Helbestvaniya Apo Osman Sebrî (Di 24 Saliya Koçkirina wî de)

 

 

Bi min xweş e ku em îro bi hev û din re 24 saliya koçkirina Apo Osman Sebrî bibîr bînin. Di rojek mîna (11.10.2017)de, berî 24 salan apo Osman Sebrî ji nav me barkiriye.. Ew di sala 1905an de li Kurdistana bakur çêbûye û di sala 1993an li Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê û li gundê Berkevirê, nêzîkî Derbasiyê hatiye veşartin. Sed mixabin, ku roja îro di ser 25 rêxistinên Kurdên sûriye hene û tev ji bin kurkê wî hatine der, rojekê yek ji wan neçûye serdana gora wî û kulîlkek li ser gora wî dananiye..!

Bi helkeftinê bi min xweş e ku ez helbestvaniya Osman Sebrî raxînim ber çavan:  Wek ku ez serwextî jiyan wî me, bi tenê çend berhemên wî yên wêjeyî hatine çap kirin: Bahoz û Derdên Me/ 1956, vê paşiyê jî Bersiva Hoşeng/ 1977. Di sala 1991ê de jî, rehmetî Hemreş Reşo, helbestên wî di dîwanekê de li Almaniya dane çap kirin.. Li gor xwendina min ji helbest û gotarên wî re û li gor ku helbesta kurdî a nûjen bi weşana kovara Hawarê û helbestên mîr Celadet, Dr. Kamiran Bedirxan û Qedrî Can destpêkiriye, ez Osman Sebrî di pey Qedrî Can re dibînim, ango berî Cegerxwîn. Ji ber ku Bahoza Osman Sebrî berî Kîme Ez! a Cegerxwîn çap û belav bûye.

Eger Cegerxwîn bi dîwana xwe Kîme Ez/ 1973, wek helbestvanekî nûjen hatibe nas kirin, Osman Sebrî berî wî bi gelekî, ji heyamê Hawarê ve wek helbestvanekî ku li ser şopa Qedrî Can dikulkulî, hatiye naskirin. Lê di baweriya min de herdu jî (Cegerxwîn û Osman Sebrî) ji kilasîkan e û pirek qewînin di navbera kevin û nû de. Ji ber ku pirraniya helbestên wan kilasîkî ne, bi tenê hin caran nûjen hunandine.. Eger Osman Sebrî di hunandina helbesta nûjen de berdewam kiriba, bêguman wê, ew mîrê helbesta kurdî a nûjen ba berî Qedrî Can.. Lê mixabin siyasetê ew di nav pêlên xwe de revand û wiha dûrî wêje û toreyê ket… Dawî ez dikarim bibêjm ku hersê jî (Qedrî Can, Osman Sebrî û Cegerxwîn), di warê helbesta nûjen de şagirtên mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan in, ewên ku serwextî nûjeniya toreya Ewropî bûn û wan şagirtên xwe bi wê nûjeniyê fêr kirin…Wek wefadarî ji bîranîna wî re, ez ve helbesta wî ya ku bersiva Qedrî Can daye, ji bîranîna wî re dikim diyarî:

Jiyîn xweşe bi xurtî

Li Kurdistan bi Kurdan

 

Bav û biran; çi bikim?

Hemû min tê bi dirdan.

Min dil tu car ne nail

Min zar tu car ne kalî

Bi dil hişkî, bi lalî

Sînga xwe da ber rimanî

Min îşev dît xewna rast

Deng û gazî çi xweş hat

Digot rabin Kurdino!

Tev biran û tev xwehan.

De rabin li me tu zanî

Rim nîne giş nizanî

Xopan kirin Kurdanî

Ev teral û nezanan

Hawarê, xweş awakir

Dilê Kurdan pê şakir

Zar û ziman ava kir

Jîn û xweşî belav kir.

 

Osman Sebrî

Kaniya Ereban, 18/5/1932

 

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply