Kovara Derûnnasiya Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 12’an derket. Di vê hejmarê de jî li ser gelek mijarên derûniyê sekinîye û raxistiye ber çavan.
Kovara Psychology Kurdî di hejmara xwe ya 12’an de bi dosyeya “Derûnnasiya Rexneyî” derket hemberî xwendevanan.
Weke ku tê zanîn derûnnasiya rexneyî ji aliyê zanistî, felsefî, civakî û polîtîk rexneyan li derûnnasiya serdest digire û di derûnnasiyê de guhertinên binyadî armanc dike.
Ev mijar di qada derûnnasiyê de cihekî girîng digire. Psychology Kurdî jî bi hevpeyvîn û nivîsên curbicur li ser vê mijarê rawestiyaye.
Xwîner dikarin hejmara 12’an ji pirtûkfiroşan peyda bikin.
Peyvên SerekeDerket Kovar Psychology kurdî
Check Also
Rola înternetê di warê ziman de
Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.