Helbestvanê kurd Xelîl Sasonî koça dawî kir

Helbestvanê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Xelîl Sasonî roja yekşemê 03.12.2017ê jiyana xwe ji dest da.

Xelîl Sasonî ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê di 73 saliya xwe de koça dawî kir.

Sasonî gelek dîwanên helbestan yên çapkirî û neçapkirî li pey xwe hîştin û pirtûkxaneya kurdî bi wan dewlemend kir.

Helbestvan û parêzerê Kurd Xelîl Mihemed Elî Yûnis yan jî Xelîl Sasonî ku di sala 1944an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû, roja yekşemê saet 18.10 ji dinyaya me bar kir û koça xwe ya dawî kir.

Xelîl Sasonî ji ber nexweşiya penceşêrê ku dora 7 salan bû pê ketibû, li nexweşxaneyeke Êliha Bakurê Kurdistanê wefat kir û li gundê bav û kalên xwe ku wek Gundê Nû tê naskirin û girêdayî Êlihê ye, li kêleka gorên kesûkarên xwe hat veşartin û 3 kur û du keç li pey xwe hîştin.

Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû û yek ji dostên herî nêzîk ên helbestvanê mezin Seydayê Cegerxwîn bû.

Sasonî di jiyana xwe de gelek dîwanên helbestan weşandin û hê jî çend berhemên wî nehatine weşandin. Ristên Sasonî bi evîndarî û eşqa Kurdistanê tije bûn û gelek ji helbestên wî yên neteweyî bûne stran û li sar zar û zimanan geriyan.

Di sala 2009an de Xelîl Sasonî Xelata Cegerxwîn a Afirandina Helbestê wergirt, herwiha di sala 2016an de xelata Helbetsvanê Nemir Ehmedê Palo ya Helbestê wergirt.

Lêkolînvanê Kurd Îbrahîm Mehmûd li ser koçkirina Xelîl Sasonî wiha dibêje: “Ez nizanim niha helbestvanê me Sasonî li ku ye yan jî erdnîgariya gewdeyê wî û seqaya canê wî ya hundirîn çawa ne! Gelo ew li ser kîjan tixûbên jiyanê tevdigere, dilê wî bi kîjan jiyanê lêdide û laşê wî dilerize. Xelîl Mihemed Elî Sasonî, bi wê êşa ku te li jiyanê dihêle bijî. Gelo ewê vê êşa min bi rabûneke din a giyan bixwîne?”

Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply