Helbesta Mirinê

Mef’ûlû/Mefaîlû /feûlûn.

 

Wextek ku nexweş bûm ez li mal bûm,

Hingê ji temen ve hêj ne kal bûm.

 

Derbas bû temen bo pêncî heştê,

Porek sipî, lê hinek yê reş tê.

 

Hin car jî ji tayê sar û ji german,

Daîm mi dixwar îlac û derman.

 

Şev ta sibehê, di niv nivînan

Carcar dibûm ez şebîhê dînan

 

Taqet mi nebû ji cih jî rabim,

Kes yê mi nebûn ku pê re şa bim.

 

Serdan çêdibûn lê kêm bi caran

Haval û hogir we dost û yaran,

 

Rojek çi bibînim ez ji nişka,

Qêrîn kete ehlê malê gişka.

 

Zarok digirîn pîrek digel wan,

Qîr û girîna çeşîd û elwan

 

Gava ku hewar gihîşte malan,

Xanî tejî bû ji xort û kalan.

 

Yên seh kirîn ev mirin bi tev de,

Hatin ji bo min bi revde revde.

 

Hin hatin û çûn digel girînê,

Mala me kirin mekanê şînê:

 

Şînek ‘erebî li mal de danîn

Derd û kulê xo ji dil deranîn

 

Carcar bi îşare, car bigotin

Derbareyê min de ho digotin:

 

“Çawa çêbû ew duhî jî sax bû,

Haya me nebû ku ew nesax bû.

 

Nestêlebû bes ecel çi lez kir,

Ma em çi bikin Xwedayî hez kir.

 

Weyla rebenî, çi bû jê, weylê!!!”

Hêstir dirijîn şebîhê seylê,

 

Min got: “çîye hal bo min bibêjin

Bo çî holê rondikan dirêjin

 

Sondê dixwim ez ji doh ji pêr e,

Halê vê nexweşyê ber bi xêr e.

 

Ez baş im û hem dişim ku rabim,

Rastî çi êş û nexeşyê nabim.”

 

Lakîn ji bo wan nekir tu feyde,

Her wek hemû kes ji min dixeyde

 

Kes nanêre rûyê min bi yek car,

Ew şîretê min nekir bo wan kar.

 

Civciv kete yên li wir bi tev de,

Hem jî yê nû hatî revde revde

 

Goya digotin di weqtê fecrê,

Rûhim ji beden kirîbû hecrê.

 

Ango mirîbûm nû ehlê malê,

Hay jê çêbibûn ji rewş û halê.

 

Min tev digo “ez nemirme hêjan,

Boçî digerîn şebîhê gêjan

 

Însanê ku hêj dijî, ne mirbê,

Çawa dibe hûn bixîne tirbê

 

Ma qey we nînin îman û dîn e,

Zulmek bi vî rengî hûn dikîne.”

 

Lê ka tu ji kê re vê bibêjî,

Behsa mirinê dikirne hê jî.

 

Min dî ji beledyê kirne gazî,

Anonseke ez nebim jê razî:

 

“Yek vê sibê mirye, lê be rehmet,

Qadir dibêjin ku lawê Ehmet.

 

Ango kurê Ehmedê di Lemya,

Mirna wî bo keser di nav me hemya.”

 

Min cardî berê xwe da wê komê:

Min got “Dê bikim gazind û lomê.

 

Ka hûn ji bo min bînin tebîbek,

Ger nav wede min hebit hebîbek.

 

Hûn min bo çi wek mirî dizanin

Qet ez nemirî me vê bizanin.

 

Doktor jî bila li min binêre

Ger ez mirî bim rapor hinêre.”

 

Emma kesê guh neda kelamê,

Evya ji bo min bo wek şeqamê

 

Amadehî wan dikir ji bo min,

Da min bişûn û we hem veşêrin

 

Hin çûn sûkê da bînin şihade,

Darbestekî rind ji min re rade.

 

Daku here ew melê ke gazî,

Hem jî ji bo gel ke bangewazî.

 

Min dî du mela ji şaredarî,

Tên lê bêsebir we bê hedarî.

 

Sohbet dikirin biişq û keyf e

Lêkîn jî dîsa digotne: “heyf e!

 

Deh roj qedîyan li vî dîyarî,

Nû yek dimirit ji evdê Barî.

 

Ger ho biçitin kesat be kare,

Em dê bimînin li vir bêçare

 

Aya dê li gorî dîn û ayîn

İsqat çi qeder dê bête dayîn,

 

Wijdan hebe hem jî mal digel be,

Dê kêm nebitin ji pêncî elb e.”

 

Bo xo digotin we hem dipîvan,

Hetta ku li nik me bûne mîvan.

 

Fermanekî dan bo yên li vêdê,

Got : “Hûn çi dikin bêkar li wêdê

 

Bînin bo me textekî dirêje,

Lakîn divê ser nebit qirêj e

 

Pêwist e bilind be ew ji erd e,

Da em cesedê wî deynî ser de,

 

Tişta ku ewan dixwest pêkanîn,

Ez girtim û ser wî textî danîn.

 

Sabûn û lîfik digel hinek av,

Ev bûn ji bo şuştina mi alav.

 

Ser ta bi qedem, qedem heta ser,

Bê sabûn û lîf nemabû yek der.

 

Paşê kire qîr yekê bo hinka,

Got hûn zû herin li alyê  jinka.

 

Bînin bo me kifnêyê şihade,

Da em lê bikin ji zû, niha de.

 

Min dî kifinek şebîhê berfê,

Ewqas sipî hat ne karê qerfê.

 

Zû girte melan ji jor ji jêr î,

Ez xistime nav de wan bixêrî.

 

Paşê çi bibînim ez bê baş e,

Ya min dîtî gelkê bûm jê şaş e.

 

Sindoqeke min dî berbiçav e,

Pêşî sitûr û we paş zirav e.

 

Darbest dibêjin ji bo wê tiştê,

Wan danibûn ew li vê teniştê.

 

Peyvek ne kêm û ne yek jî zêde,

Ez xistime nav wê sindoqê de.

 

Esla nebû rev we bez çi çare

Îmkan nebû ez bikim firar e,

 

Piştî wê jî dor giha nimêjê.

Nêrîn melê ka dê ew çi bêjê.

 

Wî got: “Gelî xelkê ehlê xêra,

Mizgeftekî hûn bibêjne jê ra,

 

Da em nimêja mirî eda kin,

Paşê jî wî teslîmî Xweda kin.

 

Ya Nûh Nebî yan jî yek dîtir bit,

Ya baş ewe me’mûmê wê pir bit

 

Hacî Erebî dibêm nêzîk e,

Lê pir dibe dûr ji alyê sûk e.

 

Salan wî li wir nimêj kirî bû

Geh ew kenîbû we geh girîbû.

 

Cam’a mezin ez dibêm hêja ye,

Qedr û qîmeta wê pir biha ye”

 

Pir gengeşî nav ewan de derket,

Fikra Nebî Nuh di dawyê ser ket.

 

Ez danîme ser milên xwe paşê,

Ew yên li wê dê ketin telaşê.

 

Ev girseya ku bi min re têne,

Hin qencin û hem hinek neçê ne

 

Hindek bo Xwedê hinek rîyayî,

Hindek feqîr û hinek xuyayî.

 

Gava ku gihane alyê camî,

Nagah birim ez cihê îmamî.

 

Îmam ji bo wan kesê li wêdê

Got: “Hûn lezûbez werin bo vêdê.

 

Dê bibne sê sef eya misilman,

Xizmet bo we bikne hûr û xilman.

 

Sê sef çêbitin bo meytî xêr e,

Ew xêr biçitin hemûçke jê re.”

 

Paşê jî niyet bo wan vegote:

“Vêya di hişî de bikne not e,

 

Tekbîr  hene lew di vê nimêjê,

Her yek divê çarî car bibêjê.

 

Pey ya ewilî hinek bixwînin,

Fatîheyê hûn li bîrê bînin.

 

Pey ya dudoyan bidin selat e

Da hûn bigirin ji Reb xelatê.

 

Pey ya sisêyan bo meytî lave, (lava-dua)

Paşê bidin em bi tev silav e.”

 

Piştî ku xilas bû ew nimêj e,

Destpêkire ew rêya dirêj e.

 

Derbas kirim ez kolan û cadda,

Yê ez dîtibûm rû qet nebada.

 

Pirsîn: “Gelo yê mirî çi xelk e?

Vê pirsgirêkê bo min tu hel ke

 

Ew gundîye yan jî xelkê bajêr?

Taxa jorî yanjî ew ji ya jêr

 

Ew Mîr-‘elî yan jî Kelh û Torî,

Zû bêje we yan binêre borî.”

 

Got “jê re dibêjnê Evdê Qadir

Yê gelkî guneh jê bûne sadir.

 

Ew Mîr’elî lê bê mal û semyan,

Bab Ehmed e navê pîrkê Lemyan.

