Helbestvanên Kurd berî hezar salan behsa Newrozê kirine

Cejna Newrozê cejneke kevn û dîrokî ya gelê Kurd e. Helbestvanên kurd berî sedan salan behsa Newrozê di berhemên xwe de kirine.

Berî zêdetirî 300 salî, Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de behsa Newrozê kiribû. Wê demê, di destana xwe de Newroz weke cejneke niştimanî dabû naskirin.

Yek ji helbestvanên Kurd ên pêşî Baba Tahirê Uryanî berî hezar salî di dubeytiyên xwe de behsa şahiya roja Newrozê dike.

Melayê Cizîrî jî di dîwana xwe de navê Newrozê tîne ziman û wê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û dibêje:

Cejna Newrozê kevneşopiyeke gelê Kurd e. Di wê rojê de ku tê wateya roja nû û destpêka buharê, Kurd bi biçûk û mezinan, xort û keçan, pîr û kalan derdikevin pêşwaziya buhara xweza û azadiya Kurdistanê.

Newrozê cihê xwe di dilê hemû şaîrên Kurd de girtiye, bi taybetî di edebiyata Kurdî ya klasîk de, helbestvanên Kurd Newroz di beyt û helbestên xwe de nemir kirine.

Yek ji helbestvanên Kurd yên pêşî Baba Tahirê Uryan berî hezar salî di dubeytiyên xwe de kêf û şahiya roja gihîştina yarê wek kêfa roja Newrozê diyar dike û dibêje:

“Cuda ez rûyet ey mahê dilefroz
Ne roz ez şu şinasum ne şu ez roz
Wisalet ger me ra gerded muyesser
Hemê rozem şewed Newroz”

Melayê Cizîrî di dîwana xwe de navê Newrozê tîne ziman û wê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û dibêje:

“Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqş û suniê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena welleylû dac
Ev narê sîqala dil e
Daim li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sîrac”

Ehmedê Xanî jî di Mem û Zîna xwe de, roja Newrozê bi awayekî bedew disêwirîne. Jixwe çîroka eşqa Memo û Zînê di Newrozê bixwe de dest pê dike. Xanî Newrozê wek demsala xweşî û şadiyê wêne dike û dibêje:

“Roja ku dibûye îdê Newrûz
Teizîmi ji bo dema dilefrûz
Bilcumle diçûne der ji malan
Hetta digihîşte pîr û kalan
Mebnî li wî adetê mubarek
Şehrî û sipahiyan bi carek
Bajêr û kelat û xanî berdan
Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan
Yanî ku dihate burcê sersal
Qet kes nedima di mesken û mal”

Cegerxwîn di helbesta Kîme Ez de behsa serpêhatiya Newrozê û kuştina Zehakê xwînmij û Kurdkuj bi destê Kawayê Hesinkar dike û dibêje:

“Kawey Hesinkar bav û kalê min
Perçiqand serê Zehakê dijmin
Ji gerdena Kurd
Wî şikand zencîr
Serê me parast
Ji birîn û şûr
Roja hat kuştin xwînmijê dilsoj”

Goya dibêjin:

“Ew roj e Nûroz
Zivistan diçî
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî Kurd
Ji dêwê zergeş
Wisa dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehrîmen dişke Hurmiz tê meydan”

Rûdaw
Nîşe: Ev Nivîs di candname.comê de cara pêşî di 21ê Adara 2020an de hatiye weşandin.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply