Hec (Xutbe)

 

إِنَّ أَوَّلَ بَيْتٍ وُضِعَ لِلنَّاسِ لَلَّذِي بِبَكَّةَ مُبَارَكًا وَهُدًى لِلْعَالَمِينَ (96) فِيهِ آيَاتٌ بَيِّنَاتٌ مَقَامُ إِبْرَاهِيمَ وَمَنْ دَخَلَهُ كَانَ آمِنًا وَلِلَّهِ عَلَى النَّاسِ حِجُّ الْبَيْتِ مَنِ اسْتَطَاعَ إِلَيْهِ سَبِيلًا وَمَنْ كَفَرَ فَإِنَّ اللَّهَ غَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ (97) آل عمران                                       

Bawermendên birûmet!

Hec, yek ji pênc esasên dînê  îslamê ye. Di sala 9emîn a koçê de hatiye ferzkirin. Hem îbadeteke malî û hem jî bedenî ye. Hec li ser kesê xame, azad, maldar, aqilmend û tenduristiya wî li cî be, di umrê de carekê hatiye ferzkirin. Xudayê mezin di Qurana Pîroz de wiha dibêje: “Bêguman mala pêşîn a ku (ji bo îbadetê) ji mirovan re hatiye avakirin a li Mekehê (ke’be) ye, ciyekî pîroz e û ji bo xelkê cihê hîdayetê ye. Tê de nîşanên eşkere û meqamê Îbrahîm heye, çi kesê bikeviyê ewle dibe. Ji bo Xuda Teala çûna Hecê li ser mirovan wacib e ku ji aliyê rê ve karibe biçe, çi kesê înkara wê bike, vêca bi rastî Xuda Teala ji cîhaniyan bê minet e”[1] Çawa ku pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Ji Heca meqbûl re, ji bihiştê pê ve tu xelat tune ye.”[2]

Misilmanên birûmet!

Misilmanên li çar aliyê dinyayê digel ku reng, netewe, ziman û çanda wan ji hev cuda ye, lê ji bo yek armanc û îbadetî li hev dicivin û îbadetên xwe yên hecê dikin. Hec, şanîdera benîtiyê ya herî mezin e ku mirov dikare mal û canê xwe ji bo razîbûna Xuda Teala feda bike. Ew misilmanê ku cilên xwe yên rojane ji xwe dike û îhramên xwe yên hecê werdigire, dide xuyakirin ku dinya demborî ye. Ji kefen pê ve, mal û meqam tev wê li vê dinyayê bimîne û tiştekê bi xwe re nabe. Digel tevahiya misilmanan  û bi yekdengî wê “ لَبَّيْكَ اللَّهُمَّ لَبَّيْكَ ، لَبَّيْكَ لا شَرِيكَ لَكَ لَبَّيْكَ ، إِنَّ الْحَمْدَ وَالنِّعْمَةَ لَكَ وَالْمُلْكَ لا شَرِيكَ لَكَ bixwîne. Yanî : “Kerem ke Xudayê min kerem ke. Kerem ke, tu şerîkê te tune ye, kerem ke. Pesn, nîmet û milk her ji bo te ye. Tu şerîkê te tune ye kerem ke. Ji Xudayê xwe yê mezin daxwaziya efûkirinê bike û di heman teşeyê de gava ku Tewafa Beytê û Weqfa Erefatê bike ji xwe, malbata xwe û temamê misilmanan re dia bike. Vêca ev heyecan û stêrkên çavan dê bibe sedema efûkirina gunehan. Pêxemberê me di hedîseke xwe ya şerîf de wiha dibêje: “Kî ji bo Xuda here hecê û ji gotin û kiryarên neqenc xwe biparêze (mafê mirovan ne tê de) weke ku hê ji diya xwe re çêbûbe  ji hecê vedigere.”[3]

Bawermendên birûmet!

Ew misilmanê digel temamê tengasiyên madî û menewî ku diçe hecê, pêwîst e ji gotin û kiryarên neqenc xwe dûr bike. Dilê tu kesî nehêle û bi tu kesî re jî nîqaşê neke. Ez xutbeya xwe bi wateya van ayetên Qurana pîroz diqedînim: “Di nav mirovan de, bangawaziya hecê bike. Da ku yên peya û yên siwar li ser deveyên lawaz û westiyayî ji her riyên dûr ve werin cem te (serdana kebê bikin). Da ku ji bo xwe (di hecê de) berjewendiyan bibînin, ji heywanên ku Xuda Teala wek rizq daye wan, di rojên diyar (ên hecê) de. Navê Xuda Teala bînin. Êdî ji (goştê) wan (qurbanan) hem hûn bixwin û hem jî bidin jar û xîzanan. Paşê, bila qirêja xwe ji xwe bibin, nezrên xwe bînin cî û li dora mala qedîm bigerin (tewaf bikin).”[4]

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Alî Îmran 96,97

[2]  Buxarî 1773 Mislim 1349

[3]  Mislim hec 436.

[4]  El-Hec 27,28,29

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply