Hefteya Rojbûna Pîroz (Xutbe)

 

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا (21) ألأحزاب

 

Bawermendên birûmet!

Xelkê Mekehê bi devkî xwe li ser dînê Îbrahîm dihesibandin. Dema dihat xeberdan xwe bi vî şeklî didan nasîn. Lê belê tu têkiliyên wan bi Îbrahîm û dînê wî yê Henîf re nemabû. Di nava ke’bê de 360 pût hebûn û ji wan re îbadet dikirin. Mirovahî ketibû di nav rewşek gelek nexweş de. Fihûş, kuştin,zilm û zorî, bêexlaqî gihiştibû  asta herî bilind. Ji bo ku mirovahî ji van rewşan xilas bibe, îhtiyac bi bal pêxemberekî ve hebû. Vêca Xuda Teala da ku mirovan ji vê rewşa nexweş xilas bike wî Resûlê xwe Muhemmed Mistefa di sala 571ê zayinê di sehara sibeha 12ê Rebîûlewelê de anî dinyayê. Bêguman rojbûna wî ji alema dinyayê re bû sedema hizûr û xweşiyê. Navê bavê wî Ebdulah û navê dayika wî jî Amîne ye. Pêxemberê me ji berî ku were dinyayê bi şeş mehan bavê wî, di şeş saliya wî de dayika wî û di heşt saliya wî de kalikê wî Evdilmuttelib wefat kir. Heta bîst û pênc saliya xwe li cem mamê xwe Ebu Talib bi tîcaretê ve mijûl bû. Ji ber ku di ciwaniya xwe de  xapandin,derew û  hîle jê nehatibû dîtin jê re Muhemmedûl Emîn dihat gotin.

Misilmanên birûmet!

Pêxemberê Xuda di 25 saliya xwe de bi diya me Xedîce re zewicî, di 40 saliya wî de pêxemberî û wehî ji cem Xuda jê re hat. Lê çi gava pêxemberî jê re hat, ew kesên ku hikûmdariya Mekehê dikir, li hemberî wî derketin û bi gotin û kirinên xwe eziyet danê.  Di 10 saliya pêxemberiya wî de, mamê wî Ebu Talib û diya me Xedîce wefat kirin. Di wê dema ku eziyet û îşkence li ser wî zêde bûn, Xuda Teala ew bir îsra û mîracê. Di sala 622yê zayînê de pêxember û hevalên wî ji Mekehê koçî Medînê bûn. Çi dema hat Medînê, Mescida Nebewî ava kir û di nav  mihacirên Mekehê û ensariyên Medînê de biratî saz kir. Li Medînê di sala 624an de herba Bedrê, 625an de herba Uhûdê û 627an de herba Xendekê derket. Di sala 630an de ew bajarê ku pêxember 8 sal berê bi darê zorê jê hatibû derxistin û digot rojekê ez ê li wî bajarê pîroz vegerim ku hatibû fetihkirin. Pêxemberê me çi berî pêxemberiyê çi jî piştî wê, ji mirovan re her mînaka qenciyê bû, emrê wan dikir bi qenciyê û men’a wan dikir ji neqenciyê. Di sala 632an de Qasidê Xuda û rêberê mirovahiyê, li Girê Erefê Xutbeya xwe ya Xatirxwestinê ya ku wekî manîfestoya wî bû, xwend û wiha ferman kir: ‘’Gelî mirovan baş guh bidin gotina min. Ez nizanim, dibe ku ji vê salê pê de ez li vê derê careke din bi we re necivim.’’ Û ew jî weke her mirovekî ji vê dinyaya fanî, çûye bal Rebê xwe ve.

Cemaeta birûmet!

Pêxemberê rehmetê ji bo ku riya rast nîşanî mirovan bide bi gelek nexweşî û zehmetiyan re rû bi rû maye. Ji bo vê yekê lazim e  pêxemberê xwe baş nas bikin û jiyana wî ji xwe re bikin mînak. Ew kitêbên behsa exlaqê wî yê qenc dikin bixwînin û bidin xwendin! Hê di piçûkatiya zarokên xwe de pêxemberê wan bi wan bidin naskirin û hezjêkirina Xuda û pêxemberê wî bikin dilê wan. Pêxemberê xwe ji xwe re bêxin mînak û ev riya ku wî nîşan daye, tê de bimeşin. Hê ji vêga ve Rojbûna Pêxemberê Xuda  li we pîroz dikim. Bi wateya ayeteke ji Quranê xutbeya xwe diqedînim: “Sond be ku ji bo we, di Resûlê Xuda de, ji bo wî yê ku Xuda Teala û roja dûmahiyê hêvî bike û Xuda Teala bi bîra xwe pir bîne, nimûneyek qenc heye.”

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply