HEDÎSÊN DI DERHEQÊ ŞEVA BERATÊ DE

’Xwedê  T’ala Şeva Beratê xeyrê kafiran, hemû mûmînan ‘efu dike. Xwedê yê rik însanan dikutin,  ji heta vê rewşa xwe neguhirînin ‘efu nake.’’ (Teberanî-Beyhaqî)

‘’Şeva Beratê derê asûmana vedibe, meleaîke (ferişte) mizgînîyê dide mûmînan teşwiqî ‘îbadeta dikin.’’ (Neseî-Beyheqî)

‘’Xeyrê rojîya Remezanê, rojîya herî fazîlet, rojîya meha Şebanê ye.’’ (Tîrmîzî)

‘’Diayên van pênc şevan têne kirine paş ve venagerin: Şeva Rexaîbê, Şeva Beratê, Şeva Înê. şeva Îda Remezan-Qurban ê ye.’’ (Îbn. Asakîr)

‘’Xwedê T’ala  şeva 15ê Şebanê bi rehmeta xwe ve, xeyrê muşrîk û birayê xwe yê misilmanan re rik dukutin  her kesî ‘efu dike.’’ (Îbn Mace)

Kî şeva 15ê Şebanê  şeva wî ‘îbadet, roja wî jî rojî derbas bike! Wê şevê Xwedê T’eala ‘emir ferman dike ku: ‘’Ê ‘efûyê bixwazin tuninin ku ez wan ‘efû bikim. Ê rizq bixwazin tuninin ku ez rizq bidimê wan. Ê derd-kûl û tengasîyê wan tuninin ku,ez wan derd-kûl û tengasîya wan dermann bikim. Çi bixwazin Ez wî tiştî bidim wan. Ev rewş heta sibê wûsa didome.’’(Îbn Mace)

‘’Şeva 15ê Şebanê rehma Xwedê hemû dinyayê tev digre, herkes ‘efû dibe. Lê belê  bela sebep dijminantiya misilmanan re dikin û ji Xwedê re şerîka car dikin, evana ‘efû nabin.’’ (Beyheqî)

‘’Cebraîl (‘eleyselam) hat gotê, ‘’Rabe nimêjke û dia bike! Şeva 15ê Şebanê ye. Kî vê şevê bi ta’et û ‘îbadet derbas bike  Xwedê wan ‘efû dike.  Xwedê van kesan jî ‘efû nake: Muşrik, rikkutayî, Ehlê bîd’e, meyxwer, riba xwer, zînkar, timakar, sêhirbaz,faldar.’’(Teberanî)

‘’Çar şev hene ku roja wan jî xêr e.kî van rojana dia bike Xwedê diayên wan qebul dike wan ‘efû dike bol qencîyê dide wan. Ev şevana: Şeva Leytul Qedrê, şeva ‘Erafê, şeva Beratê, şeva Înê û roja wan.’’ (Deylemî)

‘’Xwedê T’ala  çar şevan dixemilîne: Şeva Îda Qurban-Remezanê, şeva ‘Erafê, şeva nîvê meha Şebanê, ku di van şevan da ‘ecel û rizq tenê nivîsandine.’’ (Deylemî)

’Kî eqrebayê salih terk bike, dijî dê û bavê xwe derkeve şeva Berat  ‘efû nabe.’’(Beyhaqî)

Dêya me Hz. Aîşe  pirs kir got:

‘’Ya  Resulellah, Xwedê tu ji gunehan parastî. Ji bo çi te şeva Beratê zêde ‘îbadet kir?

Pêxemberê me keremkir gotê:

Ez nebim qulekî şikuûrdar? Îsal çi zarokên bêne dinê, îşev di nivisekê de têne nivîsandin. Îsal çi însanên bimirin navê wan di nîvsekeka taybet da têne nivîsandin. Rizqe herkesî îşev tê belakirin ê. Îşev ‘emelê herkesî pêşkêşî Xwedê dibin.’’ (Gunye)

M.Emin Can-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Şiroveyek

  1. Yusuf Kızıltaş

    Silav û rêz seyda mehmed, destê te sax be û mala te ava be.jê boy zêmanê dayikê nivisandina te.
    Qendila te pîrozbe û bêmbarek be

Leave a Reply