Helebce, jana birîna kûr!‌

Komkujiya Helebceyê bûyerek e ku di 16’ê Adara 1988’an de çêbû, dema balafirên şer yên artêşa Îraqê bombeyên kîmyawî barandine ser bajarê Helebceyê.
Di nava çend saetan de li Helebce û derdora wê 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi 10 hezaran kurd jî seqet man. Di nava kurdan û rayagiştî de bi navê “enfal” jî tê bi navkirin. Enfal navê komkujiyeke (tevkujiyeke) li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.

Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir.

Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebceyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.

Bandora bombeyên kîmyewî tenê bi mirina pênc hezar kurdan û seqet mayîna bi deh hezaran ve bi sînor nema, bandora bombeyên kîmyawî hê jî li bajêr didome.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994’an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû. Herwiha ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike.

Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdelmecîd ê bi navê kodê “Eliyê Kîmyawî” bûn. Herdu hatine girtin û hikûmeta Îraqê siza darvekirinê li ser wan sepand. Sedam Huseyn di 30’ê kanûna biçûk a 2006’an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyawî jî di 25’ê kanûna mezin a 2010’an de hat daleqandin.

Nivîsgeh

 

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply