Hejar Zehawî workshopek li ser amêra Defê saz kir

Hunermendê navdarê Kurd Hejar Zehawî, yekem car li Tehranê workshopek du rojî li ser amêra Defê saz kir û 120 kes beşdar bûn.

Hejar Zehawî li ser workshopê ji Rûdawê re ragihand, ku rojên 25 û 26ê vê mehê yekem car li paytexta Îranê bajarê Tehranê, li ser daxwaza rêvebera hunerê ya vê worksopê Eselî Melikzade, bi serperiştiya Dezgeha Ferheng û Hunera Surna, ev workshop pêşkêş kirine.

Zehawî herwiha diyar kir: “120 kes beşdarî vê workshopê bûn, ev workshop jî li ser teknîk û jenîna amêra defê bû ku niha ev amêr li cîhanê giringiyeke wê ya mezin heye û di nav tîpên hunerî de gelek giringî jê re tê dayîn. Piştre ev workshop bû cihê kêfxweşiya beşdaran.”

Defa Hejar Zehawî weke sîwanekê her dem li gel wî ye, bi awayekî berdewam jî di festîvalên cîhanî de bi cil û bergên Kurdî beşdar dibe û muzîk û hunera Kurdî bi rêya defa xwe ve ji hemû cîhanê re dide nasîn. Hejar Zehawî niha zêdetir weke hunermendekî cîhanî tê nasîn.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply