Sêşem , Îlon 25 2018
Malper / Forum / Nivîsxane / Heft Bira

Heft Bira

ebû nebû carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran.

Di demên qedîm de heft bira hebûn. Dayîka wan mirîbû. Bi bavê xwe re dijiyan. Rojekê bavê wan nexweş dikeve. Her heft kurê xwe li dora xwe kom dike. Ji wan re dibêje:

– Zarokên min, va ye ez li ber mirinê me. Ez ji we dixwazim ku hûn bi heft xweha re bizewicin. Da hûn ji hev belavnebin.

Piştî demekê bavê wan dimire.

Piştî ku bavê heft biraya dimirê rojeke biraye piçuk ji birayên xwe ê dî re gotinên bavê xwe ê dawî dibêje. Her şeş bira biryarê didin ku herin li dinyayê bigerin. Lê naxwazin birayê wan piçik bi wan re were. Ji bê çaretî her şeş bira, birayên xwe ê piçuk jî bi xwe re dibin.

Di rê de li rastî xaniyekî gelekî kevin tên. Birayê mezin dibêje:

– Emê li vir şeva xwe biborênin.

Lê birayê piçuk dibêje:

– Na, ev der bi tehluke ye. Dibe ku xwediye vi xanî hebe.

Lê birayên wî biya wî nakin. Şeva xwe li vir derbasdikin. Piştî şîvê her şeş birayê mezin dirazên. Lê ê piçuk narazê. Derengî şevê dibînê ku gurekî mezin tê ber bi xanî ve. Birayê piçuk şurê xwe amade dike û dema ku gur tê bi gur re dikeve şer. Di demeke kin de serê gur jê dike û dixe turikê xwe.

Roja dî rêya xwe didomenin. Dîsa bi şev rastî xaniyekî ten. Li vir şeva xwe diborînin. Piştî şîve her şeş bira dirazin. Derengî şevê hirçek hatiye ber bi xanî ve. Birayê piçuk şurê xwe amadekir û bi derbeyekê serê hirç ji bedena wî difirêne. Serê hirç dixê turikê xwe.

Roja dî her heft bira dikevin rêya xwe de. Dema ku bu şev rastî xaniyekî xerabe tên. Biryarê didin ku şeva xwe li vir derbasbikin. Her çiqas birayê piçuk nerazîbûna xwe tenê ziman jî tu kes biya wî nakê. Piştî şîvê her şeş bira dikevin xeweke giran. Lê birayê piçuk dîsa naraze. Derengî şevê dibîne ku şêrek tê. Bi derbeyek şur, serê şêr jêdike û dixê turikê xwe.

Roja dî di rê de rastî mirovekî tên. Jê dipirsin:

– Xalo tu maleke xwedî heft keçik nasdiki?

Zilam dibêje:

– Erê.

Û mala ku xwedi heft keçik nişanî heft bira dike. Her heft bira diçin wî gundî. Birayên piçuk li ber hespa dihelîn û diçin mala heft keçika. Bavê heft keçika wan dawetî malê dike. Ji wan dipirse:

– We di rê de tiştekî sosret û xerîb nedît?

Her şeş bira dibejin:

– Na.

Bavê keçika dibêje:

– Tu kesî dî bi were tunebû?

Birayê mezin dibêje.

– Belê ez benî. Birayê me ê piçuk jî hebû. A niha li ber hespaye.

Bavê keçika bangî birayê piçuk dike û je dipirse:

– Te di rê de tiştekî sosret û xerîb nedît?

Birayê piçuk turikê xwe li ba bavê keçika wala dike. Bavê keçika ji her şeş birayên dî re dibêje:

– Ev birayê we ê piçuk ji we hemûya wêrektir û bicegertir e.

Duvre dibêje:

– Eze keçê xwe bidim we lê şartekî min heye. Şerte min hune bi keçê min re şer bikin. Ku hûn serkeftbibin keçik, yê we ne. Ger keçike min biserkevin ezê serê we jebikim. Hûn dibe çi?

Heft biraya ev şertê bavê keçika pêjirandin. Duvre her yek bi ya di temenê xwe de şer kirin. Her şeş birayên mezin li hember keçika têkçûn. Lê ne biraye piçuk zora keçika piçuk bir û ne jî keçika piçuk zora biraye piçuk bir. Bavê keçika her şeş birayê dî jî dana xatirê birayê piçuk afukirin û her heft keçê xwe dana her heft biraya. Her heft bûk û zava heft roj û heft şeva dawet kirin.

Çîroka me li diyaran,

Rahmet li dê û bavên guhdaran,

Ji xeynî şeytanê qûlên dîwaran.

  • Berhevkar:Dilazad A.R.T – Lêkolîner / Folkrorist
  • E-mail: dilazadart@gmail.com
  • Herem:Nisêbin
  • Sal:2005
  • [12+] Ji bo zarokên 12 salî û berjortir de.

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Şêweyeke Edebiyatê : Ceribandin

Bi kurdî nivîsîna ceribandinan gelek kêm e. Pirtûkên  xwerû bi kurdî ên ceribandinan hindikin. Hinek …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir