Helbest û Çend Taybetiyên Wê (1)

A – HELBEST HUNERA ZIMAN E

Li gor roman, çîrok, şano û hemû cure nivîsên pexşan, helbest ciheke kin digre, lê pir tişt dibêje. Helbest hunera ziman e. Peyvên helbestê hilbijartî ne, hevokên wê wek dantelê li hevûdu nexşandî ne. Di her peyv û hevokê de maneyên giranbiha hene.

Helbest deranîna hestên ruhî ye. Pêwîstiya giyanê mirov bi hestekî tenik û nazîk heye. Ev hest xwe bi şêweya helbestê dide der. Roman, çîrok û şano herçiqas ji hevûdu cuda bin jî, li ser kokek sax didin. Helbest ji wan cuda ye. Taybetiyeke xwe heye. Gelek şikl û şêweyên helbestê hene. Naverok û armancên helbestan jî ji hevûdu cuda ne.

Di helbestê de, dîtin raman, civak, însan, xweza û herweha gelek tişt hene. Helbestvan anku şaîr ne tenê bi devê xwe, herweha bi devê “wî” , “wê” , “ew” jî dikare helbestê pêşkêş bike. Yanê şaîr bi forma “Ez” , “ew” , “wî” , “wê” dikare helbestê rave bike.

Di helbestê de hem tiştên qalkirinê, hem fikr û raman, hem minaqeşe û rexne hene. Di her helbestê de mijar heye. Helbet mijarên helbestan curbecur in. Di hinek helbestan de dem, wext û cih hene, di hinekan de tune ne.

Di helbestê de îmge, remz, xeyal, sembol û herweha gelek tiştên din tên bikar anîn. Helbest xîtabê hestên mirov ên ruhî dike. Li ser mirovan gelek tesîr dike. Dinya -cîhana- helbestan û cîhana rasteqîn ji hevûdu hinek cuda ne. Helbestvan di helbestên xwe de dikarin fikr û ramanên xwe, îdeolojî û siyaseta xwe, xeyal û daxwazên xwe bi zimanekî helbestkî pêşkêş bikin. Di gelek helbestên Brech û Nazim Hîkmet de ev tişt hene.

Di nav helbestan de, helbestên evînî û şadimanîyê ciheke girîng digrin. Li gor hinek şaîran, jîyana herî xweş jîyana evîn û evîndarîyê ye. Bi min jî, yê ku di dilê wan de evîn tunebe, wek nîv însan in, nîvco ne. Bê evîn lezeta jîyanê nayê tehmkirin. Mirov dema helbestên evînî û bi taybetî jî helbestên Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran yên evînî dixwîne, tehm û lezetek jê werdigre.

Di edebiyata kurdî de saxa herî dewlemend helbest e. Helbestên klasîk ên kurdî gelek dewlemend in. Helbesta nûjen a kurdî, ji helbesta klasîk a kurdî nebûrîye. Helbestvanên nûjen ên kurd bi qasê helbestvanên klasîk ên kurd tunin. Lê, di nav helbestvanên nûjen ên kurd de jî hêvîyek heye.

Helbestên nivîskarên nûjen ên kurd jî bi dilxweşî têne xwendin. Xwendevanên ku ji xwendina helbestan hez dikin, divê ji helbestên klasîk dest pê bikin û paşê jî helbestên nûjen bixwînin.

 

B – HELBEST HUNERA GOTINÊ YE

Hunera gotinê helbest e, gotinên helbestkî ye. Helbest afirandinekî zeka- eqil- e, keda mejî ye. Her gotin û rêzên helbestkî xwedî maneyeke xwe ye. Mirov dikare di hevokeke helbestê de dewlemendiyeke hunerî ê bêpayan bibîne. Bandora gotin û hevokên helbestê gelek e û ji gotinên normal cudatir e.

 

Mesela yekî kor bibêje : “Ez kor im.” Ev gotineke normal e. Hevokekî bi hunerî nîn e. Rewşa normal a korekî diyar dike. Lê, heger yekî kor bibêje :

“Bihar tê, lê ez nabînim.”

Ev hevok hem rewşa yê kor diyar dike û hem jî hevokekî bi hunerî ye, hîtabê hest û ruhê mirov dike, li mirov tesîr dike.

 

Helbest afirandinekî madî ye û yê helbestvan divê xwedî zanînekî kûr û berfireh be, bi kultur be, xwedî asoyekî fireh be. Haz, anku xweşiya ku helbest dide xwendevanan xweşiyek bi tehm û lezet e û dil û ruhê xwendevan coş dike.

 

Hevokên helbestan rengîn û pirmane ne. Dema mirov bi çavên basît lê binêre, mirov dê fêm neke û ji mirov re bê mane tên. Mesela ev hevok :

“Her deng stran û ramîsan e.”

Yên ku ji helbestê fam nekin, dikarin bibêjin ku; “Ma deng çawa dibe stran û ramîsan?” Lê, heger mirov ji helbestê fêm bike, ev “deng” dengekî sihrî ye, efsûnî ye, di hest û ruhê mirov de dibe wekî stran û ramîsanê.

 

Naveroka hinek helbestan wisa fereh û dewlemend e ku, tê de evîn, dilêşî, xweşî, derdûkul, şadimanî, felsefe, realîteya civakî û netewî, fikr û raman û herweha gelek tişt hene. Ji bo ku helbest hunereke pirmane ye, tarîfa wê jî wisa bi hêsanî nayê kirin. Helbest şaxekî edebiyatê ye û hunerekî bêpayan e. Wek şaxên edebiyatê yên din, di helbestê de jî rastî û xeyal li hevûdu diquncin. Rastîya madî û xeyalîya ruhî di nav yek helbestek de dikare li hevûdu bê rapêçan.

 

Gelek helbestvanên navdar di helbestên xwe de behsa xwe, behsa evîna xwe kirine. Wan daxwazên xwe, xem û xeyalên xwe bi zimanekî helbestkî anine zimên. Peyvên helbestan peyvên hilbijartî ne û di gelek peyvan de maneyên sihrî hene û ew nîşana sembolî ne. Hinek peyv bi sembola hinek tiştan in. Di berhema Ahmedê Xanî a nemir “Mem û Zîn” de, Zîn sembol e, Kurdistanê temsîl dike. Tacdîn başî û qencîyê, Mîr zilm û dagirkeriyê sembolîze dike. Beko jî temsîlkarê fesadî û fitnê ye.

 

Helbestvan her gotinê, peyvê nagre nav helbesta xwe. Lê, peyvê ku digre nav helbestê, wisa bi cih dike ku, ew peyv dibe xwedî qîmet. Yanî a girîng nivîsîna peyvê nîn e, ew peyv liku û bi çi şêweyî tê bi cih kirin û bi kar anîn.

 

Helbestvanê ku xeyalên wî/wê xurt bin, peyvên ku di nav hevokên helbestê de bi kar tînin, reng û ronahîyekî efsûnî dide helbestên wan. Helbestvan li gor daxwaza xwendevanan, li gor ku helbestên wan xweşa xwendevanan biçin, helbest nanivîsin. Ew li gor hest û ruhê xwe, li gor xweşî û xwezîya dilê xwe helbestên xwe dinivîsin. Loma jî, helbestên wan dibe ku xweşa hinekan biçe û xweşa hinekan neçe.

 

Helbest melodî nîn e. Lê, ji ber helbestê melodîyên gelek xweş dikare bê afirandin. Helbest stran nîn e, lê ji ber helbestê stranên gelek xweş dikare bê gotin. Helbet her helbest nabe stran, lê ji ber hinek helbestan stranên gelek xweş têne pêkanîn.

 

Her helbestvan li gor xwe uslubekî wî/wê, şêweya nivîsîna wî/wê heye. Hinek helbestvan dikarin tiştên basît bi şêweyeke tevlîhev pêşkêş bikin. Helbestên hinekan zelal e, yên hinekan rîşo ye. Hinek helbestvan wekî cambazên peyvan bi şêweyekî giran û tevlîhev bi peyvan re dilîzin. Di helbestê de sivikî û giranî, zelalî û tevlîhevî bi usluba helbestvan ve girêdayî ye û li gor usluba nivîsîna wî/wê şikil digre. Reng û jîndarîya helbestê bi şêweya nivîsîna helbestvan pêk tê. Helbestvan rastî û xeyalê şîrove dike, taswîr dike û dixe qalibek. Reng, tehm û lezet dide pê.

 

Hinek helbestvan hem di helbestê de û hem jî di nivîsîna roman û çîrokan de ji xwe re bi peyvan dilîzin. Bi riya peyvan şibandinên mecazî, tiştek bi tiştekî din şîrove kirin, bi serê xwe hunerek e û ev huner hunera mejî ye, nîşana bieqiliyê ye. Helbet pêkanîna vî tiştî karê herkesî nîn e. Ev tişt nekû bi îlhamê, bi eqil, bi zanîn û bi keda mejî pêk tê.

 

Mirov di pirtûkên helbestan de dibîne ku hinek helbest dirêjin û hinek kin in. Helbet helbestên dirêj jî û yên kin jî li gor xwe xweş in. Di helbestên dirêj de temaya gelek tiştan heye, mijar berfireh e. Hebûna temayên curbecur helbestê dewlemend dike. Lê, di helbestên kin de jî tema heye û kinbûna helbestê xweşbûna wê ji holê ranake. Hinek helbest, herwekî çarîn, ji çar rêzan pêk tên û gelek xweş in.

 

“Hewa û jîyana vî welatî

   Li yên sirgûnkirî nayê

    Ew roj bi roj difikirin

     Bi hesreta welat dinalin”

 

Di vî çarîna ku min nivîsî de temaya bêrîkirin û hesreta vegera welat di dilê yên sirgûnkirî de heye. Di çerçeva vê temayê de mirov dikare helbestê dirêj jî bike û gelek çarînên din lê zêde bike. Lê, kinbûna wê jê tiştekî kêm nake.

 

Kesên ku ji helbestê fêm nekin, dema di nav helbestek de tiştên ku hevûdu nagrin, anku nakokî dibînin, rexne dikin û wê helbestê dixin binerdê, binpê dikin. Jîyan bê nakokî nabe. Nakokî nebe civak pêşve naçe. pêşveçûnên berbiçav ji encama nakokiyan derdikevin. Gelek nivîsên pexşan û malikên helbestan xweşî û dewlemendiya xwe ji nakokîyên heyî digrin. Tevlihevî û nakokîya di nav wan de rengekî cuda dide wan. Tu tiştek sedî sed bêkêmanî nîn e. Di nav helbestê de hebûna nakokîyê qîmeta wê danaxe jêr, hunera wê a heyî ji holê ranake. Di helbesta herî baş de jî miheqeq kêmanî heye. Helbet ev jî dîtinên min in, bîr û bawerîyên min in. Dibeku ev dîtin ji hinekan re gelek şaş bê.

 

Helbest yek cure nîn e. Şikl û şemalên wê, şêwe û naverokên wê curbecur in. Hinek helbest bi wezn û kafîye ne, hinek serbest in, hinek arûz in. Helbesta lîrik, dramatîk, bi wezn û kafiye, serbest, klasîk, modern û post-modern û herweha gelek şêwe helbest hene. Li cîhanê bi sedan, hezaran helbestên evînî, romantîk, sembolîk, avantgard, futurîst, sembolîst, surrealîst û gelekên din hatine nivîsîn. Hunera helbestê tim pêşve diçe, xwe nû dike û bi şikl û qalibên nû tê afirandin. Helbestvan macbûr nîne ku xwe di nav qalibek de hepis bike. Ew li riyên nû, li şiklên nû digere, xwe bi xwe re hunera xwe diguhirîne, pêşve dixe.

Di helbestê de hunera gotinê, xwe bi haza -xweşîya- estetîkî dide nîşandan. Xweşîya estetîkî can û rih, reng û jîndarî dide helbestê. Di helbestê de evîn, jin, jîyan, bajar, gund, çîya, heywan, însan, firandina çûkan, vekirina gulan, rêveçûna rê û dirban, rêwîtî û dîtina cih û welatan, xweşîya çîya, behr û xwezayê wisan tê taswîrkirin ku, mirov jê haz digre, xweşhal dibe.

Lokman Polat (1)

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply