Di demekê de Ba û Pel bibûn hevalê hev. Rojekî Ba ji pelê re, dibêje:
– Bibêje heval, ji min bixwaze bibêjî ku, ez te bibim wê cihê.
Pel fikirî û ponijî, tew tiştek nehat bîra wê. Ba dîsa jê pirsî, got:
– Hadê fedî neke, ez karim te bibim.
– Nizanim birayê delal, qet tiştek nayê bîra min. Tu bibêje ez herim ku?
– Ku tu nizanibî herî ku, ba dostê te jî be çi nefa wê heye, tu yê her tim werî virvirandin; herî û werî!
Pel weka her demê weka xwe kir. Pel dikeve ber bayê; ba weka berê vizvizand; pelê wê de û vir de bir û hanî, yê ku pelê dihejand dîsa hevalê wî yê ba bû.
Dersa ji Metelokê:
Mirov ku bixwaze wê bigîhîje armanca xwe. Mirov divê ewilî bixwaze û biryar bide…
Paşa Amedî
Amadekar