Di perçê wêneya rojê de
Tu ne mîna kevokên şaristaniyê
kedî bû
ne jî ew hovê çola bû
na tu ne yekser ji xunava geşiyê çêbibû
ne jî ew bi tenha xwa
ji hêrsa bejatiyê peyda bibû
li ber çavên niçîrvanê qedera xembar
bûn e ajelên gelkî zîrek û har
sibe çû
êvar hat
lê armanca hestan bicî nehat
û hîn li benda te mayî neçar
ne bi firînê
ne bi bezê
ne bi xuşandinê
dighê pêlên giyanê te
ne jî bi roniya çava diramûsê hulma govdê te
ne bi tundî derbas kir avsîna te
ne jî bi berger û lava
karibû bi dirêjiya kîtekê
an bi hembêza dilopekê
biba mêvanê dilê te
herweha tava jiyanê di ser we re derbas bû û çû
tu tev barê hêviyan di asîmanên çerxê de winda bû
ew jî bi hesreta dîdariyê
mîna peykerekî herî kevnar
li pê te
li ser rûwê gozemînê
zuha bû
û hate xwar.
Majêd A Mihemed-Çandname
Ramanên xweş li hevokên efsûnî daniye. Belam hevok piçekî din nêzî hev bana, mînak hinek pir dirêj û hinek jî pir kin in.. Ha helbestê wusa nînin belê henin. Belam hejmara rêzikên kin ser duduyan keve divê di rêzikan de hevok pir nedirêj be.. Lê belê hevokên helbestê bi temamî dirêj bin, di nav re yên biçûk dibe hebin ji bo bînvedan û ekla helbestê meriv bistîne. Yanî ev helbest parçeyek kin e, ya din biçûk e. Û ev tevliheviyê çêdike. Yanî rêzikên kin di bin siya yên dirêj maye.. Bi ya min rêzikên kin divê nuqte û bêhnoka hevokên dirêj be..
Mînak; Ey efsûna sira sibeyên zivistanê
Wekî axaz û destpêka vê salê
Ji nedî ve were konê hêviyan
Û bixemlîne jîn û jiyanê
Li min
Û dilê min
Şibakeya şabûnê
Li rûyê tîna rojê
Tîna evîndariyê bisîncirîne canê
Hevok carekî ve qut nebûye.. Hino hino, pile bi pile kêm dibe.. Ev jî ekla helbestê li ser zimên digerine. Ji ber ev nêrîna min a bêqîmet, lêborînê dixwazim.. Sipas her serkeftî bin..
berî her tiştî spas ji nirx û nirîna te re mîvanê hêja, lê ez wek kesekî nivîskar û pispor di beşê rojnemevaniyê de, piştî ku min şaxê edebiyata erebî û ya cîhanî û kurdî xwendî nema ez pêbendiyê bi ti rêzimanên hunerî dikim û tenê bi şêweê xwe û li gorî raman û nirînên xwe dinivîsim ji ber ku tucarî naxwazim rêça kesî d çand û hunerê de bajom, ne di warê gotaran de û ne jî di warê helbest û çîrokan de.