Bêhna min çikya ye
dilê min deriziye
bê xew mam e, dem nabore
xewnên min man e;
ji rojên ne diyar re
Lê..birîndar in hestên min
bê mecal bê war
ez îro bêhal im dil di zar im
bê yar bê war im
çok li min nagrin
di tenhayî ya xwe da me
tu çû yî baskên min şikestin
li benda roja hatina te me
qidûm li min şikestîne
êdî nikarim bikenim bê te yar
hatim dawiya pirsa xwe
dil heriştim êdî derizî me
ji laş, hest û dilê xwe va
arê dilê min bi te dest pê kir
nikarim bifirim,
wek kevokekî bask şikestî me
li benda awirên çavên te me
ka silavek bîne ..
carek bizvire li rûyê min mêzeke
li rûyê min ê çilmisî
ka were ..
xemên min dilşa bike
ez bêriya kenên te
hêviya hevdîtina te me
xwezî te bizanîbiya
dilê min kevokek aştiyê ye
dikim firdim ji bo te
Bawer Yekta