Dil ji wek welatê min,
Xweşî lê nine ji bin
Dibêjim derd qediyan
Dikeve rêzê kulek din
Xayinan dilê min sotin
Ji derdê wanin ev gotin
Hûn bazirganên çi ne
Ma welat tê firotin.
Ji welatê ap û xalan
Dinivsînim bi salan
Keserên xwe kom dikim
Bi sebra pîr û kalan
Ez ê her binim ziman,
Bedewiya te nistiman
Xwezil li ber baxên te
Ez bibuma baxçevan
Bi ava hest û dila
Av bida baxê gula
Li ser te min bigota
Ji awaz û sewta bilbila
Ger xelat bim ger celat
Ez ê bêjim li ser welat
Evina dilê min e
Heta neyê roja felat
Li çiya deşt û zozan im
Ne hunermend ne hozan im
Li ser eşqa welat xwe
Helbestvanekî dilovan im.
Abdullah Yavuz