Hevaltî

Hevaltî tiştekî pir xweş e
Ku derdê dilê mirov pê kêm bibe
Raman û fikrê mirov li hev bigire
Dîtina hevalan de nava çavê mirov bikene…

Hevaltî tiştekî pir xweş e
Ku nanê tenûrê bê parve kirin
Bi topa teqiyayî bê leyistin
Û bi hev re kilam bêne gotin…

Heval hene wek hingîv in
Heval hene wek derman in
Heval hene wek bira nin
Heval hene wek nan û av in…

Nurî, Nemê, Lezgîn, Şakir, Sebehedîn û Hacî
Wefa, Xorozo û Şîno
Qîtik, kelîk û kele
Çî xweş bû taxa me…

Henê caran Gola Reş û Ziftî
Henê caran li Goregemê mazî û pejikan
Henê caran li Pirêzê berhev kirina şalkê didû
Heya êvara li deşt, çiya û nava zeviyê şêxan
Şûna petixan de diziya kundiran ….

Çayxanê de hevaltiya Feysel
Jê re çardê Nîsanê ye herdem
Û hevaltiyên dervê welat 
Yê Mûradê Amedî
Xilas nabin balî mijûlayî
Pir xweş e destebiratî
Pir xweş e hevaltî…

Hevaltiya mal xalanê min
Cineyt, Maşûq û Izedîn 
Tengiyê de wek biran in
Hemî mirovê rast in
Yek ji yekê şirîntirin 
Pir xweş e destebiratî
Pir xweş e hevaltî…

Şewketê ziman şirîn
Xarzê min ê delal e
Emînê Xelikî
Gotina xwe dibêje rastî
Muradê Cefanî
Bo hevalên xwe dihelî
Cixare, çay û axaftinên kûr
Dembûhêrkê li çayxanan
Û kêf û şahî 
Serbilindê Cefanî 
Hiz dike mijûliyê dostanî
Şefîq zef bi dil e
Henê car okeyê de aciz dibe
Nazimê Badirî baş e
Hevalê xwe re rast e
Rasimê Xelikî
Zimanê wî qet nasekine 
Hemî hevalên min
Hêja ne û mêrxas in
Pir xweş e destebiratî
Pir xweş e hevaltî…

Turanê Mîryanisî 
Rêhevalek rûken e
Îrfanê Hizanî
Jiyana wî derbas dibe henekî
Farûqê Mêrdînî
Hevalekî henûn û qenc e 
Pir xweş e destebiratî
Pir xweş e hevaltî…

Hesen û Mehmud 
Hevalên dilsoz û baş in
Wekî min nebe jî tenîsê baş dileyzin
Pir xweş e destebiratî
Pir xweş e hevaltî…

Omer û Mihemed
Li Sêrtê bêhna me zef bi hev derket 
Heval hene wek gul û sosin in
Bi bêhna wan bêhna mirov derdikeve
Heval hene wek hingîv in
Şirîniya wan mirov têr dibe
Pir xweş e destebiratî
Pir xweş e hevaltî…

Hemî hevalên min wek derman in
Hemî hevalên min wek biran in
Hemî hevalên min wek welat in
Hemî hevalên min wek nan û av in…

Metîn Arî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply