Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo hevbeşên Internêtê, dawîn qonaxa domaina bi asta bilinda Kurdistanê bi paşnavê “.KRD“ radigihîne, ku hemû kes, alî û kompaniya ji bo bikaranîna Internêtê li seranserî cîhanî dikarin pêgeha elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin.
Domaina fermî ya Kurdistanê bi awayekê cîhanî hatiye amadekirin, ji bo vê yekê bibe baştirîn bijarte ji bo beşdarên Kurd hatiye amadekirin û dikare pirsgirêka nebûna domain ji kesên Kurd, sazî, rêxistin û kompaniya yên têkildarên Kurdistanê çareser bike. Lewma em dixwazin di vê derfetê de, pêgehên elektronî yên xwe li domaina Kurdistanê tomar bikin, ku giringiyeka taybetî heye.
Hîwa Efendî Serokê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî dibêje ku di demekê de ku hejmara beşdarên Internêtê li ser asta cîhanî bi leziyeke cihê hêbetê berev zêde bûnê ye, domaina “.KRD“ dibe hêsankarî jibo despêragihiştina çend milyon beşdarên Kurdên Internêtê bi rêya domaina fermî ya Kurdistanê, ku heta niha ji domainên wek “.com“ yan “.net“ bi kar tînin.
Tomarkirin li domaina “.KRD“ bi rêya van ajansan amade ye: 101Domain, DomainDiscount24, OpenProvider, Namecheap, NameISP, MarkMonitor û SafeBrands. Ji bo zanyariyên pitir serdana vê malperê www.dot.krd bikin û di vê lînkê de jî https://dot.krd/en/registrars/ dikarin pêgehên elektroniyên xwe tomar bikin.
Jêderk: Rûdaw