 

Bist sal zêde pênc bi berdewamî

Me’mûr bû li nik wî qeymeqam î,

 

Îro sibehê li nav nivînê,

Rûh da xwediyê heyat û jînê

 

Ango rebenî ji dinyê bar kir,

Mala xwe bi rastî sar û bar kir.”

 

Wî hin xerabî hebin jî lakîn,

Lê wek (bineqencî) nav lê nakîn

 

Hin xêr digotin, hinek nekamî

Min seh dikir ev gotin temamî,

 

Hin şer digotin hinek sewab e,

Lê min nedişî bidim cewab e

 

Paşê jî gihane nav mezarê

Gorek ne tenê hezar hezarê.

 

Piştî ku bo mexberê ve anîm

Ez birme li nik cebanê danîm.

 

Tu nabêjî gor jî bûye hazir,

Her wek li minê feqîr be nazir

 

Neh deh mirovên ji ehlê kar î,

Avêtime nav wî erdê tarî.

 

Erda ku tê gotinê bo gor e,

Ku kes dê nekare jê bibore.

 

Ango ne filan we hem ne bêhvan,

Her kes dê rojek lê bibte mêhvan.

 

Piştî ku dirêj kirim li wir de,

Avêtine ax ji wir ji vir de.

 

Êdî dê mela ji boyî penda,

Telqîn dê li ser gorê bixwenda,

 

Rûniştî mela li ber tenîştê,

Millet jî li ser pîyan, li piştê.

 

Dê we’z bikira li miryê bê can,

Lê guhnedidan wî bil du-sê can.

 

Ango nedibûn tu kes lê guhdar,

Çendî ku kesên li wir jî dîndar.

 

Her kes ketibûn li pey heyatê,

Haya kesî qet nebû j’mematê.

 

Sohbet dikirin çixare ber de

Mirnê qe tesîr nekirbû ser de

 

Peşî go: “Bi navê Rebbê jorî

Ya reb tu bibore yê li gorî.”

 

Paşê gote “ey kesê li tirbî,

Pêwîst e bi sebrê wek bivir bî.

 

Dê bêne li ser te du melaîk,

Çawa wekî ser cîran kezalîk

 

Lazim tu netirsî qet ji wana,

Pêşwazî bikî wekî cuwana”

 

Piştî ku ji telqînê xilas bû,

Derdor tejî nas û hem nenas bû.

 

Yekcar li kesê mi kirne gazî

Hemyan yeko yek didane tazî:

 

“Rehma Xwedê her li canê wî bit,

Mesken bo wî cenneta jorî bit.”

 

Paşê hemû da ku bêne malê,

Tevda veqetîn ji ser wê çalê.

 

Ku xelk hemû çûn ji wir, wê hingê,

Dinya bû li min tarê bêjingê

 

Ez jî ji dil û bi ecz û hirsê,

Rabûm ku biçim digel wê girsê,

 

Lakîn teqênî ji qehfê min hat,

Hingê ji bo min jî çêbû qinyat

 

Ku min terikande erdê fanî,

Ango mirîbûm lê min nû zanî,

 

Mabûm tenê ez ne yar û dost e

Xeynî wê dera ku wek-du bost e

 

Mabûm di bîra bê sewt û deng de,

Min dê bikira bi taryê ceng e

 

Min dî du melek ve hatne ser min,

Yek raserî min we yek li ber min.

 

Defter vekirin ji bo bipirsin,

Min zanibû ew gelik bihirsin

 

Êkê gote min “Deka bibêje,

Aya kiribû te pênc nimêj e?

 

Men rebbûke? Hem we men nebîyyûk?

Hemyan tu bibêj dînok bi dînok

 

Ango kî ye Reb, ji ummeta kê,

Derbarê Resûl te çî xeber jê?

 

Aya, tu wî nas dikî bi zatî,

Ew kî bû gelo ji bo çi hatî?”

 

Min gote: “Xwedayê min nav Ellah,

Xeynî wî îlah tunîne wellah,

 

Navê Nebî ger dikîne pirs e,

Dê bêjime ez bê xewf û tirs e.

 

Navê wî Muhemmedûl-emîn e

Bo hikmet û ilmî ew xezîne

 

Pêxemberê murselê du cins e

Ango bo cinan û hem bo ins e,

 

Bawer dikim ew Resûlê Barî,

Selwat bo wî hem bi sed hezar î.”

 

Paşê go “belê em ê binêrin,

Kiryarê te şer we yan jî xêr in?”

 

Lênûs vekir û lê kirye mêze,

Sed cur gunehê mi rêz bi rêz e

 

Evya ji bo min nexweş-xeber bû,

Reng û rûyê min ji ber wê zer bû,

 

Got: “Wer tu binêre vê lênûsê,

Nabînî tu kêmek û minûsê. (artı-eksi)

 

Tişta te kirî, ji hûr heta gir,

Têda heye qet tu tişt nema sir.

 

Sohbet te dikir lê tev bi xîbet

Xêrên te ji cih çû sed xebînet.

 

Îhmal te dikir di karê dîn î

Gafil dibûyî li her zemînî.

 

Ka bêje ji wî diyarê fanî

Diyarîyeka çi reng te anî?”

 

Min got: “gelo ya we got xilas bû?

Tişta ku we got bo min nenas bû.

 

Destûr we hebit dê hinkê bêjim,

Derd û kederê xwe tev birêjim

 

Hûn bo çi dikin vê şaşe-pirsê,

Lewra dilê min tejî ji tirsê.

 

Gava ku yekî feqîr û xîzan

Bo padişehî bibîte mêhvan

 

Ma caîz e bêje wî feqîr î,

‘Ka wî çi înaye bo emîr î?’

 

Hem jî ji înanê ket sual e.

Ango jê bixwaze milk û mal e

 

Lazim bibêjit ‘tu çî dixwazî?,

Da bo te bibim hewar û gazî.’

 

Min jî wekî wî feqîr û jar î,

Yekcar ne înaye tu dîyarî.

 

Min nîne emel ji bil gunah î,

Lê hatime deryê padîşahî

 

Min tu emelê bixêr neani,

Umrê xwe tevî mi kir zîyanî

 

Tişta ku mi anye tev gunah e,

Lê bo vî derî mi kir penah e.

 

Ger ku efû bêt ji Rebbê jorî,

Ango, li xetayê min biborî.

 

Ew xo kerîm û we hem setar e,

Her dem lêborîn wî kirye kar e.

 

Lê ger ku nekit li halî rehmet,

Bêşik dê bibit îşê me zehmet

 

Dê kû ve biçim bo arîkarî

Da ez birevim ji bo wî alî

 

Ma qey deriyek ji bil yê Ellah

Peyda dibe qet? Nexêr bi wellah

 

Ger ew mi efû ke yan ceza ke,

Kêfxweş bike yan jî ew eza ke.

 

Ma qet heye bil ji wî îlahek?

Yan jî meqamek we yan jî cahek?

 

Esla dê neçim ji ber derê wî,

Hetta vegerit li min berê wî.”

 

Tişta ku bidit bibim bo razî,

Lewra mi nînin hewar û gazî

 

Min dî ji Xwidayî hate ferman,

Fermanekî bo dilê mi derman:

 

“Gunhê wî hemî ji holê rakin,

Keyfa wî bînin dilê wî şa kin.

 

Herçendî nekirbe wî sewab e,

Lê ew dide bo we xweş cewab e.

 

Ya rast emelek bixêr wî nîne,

Emma dilê wî tejî evîn e.

 

Lew çêbûye jê re pirr yeqîn e

Îlaheke din ji bil mi nîne.

 

Wî zanîye nav vê kaînatê,

Nînin jêre yek bînit felatê.

 

Lew min efû kir bi litf û îhsan

Kar û îşê wî bikin bo hêsan

 

Gora wî heta ku çav bibînit,

Wasi’ kin û da di têde rûnit.

 

Hûn jê re vekin derê Biheştê,

Da ew binêrit lê seyr û geştê.”

 

Nagah ji xewê dibûm şîyar e,

Rastî jî li pey dibû dîyar e.

 

Ango ji xewa şirîn şîyar bûm,

Emma bi qîr û girîn şîyar bûm.

 

Tu nabêjî xewn bû ev bi tev de,

Lew min fikirîbû hêj di şev de

 

Yanê wê dema li ser ciha bûm,

Ez her bi mitalekî wiha bûm.

 

Min her ho digot: “Dema mirin bêt,

Aya dê bom in kîjan kirin bit.

 

Bim ehlê biheştê, yan jî agir,

Tirsê kirîbû dilê mi dagir.”

 

Ew tirs û tomet li min bo xewn e,

Emma Xwidê kir ji bo mi ewn e

 

Ez vî temenê bi pênc heştê,

Dawet dikirim ji bo biheştê.

 

Ew xewn bû sedem rehetya qelbî,

Natirsime ez êdî ji celbî.

 

Kengê bivê bêt bila bê hingê,

Pêşwazî bikim wê sing bi singê.

 

Abdulkadîr Bîngol

Abdulkadirbingol@gmail.com

https://www.facebook.com/Dilkul.Ciziri?ref_type=bookmark

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply