hebûn, tunebûn, bûn, heye, tuneye, nîne, ne … ye;
hatin, nehatin, nahê, nayê, naye
*Destê bi tenê, deng jê nayê.
*Ez nayêm
*Bila em nayin
*Bila ew naye
*Tu nînî (tu neyî )
*Ew nîne (ew neye)
Mînak ji pirtûka Celadet alî Bedirxan û Roger Lescot in.
Ji wan mînakan tê xuya kirin ku yên binxîzkirî lêker in gelo 1- jêdera (radera) wan çi ye?
2- ya din jî gellek nivîskarên me wek birêz Alî Fîkrî Işik mînak ji nîvîsên wî
” … mebesteke bingehîn nîn be ”
”…. makzagona niha de nîn in”
”….’kesên ku mudaxele bikin ma nînin”
Gelo kîjan awa rast e ?
Dem baş, tu bi xêr hatî. Ez hêvî dikim ku rewşa te baş be û tu nerehetî tunebe.
Deng jê dihê/nahê Deng jê tê/nayê.
Ez dihêm/nahêm Ez têm/nayêm.
Ji bo bi firehî bikaranîna ‘hatin’ê ji kerema xwe li vê nivîsê binêre, nûjenkirî ye: https://sites.google.com/a/baranrizgar.co.cc/azadiya-kurdistane/home/pirs-u-pirsgireken-zimane-kurdi/hatin-werin-weriyan-weryan-ben-bihen-u-were-yan-werin
————————————-
Hevokên din ên ku te vegirtine ne bi ‘hatin’ê, lê bi ‘bûn’ û ‘hebûn’ê re têkilîdar in:
Tu nînî (tu neyî )
Ew nîne (ew neye)
” … mebesteke bingehîn nîn be ”
”…. makzagona niha de nîn in”
”….’kesên ku mudaxele bikin ma nînin”
Li vir hevokên ji pirtûka rêzimanê jî û yên ji nivîsa birêz Alî Fîkrî Işik jî awayê ‘nîn’ ê neyînîkirina (negatîv) lêkera ‘hebûn’ê bi kar tînin. Anku ji dewsa ku ‘hebûn’ê wek ‘tunebûn’ an ‘nebûn’ bikin neyînî, wê wek ‘nînbûn’ dikin neyînî.
Heke forma belav a bi awayê ‘tunebûn’ yan ‘nebûn’ bihata bikaranîn, dê ew hevok weha bihatina sazkirin:
Tu nînî Tu tuneyî Tu neyî
Ew nîne Ew tuneye Ew neye
Mebesteke bingehîn nîn be / tunebe / nebe
Makzagona niha de nîn in / tunin / tune /neyin
Kesên ku mudaxele bikin ma nînin? Ma kesên ku mudaxele bikin tunin? Ma kesek tuneye ku mudaxele bike?
De were ev forma nîne, ne tenê wek neyînîya ‘hebûn’ê, ew her weha wek neyînîya ‘bûn’ê jî tê bikaranîn. Mînak:
Erênî Neyînî
Ew karker e. Ew ne karker e. Ji dewsa wê weha dibêjin: Ew karker nîne/nine/nîye.
Hun xurt in. Hun ne xurt in. Hun xurt nînin / ninin
Bê guman rê li tevlihevî û nakokîyan vedike, di pirtûka C. Bedirxan û R. Lescot a ku tu qal dikî de, ew jî li nakokîyê hay dibin, lê ji dewsa ku bi awayekî radîkal ji her du forman a bê tevlihevî û nakokî hilbijêrin, nîv çareserîyekê didin ber xwe. Forma ‘nînbûn’ê ji bo ‘tunebûn’ê bi kar tînin, lê ji bo ‘ne…bûn’ê bi kar nahînin û wisa dibêjin: Başka kullanımlarda, bûn’un şimdiki zaman olumsuzu hebûn, malik olmak, var olmak fiilinkiyle karışır/Di bikaranînên din de, neyînîya dema nuha ya ‘bûn’ê bi ya ‘hebûn’ê re tevlihev dibe (rûpel 150) (*).
Li vir alozî berbiçav e; yek ji bo tuneye/neye dibêje, nîye/nîne/nine, yekî din ji bo ne…ye dibêje nîye/nîne/nine:
Qurişek pereyê min tuneye. Qurişek pereyê min nîye/nîne/nine (hebûn)
Ne pere ye, pûl e. Pere nîye/nîne/nine, pûl e. (bûn)
Ne havîn e, payîz e. Havîn nîye/nîne/nine, payîz e. (bûn)
Bê guman, a bê alozî forma hebûn (erênî) û tunebûn/nebûn (neyînî) ye. Lê dîsa jî awayê ‘nîye/nîne/nine’ hem ji bo ‘hebûn’ê, hem jî ji bo ‘ne…bûn’ê têra xwe tê bikaranîn, teva ku hem bi nakokî ye û hem jî standardeke wê tuneye, bi gelek awayên guhertî tê bikaranîn û yekjimar û pirjimar jî tê tevlihevkirin.
Ji alîyê nakokîyan ve xaleke din jî ew e ku dinivîsin, ‘heye, hene, henin û hwd’, anku bi hev re, lê dema ku neyînî dikin, awayên wek ‘tune ye, tu neye, tu ne ye’, anku cuda bi kar tînin. Heke ‘ye, ne, in’ di erênî de pê ve bin, divê di rewşa neyînî de jî pê ve bin, ne cuda bin, da ku hevgirtî û bênakokî be. Wek, ‘Ez hatim/nehatim’, çênabe em bibêjin, ‘Ez hat im/ne hatim/ne hat im.’
Dîsa heke em bibêjin, ‘hebû, hebûn’, anku bi hev re binivîsin, divê ji bo hevgirtî û bênakokîbûnê, em her weha di rewşa neyînî de jî ‘bû, bûn’ bi wê re binivîsin: tunebû, nebû, tunebûn, nebûn. Ji xwe ji alîyê rêzimanê ve ‘bû, bûn’ li vir dema borî ya ‘e, in’ e:
Ew karker e/in; Ew karker bû/bûn; Ew hatin; Ew hatibûn û hwd.
Hinek kes jî dibêjin, ne tenê tune bûn, tun bûn û nîn bûn, divê her weha he bûn (he ye, he ne û hwd) jî cîhê bê nivîsîn, ji ber ku ‘he’ di demên berî pêkhatina zimanê Kurdî de bi xwe peyv/lêkerek bûye. Lê ev nêzîkbûn li qaydeya gelemperî ya Kurdî-Kurmancî nayê, heke em wê wek lêkereke hevdanî (compound) bihesibînin, wê gavê ‘he’ jî dikeve nav kategorîya ‘ra-‘, ‘da-‘, ve-‘ û hwd. Anku bi tena xwe, bi serê xwe êdî nayên bikaranîn, bi serê xwe ne xwedîyê wate û fonksîyonekê ne, ji ber wê yekê jî bi beşên din re tên nivîsîn, ne cuda: hebûn, rabûn, raketin, veketin, daketin, rakirin, vekirin, vemirîn û hwd.
Di nav vê pircûreyîbûn û nakokîbarîyê de ji bo ku ber xwe vekim, di nivîsê de her carê dudil nebim, ez bi xwe van awayan tercîh dikim, lê îdia nakim ku awayên din divê tunebin, ew jî di nav gel de hene û belav in:
heye, hene, henin
tuneye, tunin
hebû, hebûn
tunebû, tunebûn
Hêvî dikim ku vê şîroveyê mijar çenekî zelal kiribe û min pirsa te rast fahm kiribe.