Helbestvan Nizar Yosif û Du Dîwanên Nû

Berî çend mehan dû dîwanên helbestvan û hunermend Nizar Yosif ji Elmanya hîhane destê min, mixabin ew derfet li cem min nebû ku li dor wan rawestim.. Herdu dîwan li Hewlêr di sala 2016an de hatine çap û belavkirin. Yek bi navê (Kêferata Paytexta Kor) û yek bi navê (Kedera Min) e. Di sala 2008an de jî dîwanek mamoste Nizar bi navê (Rêwiyê Xewna Efsûnî) hatiye çap kirin.

Dîwana (Kêferata Paytexta Kor), ji 126 rûpelan  û 53 helbestên kurt pêk tê. Dîwan li ser du beşan hatiye parkirin; beşê yekem welatperwerî, zimanhezî û niştimanî ye, beşê duyem li ser zîlana evin û civakê digere.. Min pêşgotina vê dîwanê nivîsandiye, fermo kitek ji wê pêşgotinê: (.. Awazên helbestên wî ji zargotina koçerên Mîran, çiyayê Qereçoxê Mosîsana, girê Êlim û çiyayê Bagokê dizên.. Alavên hunandina helbestên wî, hin caran ji payîzok, pend û diyariyan pêk tên.. Digel evîn, hezkirina mirovahiyê û zimanê welatê qedexe..)

Belê dîwana (Kedera Min), ji 96 rûpelan û 49 helbestên kurt pêk tê. Bi pêşgotina mamoste M. Xelîl Mustafa (Bênav) hatiye xemilandin..

Li gor şopandina min ji mamoste Nizar Yosif re ez wî wek helbestvan, hunermendekî hunera şêwekariyê û dengbêjekî deng xweş nas dikim.

Ez ji dil van herdu dîwanên mamoste Nizar Yosif li xwendevanên zimanê kurdî pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.

 

Qamişlo, 14/7/2017

Derbar Konê Reş

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply