Hevnegirtina Xwînê (İncompatibility Rhesus)

Hokarê Rhesus (factor Rh) proteîneke taybet a li ser şaneyên sor ên  xwînê ne (sorglorik). Ger di xwînê de ev proteîn hebe, cureya xwînê Rh+ tê gotin û pirahî kesan de Rh erênî ye. Ger ev proteîn tunebe, cureya xwînê Rh- tê gotin û li gor Rh+ vê  gelek kêmtir e.

Ev cureya xwîna me,  di jiyana me de ji alîyê tenduristîyê ve bi  gelemperî giringîya wî zehf tuneye. Lê dema ducanîyê de giringîya wê derdikeve holê. Dayik cureya xwîna wê Rh- be û mêrê wê jî Rh+ be, hingê   hevnegirtina xwînê dikare çê bibe. Divê ku dayika ducanî bin çavdarîyeke taybet de be. Ev çavdarî (sexbêrî) divê ji alîyê bijîşkê wê bête kirin.

Di dema ducanîyê de navbera  dayik û piza/ê (fetus) de xwîna wan mîqdarek kêm be jî dikare tevlihev bibe. Ger dayik Rh+ be, pirsgirêk tuneye. Lê dayik Rh- û piz Rh+ be û  xwîna wan tevlihev bibe; di xwîna dayikê de antîkor tê pêk anîn. Ev antîkor derbasî  xwîna pizikê dibe û dest bi parçekirina  sorglorikên xwînê dike. Ev bûyer ducanîya yekemîn de çê nabe. pizê/a duyemîn jî Rh+ be, ev antîkoran dikeve nav laşê pizê û  sorglorikên xwînê parçe dike û xwînziwayîyek (anemia) xedar derdikeve holê. Di encamê de zarok hêj zikê dayika xwe de netêriya dilê (heart failure) û hemû laşê wî de kombûyîna avê tê dîtin. Ev rewşa xedar re  Eritroblastozis Fetalis (parçebûyîna xedar a sorglorikan) tê gotin. Saxkirina pizikê rewşeke dijwar qasî nepêkanîyê de ye. Ji bo vî sedemî  hêj ev bûyeran derneketiye holê, divê peşiya wê bête girtin.

Dayika ducanî Rh- û mêrê wê Rh+ be, ji bo ku eritroblastozis fetalis çênebe; taqîya (test) Coombs’ê divê bête kirin. Ev taqî du caran; di  sêmehiya ewil û hefteya 28’emîn a dema ducanîyê de tê kirin. Ev test xwîna dayik û pizikê tevlihev bûye an nebûye dide nîşan. Taqî neyînî be, dide encam ku; xwîna wan tevlihev nebûye. Pişt re derzîya Anti-D İmmunglobulin G tê kirin. Ev  bûjen (material) antîkoran dide sekinandin. Piştî zayînê cardin tê kirin, ji bo ku ducanîya duyemîn de eger pizik Rh+ be; pêkanîna antîkoran bide sekinandin.

 

Mihemed Nojdar

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Şiroveyek

  1. zîndewer zanî

    Mal ava.Ji bo zimanê me xebatek hêja ye.

Leave a Reply to zîndewer zanîCancel reply