Madem Med Muzîkê got em ê helbestên we biweşînin, ez dixwazim çend gotinan der barê xwendina helbestan de bibêjim, ji bo gelek kes vê rêya dirêj zûtir bimeşînin. Helbest çawa tê xwendin?
Berî her tiştî, dema te helbest xwend divê tu wan hevokan bi rih bixwînî. Çawa? Dama tu ji kûçik re dibêjî “hoşt” tu çawa dibêjî? – Hoşt! Di helbestê de jî divê tu wisa bi carekêre, hişk û hêrs bibêjî. Divê kûçik bi dengê de raweste.
Divê guhdar wisa hîs bike wekî li wir kûçikek heye! Dema te di helbestê de got “ha ho”, divê ji dengê te guhdar fam bike ku te gotina herî dawî got, canê te pir diêşe. Divê tu ji rengan û ji rîpan nexwînî! Yanî divê tu wekî “reng” nexwînî, divê bi rastî bibêjî.
Dema te di helbestê de got “ez va ye diçim”, divê mirov hîs bike ku tu kirasê xwe diçirînî. Divê bi xwendina te re mirov her tiştî ji kûrahî ve hîs bike. Xwendevan divê hîsên te bibîne.
Yek ji sedema ku Ahmet Arif pir bi ser ket jî ev e. Camêr pir xweş xwendiye helbesta xwe. Dema dixwîne ji dil dixwîne, hest û dilîniyên xwe daye der. Hinek derdikevin helbestan dixwînin, lê wekî qalib dixwînin. Ew ne helbest xwendin e.
* Tu helbest wekî helbestek din nikare were xwendin. Ji ber ku rih û dilîniyên her helbestekê cuda ye. Ji ber çîroka wê, derdê wê, mijara wê cuda ye.
Gotin heye divê tu bi berger bixwînî.
Mînak – Ez bi qurbana te me, meçe!
Deme te got “meçe” divê guhdar raweste, divê nikaribe here, divê li cem te bimîne, divê biryara xwe biguhare.
Di helbest xwendinê de dengekî li cihekî şaş bilind bibe, an li cihekî şaş dakeve helbestê xira dike. Çawa ku di jiyanê de ew hevok bi çi dengî tê gotin divê tu wisa bi rih bikî.
Û xala girîng; Dema te helbest xwend ku te li kaxizê nihêrî, mexwîne! Ku tu nikarî helbestê jiber bixwînî mexwîne birê min / xwişka min! Ne karê te ye. Ji ber ku di xwendinê de rih tune, rihê xwendinê belî ye. Rihê helbestê rihê rastiya jiyanê ye!
Dengê mirovekî bigire dema ku tiştekî ji kaxezê dixwîne, dûra jî dengê mirovekî bigire dema tiştejî bi xwezayî dibêje, jiber dibêje, dîksiyona her duyan nabe yek.
Helbesta xwe an ya yekî din divê tu pêşî jiber bikî, dûra divê tu dengê xwe biparêzî (qeyd, tomar) û lê guhdar bikî. Dema te li dengê xwe guhdarî kir tu dê kêmaniyên xwe bibînî. Hingê divê tu ji nû ve bixwînî û dengê xwe dîsa biparêzî.
Min lêkolînek kurt kir û ev tişt ji bo we berhev kirin. Serkeftin…
Ji rûpela Nirxandin’ê hat standin
Like this:
Like Loading...