Heya ku koka hebûna te
Ne hêrfê
Ne rizê
Ne bê kilxana ber tekerêd valahiya serdemê
Û termê bihna te
Ji rûyê gozemînê Koça xwe ya dawî
Berve asîmanên bê sînor bar nekê
Ji kolanên çerxê Bi rê nekêvê
Ewê herdem
li benda Roja ku
di hulma te de avahiyan lidarxînê bê
bi hesreta ku çend kêliyan
bi bihna te re sermest bibê
bi bablûska te re
rûçalên darên kevnar ji binî de hilqetînê
an
di siya te de
xulmaş bibê
û hestên xwe yên sar
bi germahiya dîdara te kîbarê bimeyînê.
Majêd A Mihemed