Heftenameya Bas ku jibo demekê weşana wê rawestiyabû dîsa dest bi weşana xwe kir. Heftename bi nûçe û dosyayên taybet digihê xwînerên xwe.
Heftenameya Bas ku bi tirkî û kurdîya zazakï û kurmancî weşanê dike bi dosya, analîz û nûçeyên taybet ê ji 4 parçeyên Kurdistanê Rojhilata Navîn, Tirkiye û cîhanê dîsa derçû. Herwiha hevpeyvînên siyasî û hunerî, wêjeyî, dosyayên civakî jî di heftenameyê de cih digrin.
Di beşa kurmancî heftename bi hejmara manşeta “Kurd bo serxwebûnê kom bûn” derçû. Herwiha dosya û raportên taybet ên siyasî û hunerî yên ji Rojhilat, Rojava û Bakûrê Kurdistanê di nav rûpelên heftenameyê de cih digre.
Basnews