Bi Gorî Sazîyê Hevok
Bi Gorî Wateyê Hevok
- Di nav hevokê de « jêgirtin » û gotinek di nava parantêzê de hebe bi tîpa gir destpêdike.
Bavo, min bivirek dît. Got : « Kanê? »
Got : « Min winda kir. »
Ehmedê Xanî digot « Xwezî heba me yek padîşahek. »
Ez gelek gund û bajarên Kurdistanê ( Navên wan giştî nikarim binivîsînim ) gerîyam.
- Rêzên helbestan bi tîpên gir destpêdikin.
Tasek ji vê ava zelal
Nadim bi hewza Kewserê
Levhatina Qesra Şîrîn
Jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî
Mirin xweş e ji emberê.
Ehmedê Xanî
- Serenav ( Navên Taybet ) -navên çi dibin bila bibin û bi çend bêjeyan saz dibin bila bibin- bi tîpên gir destpêdikin.
Mele Mistefa Berzanî
Ehmedê Xanî Feqîyê Teyran
Mêrdîn Riha Erzerom
Gundê Mîra Goma Qasê Çemê Çetelê
Kurdistan Tirkîye Erebîstan
Xwedê Ezraîl Bihuşt
Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê Zanîngeha Artûkluyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
|
Qesra Qenco
Birca Belek Sûra Dîyarbekirê
Behra Wanê Sîpanê Xelatê Deşta Heranê
Fransî Almanî Farisî
Sunî Elewî Xiristîyan
Dinya Tav Hîv
Nasir Hesen Sîyabend
|
- Serenavên erdnîgarîyê wek ravek bin hemû bêje bi tipên gir destpêdike.
Çîyayê Agirî, Behra Wanê, Behra Spî, Deşta Mûşê, Deşta Heranê, Çemê Çetelê…
- Wekî dinê bêjeyên hevenav yên erdnîgarîyê bi serenavan ve tîpên piçuk destpêdikin.
Gelo behra Kurdistanê kîjane?
Derket ser çîyayê Sipanê Xelatê.
Li Serhedê çemê Erez bi lemelem diherike.
Êdî li zozanên Faraşînê wek berê çîçek venabin!
- Cînav, daçek û gîhanekên di nav serenavên wek kombêjeyan de bi tîpen piçûk tên nivîsandinê.
Şaredarîya Bajarê Mezin ya Amedê
Partîya Aştî û Demokrasîyê
- Li pê duxalê eger mînak hatibin dayîn, despêk bi tîpa piçûk çê dibe.
Bi gorî fonksîyonê bêje : nav, cînav, rengdêr, lêker…
Ez ji tere se tiştan dibêjim : bixebite, bixebite, bixebite.
- Lê belê daxûyanî û diyarkirina tiştek hebe bi tîpa gir dest pê dike.
Lêkerên Hevedudanî : Lêkerên ji bejeyek zêdetir hatibin sazkirinê re tên gotin û bi navan, cînavan, rengdêran, daçekan û hokeran tên çêkirin.
Nav : Bêjeyên ku meriv pê heyînan û tiştan nas dike.
- Pênas û nasnav, paye û bêjeyên rêzdarîyê bi navên taybetî ve ( bi navên taybetî ve bibin yek ) bi tîpên gir destpêdikin.
Hezretî Ebubekir
Şêx Seîdê Kal
Xalit Begê Cibrî
Xelîl Axa
Mistefa Beg
Kor Huseyîn Paşa
Qanatê Kurdo
Şaredar Osman Baydemir
Serokkomar Celal Talabanî
- Pênas wekî jêrîn werin bikaranîn bi tîpên piçûk tên nivîsandin.
Gelo, şaredarê Amedê « Osman Baydemir » hatîye?
Mam Celal serokkomarê Îraqê ye.
- Pênas û nasnavên li pê bêjeyên rêzdarîyê werên bi tîpên gir destpêdikin.
Birêz Serokê Min
Birêz Walî
Birêz Şaredar
- Xitabên destpêkên nameyan û axaftinan bi tîpên gir destpêdikin.
Evîndara Min,
Birayê Minê Ezîz,
Gudar û Temaşevanên Hêja,
- Sernavên heywanan bi tîpên gir destpêdikin.
Bisko ( ga )
Qolo ( kuçik )
Nirno ( pisîk )
Rindê ( çêlek )
- Navên rojnameyan, berheman û pirtûkan bi tîpên gir destpêdikin.
Mem û Zîn
Bîra Qederê
Eqîdeya Îmanê
Azadîya Welat
Gundem
Zend
Tabloya Mona Lisa
- Navên Cejnan û rojên dîrokî bi tîpên gir destpêdikin.
21’ ê Adarê
Newroz
1 Gulan
Roja Zimanê Dayîkê ( 21’ê Sibatê )
Konferansa Kurdî
Serhildana Rojava
Festivala Çand û Hunerê ya Qerecdaxê
Cejna Karkeran ( 1 Gulan )
Cejna Qurbanê
- Bêjeyên serenavan di pirtukan de bi tîpên gir destpê dikin.
Rengdêrên Jimarîn Yên Rastî
Di Dîrokê de Alfabeyên ku Kurdan Bikaranîne
Çend Reqne li Ser Rezimana Kurmancî
- Nîşanên gewheran ( bi navên xweyên resen û bîyanî ) bi tîpên gir destpêdikin û tên nivîsandin.
Ca Calcium
Fe Fer
H Hidrogène
- Di Kurmancî de bêje çawa tên bilêvkirin wisa tên nivîsandin. Bêjeyên ku tê de dengên « l û r » yên bi lerz he bin, lerzokîya wan bi dubarekirina wan « ll û rr » tê nivîsandin.
Bi-kirre—ne-kirre
Welle, melle, şille, şillek
Birrîn, kirrîn, zêrrîn, pirr, zirr
- Tîpa « j » yê wextê hûr tê nivîsandin bi xal ( j ) û wextê gir tê nivîsandin jî bê xal ( J )
Jimarên bêjeyan ji min re got.
- Rastnivîsa tîpa « i » yê : Tîpên gir û hûr bi gorî rewşên ku di alfabeyê de hatine dîyarkirin tên nivîsandin. Lê belê gir nivîsandina tîpa « i » yê, di nivîsên Kurmancî de ( ji ber ku bi alavên nivîsê -daktîlo û ordînator- bi taybetmendîyên zimanê bîyanî -Fransî û Îngîlîzî- hatine çêkirin ) hergav bê xal « I » hatîye bikaranîn. Bi rastî karakterên vê tîpê wiha ye: hûr « i » gir jî « İ » ye. Lê belê ji ber pêwistîya alav û derfetan bi her du rewşan ( bi xal û bê xal ) jî bê nivîsandin şaşî çê nabe ango di Kurmancî de dengek bi tenê bi vê îşaretê hatîye dîyarkirin. Di nivîsa destan de « i » ya gir bi xal ( İ ) bê nivîsandin baştir e.
Dengên ( fonemên ) Bingehîn
DENGÊN ( FONEMÊN ) BİNGEHÎN
DENGÊN ( FONEMÊN ) BINGEHÎN
Nivîsandin
NİVÎSANDİN
NIVÎSANDIN