Hesreta dîdariyê (Helbest)

Di perçê wêneya rojê de

Tu ne mîna kevokên şaristaniyê

kedî bû

ne jî ew hovê çola bû

na tu ne yekser ji xunava geşiyê çêbibû

ne jî ew bi tenha xwa

ji hêrsa bejatiyê peyda bibû

li ber çavên niçîrvanê qedera xembar

bûn e ajelên gelkî zîrek û har

sibe çû

êvar hat

lê armanca hestan bicî nehat

û hîn li benda te mayî neçar

ne bi firînê

ne bi bezê

ne bi xuşandinê

dighê pêlên giyanê te

ne jî bi roniya çava diramûsê hulma govdê te

ne bi tundî derbas kir avsîna te

ne jî bi berger û lava

karibû bi dirêjiya kîtekê

an bi hembêza dilopekê

biba mêvanê dilê te

herweha tava jiyanê di ser we re derbas bû û çû

tu tev barê hêviyan di asîmanên çerxê de winda bû

ew jî bi hesreta dîdariyê

mîna peykerekî herî kevnar

li pê te

li ser rûwê gozemînê

zuha bû

û hate xwar.

 

Majêd A Mihemed-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

2 Şîrove

  1. Mustafa Rêzan

    Ramanên xweş li hevokên efsûnî daniye. Belam hevok piçekî din nêzî hev bana, mînak hinek pir dirêj û hinek jî pir kin in.. Ha helbestê wusa nînin belê henin. Belam hejmara rêzikên kin ser duduyan keve divê di rêzikan de hevok pir nedirêj be.. Lê belê hevokên helbestê bi temamî dirêj bin, di nav re yên biçûk dibe hebin ji bo bînvedan û ekla helbestê meriv bistîne. Yanî ev helbest parçeyek kin e, ya din biçûk e. Û ev tevliheviyê çêdike. Yanî rêzikên kin di bin siya yên dirêj maye.. Bi ya min rêzikên kin divê nuqte û bêhnoka hevokên dirêj be..
    Mînak; Ey efsûna sira sibeyên zivistanê
    Wekî axaz û destpêka vê salê
    Ji nedî ve were konê hêviyan
    Û bixemlîne jîn û jiyanê
    Li min
    Û dilê min
    Şibakeya şabûnê
    Li rûyê tîna rojê
    Tîna evîndariyê bisîncirîne canê

    Hevok carekî ve qut nebûye.. Hino hino, pile bi pile kêm dibe.. Ev jî ekla helbestê li ser zimên digerine. Ji ber ev nêrîna min a bêqîmet, lêborînê dixwazim.. Sipas her serkeftî bin..

    • berî her tiştî spas ji nirx û nirîna te re mîvanê hêja, lê ez wek kesekî nivîskar û pispor di beşê rojnemevaniyê de, piştî ku min şaxê edebiyata erebî û ya cîhanî û kurdî xwendî nema ez pêbendiyê bi ti rêzimanên hunerî dikim û tenê bi şêweê xwe û li gorî raman û nirînên xwe dinivîsim ji ber ku tucarî naxwazim rêça kesî d çand û hunerê de bajom, ne di warê gotaran de û ne jî di warê helbest û çîrokan de.

Leave a Reply to botha konfshyosCancel reply