Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar – Mîkaîl Bilbil DERKET

“Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar” a Mîkaîl Bilbil Ji Weşanxaneya Lîsê Derket
Cegerxwîn ji ber xisûsîyetên dewra ku tê de jiyaye bûye şahidê gelek bûyerên civakî, exlaqî, aborî, siyasî ku Şerê Cihanê yê Yekemîn, Şoreşa Oktobirê ya li Rûsyayê, serhildana Şêx Seîd, dagirkirina Frensayê ya Sûrî, Şerê Cihanê yê Duyemîn, avabûn û hilweşîna Komara Kurdistanê li Îranê, Şoreşa 58’an li Iraqê ji bûyerên girîng in ku bi awayekî xurt tesîr li feraset û paşxaneya nivîsîna helbesta wî kirine û sînorên teorîk yê helbesta wî dîyar kirine. Ji van bûyerên jor, hemûyan çi rasterast çi nerasterast tesîr li kurdan kirine û şikestin û serûbinbûnên civakî yên mezin pêk anîne. Ji ber ku Cegerxwîn jî ev şikestinên mezin di xwe de jiyane û helbesta wî ji vê atmosferê zaye; şer, bê statubûna kurdan, xwestina netewe-dewletê hwd. mohra xwe li helbesta wî xistine û bi awayekî xurt hêma, fikir û têgehên têkildarî “îqtîdarê” tê de peyda bûne ku di vê xebatê de ev hemû di çerçoweya “têkiliyên îqtîdarî” de hatine ravekirin.
Helbesta Cegerxwîn û Îqtîdar

Mîkaîl Bilbil

Lêkolîn

115 rûpel

Weşanxaneya Lîsê

2016 Amed

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply