Heciyê Cindî Nasbikin

Heciyê Cindî di sala 1908 de li Qersê navçeya Dîgorê û gundê Emençayirê tê dinê,ji malbateke êzdî ji dayîk bûye heta sala 1918 zarokatiya wî li Emençayirê derbas bûye.

Piştê komkujî û xezebên li ser êzdiyan giran dibin malbata Hecî jî wek malbatên heremê derbasî wî aliyê Erez dibin,di wê rev û bezê de Hecî bêxwedî û sêwî dimîne,lê ne tenê Hecî,sêwîxanan de bi sedan zarokên êzdî dimînin wek zarokên Şengala roja îroyîn.

Ew zarokên li sêwîxanê de dimînin heya sala 1929 perwerdeyên sereke û yên navîn dibînin.

Piştê wê Hecî derbasî qursa amadekirina mamostetiyê dibe û dikeve Fakulteya Êrîvanê ya Fîlolagiyê,her wisa jî dibe wendevanê kurd ê yekem ku li Ermenistanê de di Fakultê de tê qebûlkirinê.

Piştê sala 1930 dest bi meteryalên zargotin,û folklora kurdî dike û di wan wextan de dest bi xebata xwe ya rojnameya Rya Teze dike,qasî kar û barê wî ye Rya Teze,ewqas jî ji bo Radyoya Êrivanê kar dike, ked û emegeke pir mezin ji bo kurda dike û dicedîne.

Heciyê Cindî û çend heb rewşenbîrên kurd sala 1938 de ji aliyê rêveberiya Stalin ve tên girtin û diavêjin zêndanê.Piştê azatbûna xwe dîsa dest bi kar û barê xwe dike,ew xebat û berhemên wî ye nîvcî mane yek bi yek diqadîne û ser da zêde dike.Ji bo dersên kurdî dibistanan re pirtûkan amade dike û herwiha gelek berhemên bi zimanê biyanî jî werdigerîne zimanê kurdî.

Heciyê Cindî roleke zor mezin di Yekîtiya Rewşenbîrên Kurd,Yekîtiya Nivîsakrên Kurd û di Akademiya Kurdzaniyê de leyistiye.Herwisa di nav komîsyonên rojnameyan û xebatên li ser ziman de cîh girtiye.

Heciyê Cindî ne tenê nava Kurdên Sovyetê de,herwisa di nava gellên biyanî de jî tê hezkirinê herwiha civaknas û civakhez bûye.Ji bo edlayî û asahiya navbera Kurdan de jî serê serpêsekinî bûye.

Heciyê cindî di dîroka zargotin û folklora kurd de û herwisa aliyê wergertî û niviskariyê de navê xwe bi tîpên zêrîn daye nivisarê.Hejmara berhem û xebatên wî 100 î zêdetirin û hîn gelek jî nehatine çapkirinê.

Mirov nikare wesfê Hecî di gotarekî de an jî pirtûkekî de bide,divê li ser vî xweşmêrî û gelek zanyar û emegdarên meyî din jî hene,xebatên baş û kûr werêne kirin,van qelemzêrîna nifşên nû bidin nasîn.

HELBEST

HECIYÊ CINDÎ

Îro rojbûyîna tifalekî Emençayira Digorê ye

Îro rojbûyîna êtîmeki sêwixana Qersê,Gumriyê ye

Îro rojbûyîna mamostayê gundê Qundexsazê ye

Îro rojbûyîna emegdarê radyoya Rewanê ye

Îro rojbûyîna kedkarê rojnama Rya teze ye

Îro rojbûyîna bavê folklora Kurda ye

Îro rojbûyîna edebiyatzanê Kurd e

Îro rojbûyîna wergerê kurd e

Îro rojbûyina Kurdzanê mezin e

Îro rojbûyina nivîskarê Kurd e

Îro rojbûyîna dirokzanê kurd e

Îro rojbûyîna lêkolinerê destan,zargotin û serpêhatiyên Kurda ye

Îro rojbûyina profesorê Kurde

Îro rojbûyina rewşenbirê mezin e

Îro rojbûyina bavê pênç heb keçên serbilind e(Ferîde,Ferîce,Nûrê,Zînê û Nazê)

Em tu carê te jibîr nakin,tu yê her tim Cindî bî û zêndî bî..

 

Yucel Aslan 18.03.16

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply