarbekir û li gêlîyên Darahênê, Dêrsîm, Mîdyat û Botan, li ser flax û daxên Sîpan û Agirîyê de nîflan daye. Dema dil bikin pola dihelînin, çîyan dihejînin. Êdî ecel û mirin nikarin pêflîya wan bigirin. ”

Pîsporêkî askerî li ser fler flîrove dike. Herekol Ezîzan ji çîrokên Yewnanîstana kevin bi navê “Çira Zanînê” çîrokek nivîsandîye. Qedrî-Can, li ser florefla Oktobrê a 1917ê nivîsek gelek xwefl nivîsandîye. Navê nivîsa Qedrî-Can “Înqilaba Sor a Mezin” e. Di vê hejmarê de nivîsa dawî ev nivîs e.

Lokman Polat, Tebax 1994

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply