Hejmara 18an a Kovara Golik belav bû.Yekem û tekane kovara qerfî û karîkaturan a li Bakurê Kurdistanê ji alîyê girtiyên siyasî tê çapkirin bi jimareyeke nû digihê xwînerên xwe.
Kovara golik a ji aliyê girtiyên girtîgeha tîpa F a Boluyê û gelek girtîgehên din ve tê derxistin, kovara qerfî ya bi kurdî ye, di naveroka xwe de çîrok, karîkatûr û gotinên pêşiyan dihewîne.
Yek ji taybetmendiya kovarê jî ew e ku ji girtîgehê derdikeve. Di hejmara nû ya kovarê de destnîşanî bi rewşa girtiyên siyasî hatiye kirin û kovar bi manşeta “Azadî” derçûye.
Bas News