Her sal zêdetirê 7 milyon însan ji ber vexwarina cixareyê dimirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) daxuyand ku li dinyayê her sal zêdetirê 7 milyonî însan ji vexwarina cixareyê dimirin, maliyeta vexwarina titûn û mamulên wê li dinyayê zêdetirê trilyon û 400 milyar dolarî ye.

WHOyê bi minasebeta “31ê Gulanê li Dinyayê Roja Bêtitûn” raporek weşand.

Di raporê de bal kişnadin ser mirovên ji ber vexwarina titûn û mamulên wê dimirin û hat gotin ku her sal zêdetirê 7 milyon însan ji ber vexwarina cixareyê dimirin.

Dîrektorê Giştî yê WHOyê Margaret Chan derbarê mijarê de daxuyand ku, ji ber vexwarina cixare û mamulên titûnê xizanî zêdetir dibe, zirarê dide xwarin û vexwarina maliyan û hewa malê qirêjî dike.

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply