Helepçe

Dîsa bombe û baran e

Her derê girtî mij û duman e

Dîsa nali nala birîndaran e

Dengê dayika tê li ser lorîkê wan e

Bavik bi keder xwe davêje ser zarokane

Lê zarok mane bê nefes bê ruh û bê can e

Di dîroka kurdan de meha adarê cihekî girîng digire. Meha adarê meha newrozê ye. ( Newroz destpêka biharêye û dawiya sîtemkariya dehaq e ) Di meha adarê de Seîdê Kurdî çû ber dilovaniya Xwedê. Meha adarê destpêka serhildana Dêrsimê ye. Meha adarê meha komkuji ya Helebçeyê ye.

Dîktatorê Sedam û xizmê wî Eliyê Kîmyevî ( elî hesen tîkrîtî) di dîroka mirovahiyê de û di guhûrgeha sîtemkarî yê de cihekî sereke girtin. Wan sîtemkaran dema va komkujiya kirin, rûpelên dîrokê 16 Adar 1988 rê dida.

Dîktatorê Sedam di navbera 23 Sibat û 16 Îlon 1988an de, tevgera El- Enfalê tûnd kir. Di vê navberê da ji aliye artêşa Îranê ve li dijberî Sedam êrîşa serketin-7 dest pê kir. Di serokatiya Celal Telebanî de pêşmergeyên girêdayî Yekitî ya Netewperwer ên Kurdîstanê (YNK) digel pevxebata artêşa  îranê vê li bajarê Helebçeyê dest bi serhildanê kirin.

Dîktatorê Sedam ji ber ku artêşa  îranê bide sekinandin, emir/ferman da serdarê eniya başûr korgeneral Eliyê Kîmyevî, ku xaza bi jehr bikarbîne.

16 Adar 1988an de heşt balefirên bi navê MÎG-23 li ser bajarê Helebçeyê, bombeyên bijehr rijandin. Di rojekê de 5 hezar, bi tevahî ji 7 hezaran zêdetir mirov hatin kuştin. Ji 15 hezaran zêdetir mirov birîndar bûn.

19 Tebax 1998an de di navbera Îran û Iraqê de agirbest hat destxetkirin. Artêşa Iraqê penc rojan pê agirbestê, careke din ket Helebçeyê. Dîktatorê Sedam, Helebçe dagir kir û di rojekê da 200 mirov kuştin. Dîyare ku, mebesta Sedam jenosît bû..

Aqûbeteke kambax, li pêş va her du  xwînxwaran (Sedam û Eliyê Kîmyevî) sekinî bû. “ Cêr/kûz ê avê di riya avê de dişkê.” Jîyana van xwînxwaran  li ber sê pê yan qediya. Rehma Xwedê ne li ser wan be.

Komkujî û bêînsafiya Sedam, em ji devê jineke Helebçeyî guhdarî bikin. Jina ji helebçeyê dibêje : “ Yek firoke/helîqopter hat ser Helebçeyê û kaxiz ji jor de berdidan. Dixwestin ku bizanibin daku ba ji kîjan hêlê tê û hêza bê çawa ye.” “Bêhneke xirab/bed hewa girt. Hawirdor bê deng bû. Min dît sewal dişewitîn. Mî/mih,bizin,çivîk dimirin. Li hewa tiştekî berovajî diçe hebû. Mirov qey digot payîz e, pelên daran diweşiyan, zarok, pîremêr û pîrejin vedireşiyan. Mirovên ji ber dûmanê direvyan, li der û dora rê diketin û dimirin.”

Li ber ve hovîtiyê mirovahî bê deng ma. Di 16ê Adarê de, bê dengî ya Helebçeyê, bi qerîna dayika belav bû. Bajarê Helebçeyê li benda biharê bû, lê payîzek bêyom hatibû. Helebçe li benda kulîlkên kesk û sor bû, lê mixabin zerahiya payîzê ew peşwazî kirin.

Zarokên Helebçeyê, li benda newrozê bûn, lê bedena wan hate şewitandin. Dayika, zarokên xwe ji hembêza xwe bernedan. Dayik qîryan lê erd kerr, ezman kerr, mirovahî kerr bû.

Rojnamevan Remezan Ozturk (Dîmenên Helebçeyê yê nuha di destê me de, vî zilamî kişandin) dema ev bûyera qewimî, diçe Helebçeyê. Kanê vî zilamî çi dît, em ji devê wî guhdarî bikin: “ Hemû kolan bi laşên mirovan û bi termên sewalan tijî bû. Ez bêjim komkujî, na ne komkujî ye, Ez bêjim bobelat, na ne bobelat e, Ez bêjim hovîti, na bi navê Xweda hovîtî jî sivik dimîne. Belê, ji ber ku tiştên min dîtin, hêza min şikest û ez li kêleka rê, li ser payerê/qaldirim rûniştim û min hêstir barandin.”

Helebçe, di dilê hemû mirovan de, lê bi taybet, di dilê Kurdan de mîna bîrîneke xedar e. Dema Helebçe tê bîra min, ji çavê min hestir dibare, ji dilê min xwîn diherike. Gelo her tim ji şehîd/pakrewanên Helebçeyê re dia bikin. Mehderî û rehma Xwedayê dilovan û dilovîn her tim li ser pakrewanên Helebçeyê be.

Mehmet Bozkoyun

Derbar Çand Name

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply