Helbesta Bakur û halê helbestên lîseyiyan

Îro “helbestên” li Bakur têne nivîsîn sedî jê 98 helbestên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan! Meriv nikare jê re bêje “reşbelek” jî çimkî di reşbelekan de peyvên hatî bijartin hene, cerib hene, sêwirînek heye, kûrbûnek heye… Ne kes dilê xwe bigire, ne jî xwe tehl bikin; kerem bikin helbestên xwe li tirkî welew erebî werbigerînin û vegerin bixwînin, pey re bi yekî tirk welew ereb bidin xwendin, piştî xwend li rengê wechê wê/î binihêrin! îcabê referansan nake, ew bi tenê ê rastiyê bîne ber çavên we! Ha hûnê bêjin çi bi kurdan hatiye,belê bi kurdan jî bidin xwendin ji ber gelek sedeman ji we re rastî nayê gotin, a rast meriv bi şik e bê hûn çiqas ji bo rastiyê amade ne!
Tu li helbestekê dinihêrî tê de beşin xweş hene ên mayî bi du qiruşan nakin, li yeka din dinihêrî risteyek mihteşem tê de heye ku dikare bibe destpêka helbesteke mihteşem, a din, hestekê welew metaforekê vedihewîne ên mayî rezalet… Ev giş nîşan in ku ji alî bengîtî, hurmeta li hemberî hunerê û inyadê ve kêmaniyên me hene, di kêlîkekê de welew demekê de tiştekî dinivîse, bi kesî nade xwendin an jî wextê dide xwendin ji sedî sed jê re tê gotin, “baş e, destê xweş be…”, ew sextekarî û bêberpirsiyarî jî dibe sebeb “helbestvan” an ji xwe razî be an jî neçar bimîne ku “helbesta xwe ” begem bike…Kurdî tiştekî ye, zimanê hunerî ê bi kurdî tiştekî din e.
Madem helbest zimanê hest e, ji kerema xwe, ka hezkirin?Çimkî li her welatî di her zimanî de helbestan ziman bedewtir kirine, dewlemendtir kirine, ê me ew estetîka bi saya muzîk û dengbêjiyê hatî pê li ku ye ew jî tê kuştin! Na, em binivîsînin, heta ji destê me tê em binivîsînin lê pey re serê xwe pê re biêşînin, we hey dît di salekê de helbesteke gelek bedew hate pê ku ew helbest karibe bibe rûmeta helbesta zimanekî…
Mi go, hewlên şagirtên lîseyî tîne bîra merivan çimkî şagirtên lîseyî zû aciz dibin, xwîgermiya wan, bêxemiya wan dibe sebeb ku ew wê kêliyê hestên xwe bi awayek bînin zimên û pey re bidin hêlekê, meriv wextê gelek helbestan dixwîne belî ye ku bi heman halî hatine nivîsîn!
Carê min helbestekê xwend, bi wî halê xwe ne helbest bû, heta berbad bû çimkî di helbestekê de sê heb helbest hebûn, belê sê heb wextê min ew li cem xwe wekî sê helbest saz kirin bi dilxweşî min ew du sê caran xwendin!
Ez ne rexnegir im, medya civakî dibe sebeb meriv şahidî li gelek tiştan bike… Heger hûn ji tiştekî hez bikin gerek qedrê wê li cem we zêde be, belkî hezkirin û hezkiriyên we be, xewn û xeyalên we bin… bi heyrana çavên we, madem hezkirin heye ka ked, karkerî, xwêdan, sebir, lêgerîna we… Vegerin biwêjên bi kurdî bixwînin her yek jê hem mîna guleyê ye û hem jî di heman demê de bi xeml û nazik e, li hêla din edebiyata dinyayê, çima meriv nikaribe ji bo xatirê edebiyat û helbestê xewê şevan li xwe biherimîne… Em ji bîr nekin ku para kesên ku rexnegirî dikin an jî hewl didin binirxînin ji para helbestvanan ne kêmtir e! Li ser gavên bi ezber, bi qalib û nêzikahiyên sayakî meriv nikare helbestekê bes binirxîne, jê re analîz lazim in, şîrove lazim in xala dawî nirxandin e…
Hîç mereq nekin, ez ji gelekan bêhtir xweşbîn im, bi moral im, bi hêvî me heta ew hevok an jî beşên di helbestên ne helbest de jî dibin sebeb ez bifikirim, hevok û helbestên dîtir xeyal bikim, jê kêfê bigirim, mesele ne ez, tu û ew in, zimanekî heye helbesta zimanekî heye ku divê carnan em deng li hev bikin!
Eleqeya wê bi vê babetê nîn e lê ez xwî û xisleteke siyasetmedaran bi bîra we dixim ku lewitiye sohbet û qadên edebiyatê jî; wextê meriv tiştekî cuda an jî projeyekê pêşkêş dike ew dibêjin, ez jî/em jî lê fikirî bûn, fikrek me a wisa jî hebû, filan bêvan, rasterast bêhurmetiya li hemberî fikrê ye… Di edebiyatê de, di nirxandinên edebî de, di sohbetên edebî de jî ez pêrgî tabloyên wisa hatime/têm û gelek aciz dibim, ji dilê min tê bêjim, ez bi gorî, madem te jî dizanî, madem dihat hişê we jî te/we çima nekir? Yaho metirsin, bêjin, li xwe mukir werin meriv pê re mezin dibe, ew wêrekî ye, tewreke medenî ye, edebî ye, heger di vê qadê de em serkevin, taybetî û rengbûna hev qebûl bikin hûn ê bibînin bê edebiyat jî çawa dibe dîmeneke mihteşem, çawa dibe sewt û newayên dil û mejiyê me… Kes li vir tune ji min re bêje, bes e, lê dengê hin xwendevanan tê min! Demxweş, çi xweş bû we heya vir xwend!

Cîhan Roj-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply