Duşem , 21 Îlon. 2020

Hevaliya Şêran û Guran

Ji demên qadîm di welatekî qadîm de şêr di daristana xwe de serbixwe dijiyan. Serê çiya car caran di nav asîmanan de wundadibûn. Kanî û çem bi xûşe xûşeke mîna dengê stranên dilxweş diherikîn. Çol û nawal û deştê welat bi adanîbûn. Herkes bi azadî jiyana xwe di domandin. Her aşîrek di warekî welat te bi cihbûbû. Car caran di navbera van aşîra de şer û pevçûn çêdibûn. Lê ti caran li hember neyarên derveyî qels nedibûn. Gelên welatên şêr di cîhanê de bi wêrektî û jehatî û azadxwazî dihatin naskirin.

Piştî ku gelek dem buhurîn ji welatên dûrî şêra, gur bi keriyan hatin welatê şêra. Xwe spartin şêra. Ji ber ku şêr û gur ji aynî olîbûn şêra pêsîra xwe biraolê xwe guran re vekîrîn. Sal û dem bi vî awayî derbasdibûn. Demek hat ku zarokên gura di welatê şêra de bûne serdest. Ev hebû ku ti caran tevlî karên şêra nedibûn. Şêr wek her caran di deşt û çiyayê xwe de bi azadî tevgerdikirin. Ev rewş heta împaratoriya gura hilweşa hate domandin.

Piştî belavbûna împaratoriye axên împaratortiye war war bûne dewleten piçûk. Hemu gelên di bin siya împaratortiyê de dewletên azad ji xwe re avakirin. Tenê zarokên şêra, xwe tebayê gura kirin. Di tev şeran de şêran alîkariya hevalên xwe kirin. Ti caran bi çavên xerab li guran nemeyzandin. Di şerê giran de hevalpiştiya herî girîng şêra kiribû. Şêra herdem ji bo neyaran bûbûn mîna mertal û rima. Lê piştî ku axeke hindik di destê guran de ma sînor li dora xwe pêçandin. Hem welatê şêra di nav hevalên xwe de parvekirin. Welatên şêra yê bakur di bindestiya gura de ma. Dewleta ku nû hate damezrandin roj bi roj gurbuna xwe, xayîntiya xwe pêşkeşî dîrokê kirin. Beriya ku bibin xwedî welat ji bo parastina axa xwe ji şêra re ‘em bi hezar sal vir de birayên hev in. Hem olê me yek e. Li ser vê axê me gelek xebatên heja bihevre kirin. Li hember dijmina xwîna me pevre herikiya nav vê axê. Verin em bihevre li hember dijmin şer bikin. Kengî me axa xwe ji bin zordariya neyara xilaskir duvre emê wek birayan welat di nav hev de parkin. Di vî welatê nû de bi biratî jiyana xwe bidomenîn.’ digotin. Dema bi alîkariya şêra gura ew axa hindik bidestxistin berê xwe li birayên xwe guharandin.

Roj bi roj jiyan li şêra herambû. Şêr di destê hevalên xwe yî kevin de bûbûn mîna keriyê li ber gur. Gura pêşî zimanê şêra qedexekirin. Gotin ‘zimanêkî halo nîne. Hebê ji zimanê me avabuye. Çêdibê ku ev zimanê ku hun pê diaxifin ji zimanê me û ê cîrane me hatibê berhevkirin.’ Duvre şêrbuna şêra înkarkirin. Gotin ‘bingeha we ji meye.’ Paşî navê welatê şêra guhartin. Xistin gurîstan. Navê war, çiya, newal, deşt, çem, gol, daristan, gund, bajarê şêra guharandin. Navên guran li wa kirin. Axaftina şêranî hat qedexekirin. Axaftina şêranî bu tewanber. Kesên diaxifîn bi cezayên giran dihatin tewanberkirin.

Di warê şêra de fermandarî kete destê gura. Serleşker hemu ji gura pêkdihat. Car ji caran ji şêra kesên li hember zilma gura serhildan pêkdianîn bi ‘veqatandartî’ dihatin navdar. Bi vî awayî ji şêra heval ji xwe re çêdikirin. Şêrê nezan û xwefiroş ji gura bawerdikirin. Nezîk encambuna serhildanan da şêrên xwefiroş xayîntî li birayen xwe dikirin. Ji ber vêna şêr di destê guranda bune kole. Gura hin şêr carna dixistin xwedî rêvebîr. Li hember kesên dî digotin ‘ev mafperestin. Mafê hemu kesî em didin wa. Li ba me veqadandina ol, ziman, reng nîne.’ A rast kesên dixistin rêvebir ji rengên va ê bingehîn cudadikirin û hebuna wa bi wa didan înkarkirin. Bi vî awayî ev mafê rêvebîrîye didan şêra. Şêrên hişmend û hişyar piştî vê rewşê hişê wa hate serê wa. Têgihiştin ku gur likuderê bê yê gurbuna xwe bikê û şêr şêrbuna xwe bikê.

Helbestvanêkî şêr ji bo vê rewşê ‘heyfa qencî ye. Ew gurê ji welatên xwe ûme pêsîra xwe ji wan re vekir. Me li warê xwe war da wa. Me ew bi mevantî pêjirandin. Wan xwe xiste xwedîmal. Bi xwedîmaltî nerawestin em di welatê me de kirne mêvan û xerîb. Û digotin ya ji me hezkin ya da ji vir koçkin. Dema me digot ev der welatê me ye, emê herin kuderê? Ê xerîb hunin. Ya em dikujtin ya digirtin ya em koçî nav gura dikirin. Li hember qencî ye em li benda spasiyebûn. We hem em talandikirin û hem spasî ji me dixwestin ji bo ku em saxdihiştin.’ digot.

dilazadart@gmail.com

Derbar Dilazad ART

Dilazad ART
Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Dikarê vê jî bixwênê

Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê

Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.