Helbestvan Şêx Mîzbah helbesta Kurdî nas kir û pê re xwe nas kir

Helbestvan Şêx Mîzbahê Farqînê, alîm û helbestvanên kurdên weke Şêx Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Siyahpoş, Melayê Bateyî, Şêx Ebdurrehmanê Aktepeyî, Feqiyê Teyran, Tîrêj û Cegerxwîn bandor li wî kir û ew jî bû yek ji dîlgirtiyê helbesta Kurdî.

Gotenek pêşiyên Kurdan dibêje ku temen wek  duvê masî ye, dişemite ji destê mirov û diçe… Wekî heval û hogirên xwe temenê Şêx Mîzbahê Farqînê jî bi ser heştêyan ket; lê weka duh di bîra wî de ye ku ew 14 salî bû û ji qalikê zabeşan keştiyan çêdikir û datînî ser ava kaniya mezin.

Şêx Mîzbahê Farqînê niha 80 saliî ye lê gelek haval û hogirên wî di bin erda sar de ne ku Şêx niha li ser erdê digire.

Gelek helbestvanên ku niha ji gelê Kurd re bûne wek kêlên zêrîn,  çawa eşqa helbesta Kurdî niqutandin dilên xwe di medreseyên Kurdî de, Şêx Mîzbah jî di salên feqatiyê de bi helbesta Kurdî re hevnas bû.

Şêx Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Siyahpoş, Melayê Bateyî, Şêx Ebdurrehmanê Aktepeyî, Feqiyê Teyran, Tîrêj û Mele Şêxmûs ango Cegerxwîn bi helbestên xwe dilê Şêx Mîzbah guvaştin û ew jî bû yek ji dîlgirtiyê helbesta Kurdî.

Şêx Mîzbah helbesta Kurdî nas kir û pê re xwe nas kir, ew êdî Kurd bû, kurdekî xurt, helbesta Kurdî her wisa doza Kurdî bû jê re, êş azar û xem; carna jî şoreş, serhildan û hemaset li ser tona helbestên wî xwe kifş dikir.

Di nav kuçe û kolanên teng de, her roj rêwî ye Şêx, di her bihostek de ew serboriyek xwe bi bîr tîne, Farqîn û Amed, her du bajarên qedîm ku di bin kevirên wan de sir û efsûna hezar salan veşartî.

Şêx Mîzbah helbestan dixwîne ji  keç û xortên Kurdan re, şîret û tembiya li wan dike, dibêje ku bizanin, bixwînin, fehîm bin, bixwazin, bêjin, winda nebin, ji ber ku gelek nexêrxazên we hatin û çûn; lê em hîn li vir in.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply