Hespên Hesînî

Romana helbestvanê kurd Ulku Bîngol a bi nave “Hespên Hesînî“ di nav weşanên “Na“ de li bajarê Îzmîrê derketiye. Wek tê zanîn navenda weşanên “Na“ lî Îzmîrê ye. Roman 75 rûpel e. Helbestvanê kurd Ulku Bîngol ji Amedê/Dîyarbekirê ye. Ez jî ji Amedê me û min di jiyana xwe de li Amedê vî navî qet nebihîstiye. Ulku navekî tirkî ye û tirk vî navî li keçên/kîzên xwe datînin. Yanî li gel tirkan ev nav navê keçane ê lawan nîn e. Ji xwe dema ev roman derketibû, min got qey Ulku Bîngol jin e û min ji xwe re got`waye romannivîserek jin jî li romannivîserên jin ên kurd zêde bû.` Lêbelê paşê fêr bum ku ew ne jin e, mêr e.

Ulku Bîngol berê sê pirtûkên helbestan nivîsiye û weşandiye. Wî ji helbestê dest pê kiriye û gihîştiye radeya romanê, romannivîseriyê. Dostekî min î kurdê soranîaxif digot :“Nivîskarên ku helbest jî dinivîsin di romannivîseriyê de serketî ne.“ Bi rastî jî gelek/piraniya romannivîseran helbest nivîsîne û dinivîsin. (Min bi xwe jî du pirtûkên helbestan nivîsî û weşand û min du pirtûkên din ên helbestan nivîsî lê min hêj neweşandiye.) Ulku Bîngol digel helbestnivîsîna xwe romaneke hêja bi şêweyeke edebî/wêjeyî û bi honakek hunerî afirandiye.

Roman bi hevokek balkêş û baldarî dest pê dike ku mirov dimîne heyirî/ Li vê gotinê binêrin. “Bûyer pêncşemê qewimîbû û niha çarşem bû.“ De were vê kelekê di vê avê de derbas bike. “ Bûyer pêncşemê qewimîye.“ Lê, pêncşem sibê ye, îro çarşem e. Romannivîserê kurd Cîhan Roj di romana xwe a bi navê “Perde“ de dibêje : “Nivîskarî, hinek jî şeytanî ye.“ (Ev gotina wî gelek lî xweşa min diçe.)
Baş e, ka gelo roja pêncşemê çi bûye, çi qewimîye, çi bûyer pêk hatiye? Serlehengê romanê navê wî Dara ye. Di romanê de dem, wext, bûyer û hemû tişt di nav çar rojan de di roja çarşem, pêncşem, în û şemîyê de derbas dibe.
Dara şeş hespên hesînî ku hedad çêkiriye dikire tîne malê, li mal hespan boyax dike û paşê dibe meydana pêşiya camîyê/mizgeftê ku bifroşe. Li meydanê gelek kes tiştên xwe radixtin û difroşin. Dara jî hespên xwe ên hesînî difroşe. Taswîra meydanê bi berferehî gelek baş û xweş hatiye rave kirin.

Dema min cihê ku dikanê hedad tê qal kirin xwend, navçeya me (Lîce) û biçûkîya min hat bîra min. Li navçeya me çend dikanên hedadan hebû. Dikandar hemû jî fileh/ermenî bû. Dikanên wan li heman cihî rêzkirî bû. Me ji wir re digot “kuça hedadan“. Hemû tiştên hesinî wan çêdikir û hespan nal dikir. Dema nal li lingên hesp dixistin, bizmarên tûj di kuna nal de di lingên hespan de dikutan. Ew dem dilê min bi hespan dişewitîya. Min carek ji hedad re got :“Hesp gunehe. Hûn bizmarên hesîn ên tûj di lingên wan de dikutin, diêşe.“ Hedadên navçeya me ne tenê tiştên hesînî çêdikir, wan mey/şerab jî çêdikir. Dema ez xort bum, min çend car şeraba ku wan çêkiribû vexwar, gelek bi tehm û lezet bû. Min heta niha jî di umrê/temenê xwe de şerabek weha xweş, bi tehm nexwariye.

Dara jî diçe meyxaneya ermen û li wir şerab vedixwe. Di meyxanê de jî şanogerekî pirsa bûyera roja pêncşemê dike û dibêje :“Ev bûyera pêncşemê qewimî ji niha ve hate ji bîr kirin.“
Min ji rûpel yek heta rûpel 27 xwend, du car qala bûyera pêncşemê tê kirin, lêbelê hêj nediyare, ango ez nizanim bê ew bûyera pêncşemê çi ye? Çi qewimîye? Min meraq kir û ji ber vê meraqê min pirtûkê ji destê xwe danenî û xwendina wê domand.

Li meyxanê, li ser gotinên şanoger, bijîjk/doktor ku li wir vedixwe ji şanoger re dibêje :“piştî wê bûyerê nexweşî zêde bû. Egzama zêde bû!..“

Gelî xwendevanên ezîz, de ka gelo hûn zanin navê vê nexweşîyê û naveroka vê bûyerê çi ye ku ewqas tişt zêde dibin. Ez navê vê bûyerê nizanibûm heta ku min rûpela 27 qulipand û dest bi xwendina rûpela 28 kir. Di rûpela 28an de ez fêr bum ku navê bûyerê û herweha navê wê nexweşîyê çi ye? Ev nexweşîya mîrat nexweşîyeke wisane ku; “zarok jî êdî bi tîqetîq nakenin lî wî bajarî.“ Ev bûyer ango nexweşîya ku pêk hatîye tişteke wisane ku bi gotina jinika ku di meyxaneyê de vedixwe û dibêje : “Mirov di paşilan de jî êdî ditirse! Meydan jî ditirse û behsa vê bûyerê nake êdî…“`
Xwendevanên ezîz ên ku niha vê nivîsa min a derbarê romana Ulku Bîngol a bi navê “Hespên Hesînî“ dixwîne, bi rastî te jî meraq kir yan na? Baş e, pirsek din, gelo tu zanî ku nexweşîya xemgînîyê çi ye? Bajarek çawa bi nexweşîya xemgînîyê dikeve? Heger tu bersîva van pirsan meraq dikî, divê tu romana Ulku Bîngol “Hespên Hesînî“ bikirî û bixwînî.

Roja Înê, jiyana Dara a rojane çawa derbas dibe? Ew roj çi dibe? Dara ew roj jî çenteya ku hespên hesînî dixistê, girt û çû meydanê. Li meydanê kuçikê zer hebû. Paşê ên ku tişt difroşin û ên ku dikirin têne meydanê. Di meydanê de di navbera Dara û kesên din de axaftinên balkêş têne kirin, ew li ser gelek mijaran dipeyivin. Ji du fîgurên balkêş ên li meydanê yek jê Cengoyê Fîlozofe ê din jî kalemêrê ku dibêje : “Ez hersê lawên xwe û jinên wan helal nakim“e. Ev roj ango roja Înê du jinên wek xezalan, nav zirav, rind, spehî, bedew wek horiyên cenetê/bihuştê xweşik têne meydanê. Ew diçine cem Dara û hespê sor ê hesîn dikirin. Romannivîser teswîra herdû jinan gelek baş û xweş rave dike. Jinên wek spîndaran, jinên ku şehweta jinîtîyê li du xwe dibarandin, bi hunerî tê taswîr kirin û rave kirin.

Di romanê de zêde leheng û karekter tunin. Hinek fîgur hene ew jî li gor pêvajoya romanê tên û diçin, derdikevin û wenda dibin, yanî tîpîn, kesayetîyên sereke nîn in, ên avarte ne. Dara hespên hesînî her yek bi gelek rengên cuda boyax dike û dibe li meydanê difroşe. Hemû hesp têne firotin, lê hespê ku bi boyaxa spî hatiye boya kirin nayê firotin.
Sernavê beşa dawî a romanê “Şemî“ ye. Di dawîya beşa çûyî û destpêka vê beşê de em dibînin ku Dara pîrtûka pîroz a ola cihuyan/yahudîyan “Zebûr“ dixwîne. Dema xwendinê de radikeve, di dema razanê de xew dibîne. Xewek balkêş e.

Di beşa dawî de jî wek rojên din Dara li meydanê ye û hespên hesînî difroşe. Di hersê rojên ku di romanê de tê taswîr kirin û rave kirin mirov xwe di navçeyeke bakurê Kurdistanê de dibîne. Dema min romanê dixwend navçeya Farqînê/Silîvan û mizgefta/camîya Selhadînê Eyûbî a li Farqînê û meydana li pêşîya camîyê/mizgeftê dihat ber çavên min. Herwekî ku meydana ku Dara dice wir ew meydan be.

Di romanê de cih, war, mekan, meydanek, sukek hedadan û meyxaneyeke ye. Nivîskar di van mekanan de cîhaneke afirandiye û hundirê wê cîhanê raveyê xwendevanan kiriye. Ev cîhan cîhaneke çêker û bêserûber e, bê dawî ye.
Di romanê de hevoksazîyên ku li gor hişê leheng/karekter saz bûye, gelek in. Monologên hundirîn pir in. Şêwaza ravekirina berhemê weke berhemên herkehişîyê ye.
Roman li gor naveroka xwe, li gor rave kirina bazirganên ku tiştên xwe li meydanê li ser tewle, mase û kaxizan radixin û difroşin, romaneke civakî ye, realîst e. Lêbelê metaforên ku tê de ne, honaka wê, hunandin, derûniya hundirîn, binhiş, herkehiş, di hiş û mejiyê xwe de fikirîn/ramandin, weke romaneke herkehiş/bilînç akişî/flow of consciousness/ e.
Xwendevanên ezîz, herçiqas ez ji romanên herkehiş û post-modern ewqas hez nakim jî, min ji romana Ulku Bîngol “Hespên Hesînî“ hez kir û bê ku biwestim di rojek de xwend. Min di dema xwendinê de ji ber wê gelek not/nîşe, têbinî wergirt, nivîsî û paşê vê gotara ku niha hûn dîxwînin nivîsî.
Dema derbarê romanek de nirxandinên piralî werine kirin, heryek bi şêweyeke romanê binirxîne, ew roman hîn pirtir û baştir tê fêm kirin. Nirxandina min tenê têr nake, divê nirxandinên din jî werine kirin. Bi hêvîya xwendin û nirxandina romanê.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply